Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Gelên rojavayê Kurdistanê di berxwedanê de bi israr in

Hevseroka Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser binesaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: “Hîna birînên êrîşên berê nehatî pêçan êrîşeke nû pêk tê.Em ê bi jin û gelên azad re Şoreşa Rojava bi ser bixînin.”


Dewleta dagirker a tirk bi salan e cihên sivîlan bombeberan dike û gelek welatiyên rojavayê Kurdistanê an şehîd bûne yan jî birîndar bûne. Li gorî agahiyên ku berpirsyarên av û elektrîkê yên Kantona Cizîr û Firatê dane ji meha kanûnê û vir ve stasyona Petrolê Ewda ya li bakurê Tirbêspiyê zirarek mezin dîtiye û di encama vê yekê de 5 bîrên avê ji xizmetê derketin. Ev 5 bîrên avê pêdiviyên elektrîk û avê yên navenda bajarê Tirbêspiyê dabîn dikin, pêdiviya elektrîkê ya bajarokê Hîlwa û Maşûkê jî dabîn dikir. Di encama êrîşan de mirovên ku li 20 gundên girêdayî bajarokê Maşûk û 12 gundên girêdayî bajarokê Hîlwayê dijîn, ji av û elektrîkê bêpar hatin hiştin. Encex rojê 3-4 saet elektrîk tê dayîna bajêr. Di encama hedefgirtina stasyona elektrîkê Swêdîk de 18 gundên li Herêma Koçerat a girêdayî Dêrikê bê av û bê elektrîk man. 20 gundên girêdayî bajarokê Abre ya Çilaxayê û 24 gundên girêdayî bajarokê Mistefawî ya Til Koçerê jî bê av û bê elektrîk man. Ji ber ku santrala elektrîkê ya li ser rêya Helebê ya li başûrê Kobanê du caran ser hev hate bombebarankirin, bajarê Kobanê û 300 gund bê elektrîk man. Di santralê de 800 hezar dolar zirara madî çêbû û zêdeyî 10 bîrên avê jî ji xizmetê derketin.
Hevseroka Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid têkildarî texrîbata ku di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmê de çêbûye axivî. Hevserok Bêrîvan Xalid diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta dagirker a tirk bi taybetî stasyonên elektrîk, av û petrolê rawestiyane û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker êrîşî firin, depoyên genim û ceh dike. Deverên xizmetê yên ku pêdiviyên tîmarê yên gel dabîn dikin, tên hedefgirtin. Eger em zirarên madî li berçav bigirin, wê gelek sazî neçar bimînin ku xizmetê rawestînin.”
Hewl didin ji gelê ku li dijî DAIŞ’ê bi ser ketiye tolê bistînin
Bêrîvan Xalid qala armanca êrîşan kir û got: “Dewleta tirk a dagirker naxwaze gel jiyaneke bi aram û bi îstiqrar bijî. Ji bo ku şert û mercên jiyanê bên zehmetkirin û wisa lê bikin ku mirov nekare bijî, êrîşeke dijwar li ser me tê kirin. Hewl didin li herêmê pêla tirsê belav bikin û bi vî rengî tê armanckirin ku projeya Rêveberiya Xweser ji holê bê rakirin. Bi hedefgirtina binesaziya herêmê dixwazin tune bikin û gel bi tunebûnê re rû bi rû tê hiştin. Dixwazin êşên gel kûr bikin. Tê xwestin ku herêmê ji mirovan xalî bikin. Her wiha hewl didin ji gelê ku li dijî DAIŞ’ê bi ser ketî, tolê bistînin. Ji ber ku gelên herêmê li dijî DAÎŞ’ê heta dawiyê li ber xwe dan, pêşî li terora DAÎŞ’ê girtin. Lewma dixwazin car din DAÎŞ’ê zindî bikin.”
Ewlehiya herêmê jî di bin xeteriyeke cidî de ye
Bêrîvan Xalid ragihand ku li binesaziya herêmê texrîbatên cidî hene û wiha got: “Armanca destpêkê ya Rêveberiya Xweser ew e ku xizmetê ji gel re bike, şert û mercê jiyaneke baş ji gel re ava bike. Lê ji ber êrîşên dewleta Tirk li binesaziya herêmê texrîbatên cidî çêbûn. Di aliyê madî de zirareke mezin çêbû û gelek sazî û avahiyên me yên di bin xizmeta gel de, neçar man ku xizmeta xwe rawestînin. Bi taybetî stasyonên elekrîk, av û petrolê rawestiyan. Sazî û avahiyên din jî dibe neçar bimînin ku xizmetên xwe rawestînin. Êrîşî firin, depoyên genim û ceh tê kirin. Deverên xizmetê yên ku pêdiviyên tîmarê yên gel dabîn dikin, tên hedefgirtin. Eger em zirarên madî li berçav bigirin, wê gelek sazî û avahî ji xizmetê derbikevin. Her wiha ev êrîş têkildarî ewlehiya herêmê jî wê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne. Ji ber ku dewleta tirk a dagirker nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn timî hedef digire. Dîsa derdorên girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê lê tên girtin jî tên hedefgirtin. Dibe ku DAIŞ bi van êrîşan re car din xwe rêxistin bike. Lewma ji xeynî zirarên madî ewlehiya herêmê jî di bin xeteriyeke cidî de ye. Ev ne tenê ji bo herêmê, ji bo gelên cîhanê jî wê bibe xeterî.”
Êrîş bênavber dewam dikin
Di berdewamiya axaftina xwe de Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker ji meha îlona 2023’yan û vir ve cara 4’emîn êrîşan li ser herêmê pêk tîne û wiha pêde çû: “Ev bi salane em bi êrîşan re rû bi rû ne. Her wiha ambargoyeke dijwar li ser herêmê tê pêkanîn. Ev bi salane li ser esasê berjewendiyên siyasî polîtîkaya şer li hemberî herêma me tê pêkanîn. Dixwazin projeya Rêveberiya Xweser îmha bikin. Weke Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me diyar kiribû ku ji roja destpêkê heta îro em ê li ser esasê derfetên xwe pêdiviyên gelê xwe pêşwazî bikin. Derfetên di destê Rêveberiya Xweser de gelek sînordar in, lê tevî vê yekê jî em car din ji bo başkirina şert û mercên jiyana gelê xwe seferber bûn. Lê di bin êrîşên dijwar de başkirina binesaziyê, ne hêsan e. Tedbîrên me hene, lê êrîş bênavber dewam dikin. Di van şert û mercan de têkildarî pêvajoya başkirinê wê hin pirsgirêk çêbibin, hîna birînên êrîşên berê nehatî pêçan êrîşeke nû hate destpêkirin. Dabînkirina pêdiviyan wê zehmet bibe. Berê jî derfetên me sînodar bûn. Bi êrîşan re derfetên me hîn kêmtir dibin û mixabin şert û mercên jiyanê yên gel jî wê zehmet bibin. Ev zehmetî jî wê zêde bibin, lê hingî ku em bikarin em ê xizmetê ji gelê xwe re bidomînin.”
Rêveberiya Xweser jî hêz û moralê xwe ji gel digire
Bêrîvan Xalid bal kişand ser helwesta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî êrîşan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelên herêmê ji Şoreşa Rojava û vir ve li dijî êrîşan helwesteke pir xurt raber kirin, timî li qadan bûn û di berxwedanê de bi israr bûn. Li hemberî êrîşên ku van rojan jî tên kirin, dîsa helwesta gel zelal e. Israra xwe ya di berxwedanê de car din nîşa kirin. Bi hestê welatparêziyê tevdigerin. Rêveberiya Xweser jî hêz û moralê xwe ji gel digire. Gel li dora Rêveberiya Xweser kom bûn, Rêveberiya Xweser jî ji bo parastina destkeftiyan seferber bû. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin û baweriya me ya li hemberî gelê me bêdawî ye. Dîsa yên ku pêşengî ji berxwedanê re kirin, jin bûn. Jin her roj li qadan bûn û bersiva pêwîst da dewleta tirk. Gelê me divê berxwedana xwe hîn xurttir bike. Em dizanin ku wê êrîş bê navber dewam bikin û gelê me jî li ser vî esasî ji bo parastina destkeftiyên xwe divê berxwedana xwe bilind bike û paradîgmaya Netewa Demokratîk biparêze. Em ê bi jin û gelên azad re Şoreşa Rojava bi ser bixînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar