Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gelên rojavayê Kurdistanê li dijî komployê li ser piyan e

Çalakiyên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê li seranserê rojavayê Kurdistanê hatine destpêkirin didomin. Li 4 kantonên rojavayê Kurdistanê 7 meşên navendî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest pê kirin.

Gelê kurd û dostan wê bi çalakî, xwepêşandan û meşên azadiyê komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Bi vê armancê li bajarên Dêrik, Qamişlo û Hesekê yên kantona Cizîrî, li Kobanê ya kantona Firatê, li kantona Reqayê, li Şehbayê û taxa Şêxmeqsûdê meşan dest pê kirin.

Meşa li Dêrikê bi tevlêbûna xelkê Dêrikê, Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa, Koçerat û Beravê li Qada Azadî dest pê kir. Meş dê li ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dawî bibe.

Meşa li Qamişloyê ya bi beşdarbûna xelkê bajar, navçeyên Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê li Çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir û dê li ber Stada Şehîdên 12’ê Adarê bi dawî bibe.

Li bajarê Hesekê meş bi tevlêbûna şêniyên bajar, navçeyên Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê ji Çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan dest pê kir. Meş dê li Çerxerêya Sebax bi dawî bibe.

Xelkê kantona Firatê jî bi meşeke navendî Komploya 15’ê Sibatê şermezar dike. Meş ji Çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan dest pê kir û dê li Kolana 48’an bi dawî bibe.

Meşa xelkê kantona Efrîn û Şehbayê li navçeya Fafînê ya Şehbayê dest pê kir.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî ji Hola 8’ê Adarê ya li Şêxmeqsûdê dest bi meşê kir. Meş dê li Çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê bi dawî dibe.

Li Reqayê jî meş bi beşdarbûna xelkê kantonên Dêrazor, Minbic û Tebqayê ji Çerxerêya Jinê dest pê kir. Meşa ciwanan jî ya li ser asta her çar kantonan ku duh ji Tebqayê dest pê kiribû, vê sibehê gihaşt Reqayê. Meş dê li Çerxerêya Neîm bi dawî bibe.

Pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, suryan, tirkmen, çerkes û ermen û nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û şêx û rûspiyên eşîran beşdarî meşan bûne.

Rêwiyên azadiyê êlekên bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li xwe kirine, pankartên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan vekirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar