Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Gelo ‘11’ê Îlona’ Îsraîlê ye?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Bûyere li Gazeyê pêkhat an jî bi gotinek din, şerê bi êrîşa mezin û pircûre a Hamasê ya ku bir ser hêzên Îsraîlê, pir giran bû û gelek balê dikişîne ser xwe.

Gelek şîroveger, vê bûyerê dişibîne wê bûyera di 11’ê Îlona 2001’a ya ku li DYA’yê pêk hat.

Aliyên van bûyeran ên ku dişibin hev:

Yek; Herdu êrîş jî, ji aliyê du rêxistinên, xwe bi nasnameya îslamî nîşan didi n(El Qaîde û Hamas), herdu jî DYA û Îsraîlê neyar dibînin.

Dudu; Agahiyên xurt hene ku di damezrandina herdu rêxistinan de, destê DYAû Îsraîlê hene. Nakokiya balkêş jî ev e ku herdu dewlet û giraniya dewletên cîhanê van herdu rêxistinan “terorîst” nîşan didin.

Sisê; Herdu dewlet jî, ji her hêlê ve xwedî hêzên mezîn ên cîhanê tên naskirin, li gel hêzên leşkerî, bi taybetî jî di warê agahiyê de xwedî rêxistinên bi nav û deng in (CIA û MOSAD).

Dema mirov bala xwe dide taybetmendiyên van dewletan û rêxistinan, dibîne ku ew guman û pêşbîniyen le ser wan tên gotin, pir şan nayên dîtin.

Weke mînak, tê zanîn ku rêxistina El Qaîde, li ser dijberiya Rêveberiya Afganistanê ya ser bi Sovyetê, ji aliyê DYA’yê ve hatiye damezrandin.

Îca çawa dibe ku ev rêxistin, wê biçe li dijî DYA’yê, di bajarên wê yên navendî de, bi balafiran çalakiyên ewqas mezin pêk bîne? Û çawa agahiya saziyên vê dewletê yên mîna CIA’yê, jê çênebe?

Û di van rêze êrîşên giran de li gel ku di wan “xaniyê cêwî” de li goreyî gotinan bi sedan şîrketên Israil hebûn, lê wê rojê yek dikanên wan jî nehatine vekirin û yek kes ji wan birindar jî nebûne?

Her wiha mirov bala xwe dide vê êrîşa Hamasê ya li ser cih û warên hêzên Îsraîlê, ji pir aliyan ve dişibe bûyera mezin a li DYA’yê qewimî bû.

Ji bo Hamasê jî tê gotin ku di damezrandina vê rêxistinê de destê Îsraîlê heye. Ev rêxistin, li dijî Tevgêra Rizgariya Filistînê (El Fetîh) derketiye holê. Li goreyî agahiyan, a Îsraîlê bi xwe ava kiriye ya jî çavê xwe li avakirina wê girtiye. Encam gelek nayê guhertin; bi awayekî, ji mezinbûna vê rêxistinê re bûye destek.

Îca, tiştên ji bo DYA’yê hat gotin, hema hema heman gotin li ser vê bûyera nû, ji bo Îsraîlê jî tê gotin. Ma çawa ew MOSAD a ewqas bi nav û deng, agahdar nebû ji amadekariyên salekê yên Hamasê ku ji bo vê êrîşa ewqas mezin a ewqas deng veda?

Lewma jê re tê gotin “11’ê Îlona Îsraîlê”. Ji ber ku armanca vê jî dişibe yên heman bûyera “11’ê Îlona” DYA’yê!

Gelo armanc çi ye?

Armancê “11’ê Îlona DYA’yê”; ji nû ve dizayna sistema cîhanî bû. Ji bo vê rakirina hinek astengên pêşiya rêya wan û afirandina hinek sedeman hebû.

Yek ji astenga herî giring dîlgirtina Rêber APO bû. Sedem jî êrîşên li DYA’yê bûn. Li pey van mijaran êdî destêwerdana Afganistan, Iraq, Libya û hwd. despê kir û heta niha jî dewam dike.

Di vê demê de jî weke dewama vê projeya dizayna cîhanê, afirandina şerê Ukraynayê, Qerebaxê û hwd. di rojeva wan de ye.

Îca dibe ku xeleka sisyan jî, afirandina şerê Îsraîl û Filistînê be!

Jixwe hema di roja ewil de hema di saetên despêkê de DYA’yê, piştgiriya xwe ya bi temamî ya li gel Îsraîlê diyar kir. Weke ku ji vê bûyerê agahdar bû tevgeraya û hema yekser keştiya xwe ya mezin a şer şand hewara Îsraîlê!

Her wiha hem Netanyahû hem jî Biden, gelek gef xwarin û bi gotinên xwe yên dijwar, nîşan didan ku wê şer berfirehtir û mezintir bikin. Her wiha bi vê re gelek rayedarên hegemonên cîhanê jî li pey hev destekên xwe yên ji bo Îsraîlê ragihandin.

Bêguman divê cihê giring ê Kurdistanê, di vê projeya dizayna cîhanê de neyê jibîrkirin.

Weke li jor hat bahskirin, mîna despêkê, di vê demê de jî mirov aşkere dibîne ku di van rojên dawî de, êrîşên qirker ên li ser Kurdistanê û bi taybetî li ser Başûr û Rojava yên dewleta tirk, ji her demê zêdetir bûne.

Her wiha berî van êrîşan, divê ew diplomasiya lezgîn a Wezîrê Karên Derve tê tirk Hakan Fidan jî neyê jibîrkirin. Çawa ket nava hewldanên li dijberî Tevgera Azadiya Kurdistanê, hîn jî dewam dike. Ev jî diyar dike ku rolek mezin dane dewleta tirk jî.

Li aliyê din, di armanca vê bûyerê de dijberiya dewleta Îranê cihekî bingehîn digire. Jixwe berî niha, bi navê Peymanên Brahîmî, piraniya dewletên Ereban û Îsraîlê li hev anîn. Armanca sereke ya vê hewldanê, yekser dijberiya Îranê bû.

Her wiha ji aliyekî ve bi xweşkirina navbera Azerbêcan û Îsraîlê, ji aliyê din ve bi radestkirina Afganistanê ji bo Talîbanan jî, dîsa armanc; tengavkirin û dorpêçkirina dewleta Îranê ye. Bêguman bi van hewldanan ve girêdayî armanc; xurtkirina dijberiya eniya Rûsya-Çînê jî heye.

Di encamê de, çawa DYA’yê, ji bo êrîşî hinek dewletan bike, wê êrîşa 11’ê Îlona 2001’an ji xwe re kir hincet/sedem, dibe ku vê êrîşa Hamasê jî ji bo êrîşa ser Îranê bike hincet!

Gav bi gav, hem bi giştî hem bi taybetî, çawa xeter zede dibin, di heman demê de derfet jî zêde dibin. Kî xwe baştir amade bike ew zêde qezenc dike!

Nûçeyên Têkildar