Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin

Ji gumanbarên bûyera Mêrdînê ku 5 welatiyên ji başûrê Kurdistanê kuştin, A.K, her çiqas bêje ku wan êrişê pêk aniye jî lê êrişkarê ku tê gotin pê li tetikê kiriye û hatiye tespîtkirin ku li Duhokê li sîteya qurbaniyan dixebite jî îdia dike ku eleqeya wî bi êrişê re nîne.

Li ser Rêya Hevrîşimê ya di navbera Nisêbînê û Mêrdînê de şeva 19’ê çile li dijî seyareyek welatiyên ji Duhoka başûrê Kurdistanê êrişa çekdarî pêk hatibû û di êrişê de Hindirin Abdullah Salih (39), Wahida Haydar Casim (63), Abdullah Salîh Mustafa (69), Çîmen Şahîn Xalid (75) û Ahmed Celaleddîn Îbrahîm (45) ên hemwelatiyên başûrê Kurdistanê ne hatin kuştin. Derbarê êrişê de lêpirsîn hat destpêkirin û 6 kes têkildarî bûyerê hatin binçavkirin. A.Y. û Z.K. ku îdia kirine eleqeya wan bi bûyerê ve nîne û li qereqola cendirmeyan hatine berdan. Îfadeya 4 kesan jî li qereqolê temam bû û ji bo jêpirsîna li dozgeriyê tê payîn sewqî Edliyeya Mêrdînê bên kirin.

Heta ku têkildarî êrişê ku çima hatiye kirin rewşek ku zelal bûye nîne. Her çiqas Dozgerê Komarê yê Mêrdînê Ekrem Yildiz dibêje ku armanca êrişê “şêlandin e” jî lê heta niha ji bo ev armanca “şêlandinê” piştrast bibe, tu şopek nehatiye bidestxistin. Çawa ku êriş hatiye kirin lê kelûpelên biqîmet ên welatiyan wek pere, zêr, telefon, nehatine birin û her wiha êrişkaran destê xwe nedaye valîzên qurbaniyan jî. Ji ber vê yekê awir diçin ser vê yekê gelo êriş bi armancek din pêk hatiye û ev pirs di serê her kesî de ye.

Gumanbar kiye 

Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand îfadeyên kesên wek gumanbar hatine binçavkirin û îfadeya wan hatiye girtin. Ji binçavkiriyan tenê kesek qebûl kir ku êrişê pêk anîne û hat diyarkirin ku kesê tê gotin pê li tetikê kiriye îdia kiriye ku eleqeya wan bi êrişê re nîne.

Li gorî îfadeyên gumanbaran ku MA’yê xwe gihandiyê; O.M., yê ku hatiye binçavkirin di saeta bûyerê de li malê razayî bûye. Serê sibehê saet li derdora 04.00’an bavê wî lê geriyaye û jê re gotiye, “Kurê min cendirme li te digerin. Li ser vê yekê O.M., li cendirmeyan digere û dibêje çima lêgerîna wî heye. O.M., diyar dike ku li ser daxwaza cendirmeyan konime jê re şandine û ew jî çûye cihê cendirme lê bûne û wî kirine binçavan.

A.Y. ku wek gumanbar hat binçavkirin û paşê hat berdan jî di îfadeya xwe de dibêje ku eleqeya wî bi bûyerê re nîne û wesayîta ku êrişkar lê siwar bûyî bûne aîdî wî ye û beriya niha bi demekê daye birayê xwe û birayê wî jî bi kirê daye hin kesên ku wan nas nake.

Di dosyeyê de F.A, û A.K., ku wek “gumanbarên esil” hatine binçavkirin jî beyanên wan hev nagirin. Tê gotin şeva bûyerê wesayîtê A.K. bikar aniye û kesê ku tetikê kişandiye û her 5 kesan kuştiye F.A. ye. Li ser vê hat sekinandin.

Tu xwe tev lî tiştekî neke 

A.K. ê gumanbar di îfadeya xwe de dibêje ku êrişê bi F.A., re pêk aniye û îdia dike ku êriş bi destê F.A. pêk hatiye. A.K., di berdewamiya îfadeya xwe de wiha dibêje: “F.A., got, ‘ez ê deynê te ku li min e bidim te. Tu xwe tev li tiştekî neke. Tenê li ba min be’. Em bi hev re çûn Tesîsa Aydinlarê. Digot ku ew li Iraqê dixebite. Kesên bi wesayîtên luks ji Iraqê tên pereyê wan hene. Ew ê li Tesîsa Aydinlarê bisekinin. Ew ê wesayîtên luks ku tên bişopînin. Dema wesayît ji Tesîsa Aydinlarê vediqetin dê bên şopandin û pereyên li ser kesan hildin û birevin.” A.K., diyar dike ku ew li tesîsê sekinîne û jîpek reş piştî ji tesîsê derketiye şopandine û wiha dibêje, “Li cihekî em nêzî wesayîtê bûn. F.A. camê daxist û ji wan re gotiye ‘lastîkê we teqiyaye’. Li ser vê hişyariyê ew kes sekinînin. F.A. bi demançeya li ser xwe çû ber jîpa reş. Beriya F.A., biçe cem wan kesan, min demançeyê da destê F.A. û wî jî tetikê kişandibû. F.A., ji wesayîtê peya bû û çû ber jîpa reş û deng bi demançeyê ket. Ewilî du caran dengê sîlehan hat min û piştre dengê qêrînê hat.”

A.K., di îfadeya xwe de aniye ziman ku wî jinan di wesayîtê de nedîtiye û tenê du zilaman dîtiye û di berdewamiya îfadeya xwe de dibêje ku cenazeyê zilamekî kaş kirine ber rê û piştî bûyerê ji wir dûr bûne. A.K., dide zanîn ku tenê çenteyek biçûk û cil ji wê wesayîtê hildane û di çente de jî pere tune bûne. A.K., destnîşan dike ew ewilî çûne Qoserê û piştre jî derbasî Artûklû û Midyadê bûne û ji wir jî derbasî Nisêbînê bûne û vê îdiayê dike: “Armancek min a ku ez ê xelkê bişêlînim, kesan bikujim tune bûye.”

Kûjer li sîteya qurbaniyan dixebite

Lê belê tevî îfadeyên A.K. jî F.A., di îfadeya xwe de îdia kiriye ku tu eleqeya wan bi êrişê re nîne. Derketiye holê ku F.A., li sîteya bi navê Avrû City a li Dihokê ku ev qurbanî lê rûdinên dixebite. F.A., aniye ziman ji ber ku şanzimana erebeya wan germ bûye ew çûne Tesîsa Aydinlarê û îdia dike ku wesayîtên çûne tesîsê û ji wir derketine bala wî nekişandiye. F.A., dibêje ew bi wesayîta xwe ewilî çûne Qoserê û piştre jî çûne Artûklû û Midyadê û paşê jî di Ava spî de vegeriyane Nisêbînê û îdia dike ku tu eleqeya wî bi êrişê re nîne.

Di jêpirsîna F.A. de pirsa, “Welatiyên ji Iraqê yên hatine kuştin li bajarê Duhokê li cihê ku hûn lê kar dikin de dimînin, gelo hûn van kesan nas dikin?” hatiye kirin. F.A. jî wiha bersivê daye: “Ez kesên hatine kuştin nas nakim. Ez nizanim kî ne. Ez nizanim li sîteya ez lê dixebitim dimînin an namînin. Li vê sîteyê 4 hezar û 500 daîre hene. Tu eleqeya min bi vê bûyera kuştinê re nîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar