Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Gelo aliyên ku îdiaya mirovahiyê dikin li ku derê ne!’

Koçberên Efrînê anîn ziman ku derbaskirina çeteyan di hilbijartinan de ji bo Tirkiyeyê li djiî qanûn û biryarên navneteweyî ye û gotin: "Divê hêzên navneteweyî erka xwe bi cih bînin û dev ji tevkariya bi serçeteyên mezin Erdogan re berde."

Desthilata dewleta tirk a dagirker çeteyên sûriyeyî yên mîna Hatim Ebû Şeqra, Mihemed Casim û Ebû Emşe, ku di lîsteya terorê de ne derbasî Tirkiyeyê kirin da ku di hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê de dengê xwe bi kar bînin

Şêniyên Efrînê yên ku di encama dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ji warê xwe hatin koçberkirin û di malên kavilkirî yên li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi cih bûne, nerazîbûn nîşanî beşdarkirina çeteyan di hilbijartinên Tirkiyeyê yên 14’ê Gulanê de da.

Jina bi navê Elîf Mihemed bêdengiya navneteweyî ya li hemberî beşdarkirina serçeteyên dewleta tirk a dagirker di hilbijartinên li Tirkiyeyê de şermezar kir û got: “Çeteyên dewleta tirk a dagirker sûcên herî xirab li dijî jinan, zarokên û kesên tememmezin dikin. Çeteyên di lîsteya terorê de ne bêyî hesab derbasî Tirkiyeyê dibin da ku di hilbijartinan de dengê xwe bidin. Gelo aliyên ku îdiaya mirovahiyê dikin ji vê yekê li ku derê ne!”

Elîf Mihemed bal kişand ser beşdarkirina serçeteyên koma “Ehrar Şerqiye” Hatim Ebû Şeqra di dengdayînê de û wiha domand: “Serçete Hatim Ebû Şeqra gelek sûc li dijî şêniyên kantona Efrînê de kirine, destên wî di rijandina xwîna zarok û jinên me de hene. Serçete Ebû Şeqra berpirsê yekemîn ê qetilkirina Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef e ya ku bûye sembola berxwedan û têkoşînê.”

Elîf Mihemed anî ziman ku siyasetên AKP’ê dê têk biçin û got: “AKP’ê bi serokatiya çeteyê mezin Erdogan hewl dide bi hemû rêbazan di hibijatinan de bi serkeve, lê bi têkoşîn û berxwedana gelan dê têk biçe.”

‘Bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya hevalbendiya suc’

Ebulhenan Mamo anî ziman ku Erdogan ji ber lîstik û derewan di hilbijartinên berê de bi ser diket  û got, vê carî jî heman tiştî dike û çeteyên ku sûc li dijî xelkê Efrînê û yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kirin, bi kar tîne.

Mamo di dewama axaftina xwe de got: “Erdogan piştî ku di kontrolkirina gel de bi bin ket û lîstokin wî careke din têk çûn, vê carê nasname ji serçeteyên xwe re derxist da ku di hilbijartinan de dengê wan qezenc bike. Lê tê zanîn ku ev çete terorîst in û navên wan di lîsteya terorê ya cihanê de hene.”

Ebdulhenan Mamo bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî lîstokên Erdogan şermezar kir û got, bêdengî tê wateya berdewama sûc û binpêkirinan.

‘Divê hêzên navneteweyî dev ji tevkariya bi serçeteyên mezin Erdogan re berde’

Xewla Mihemed jî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî beşdarkirina serçeteyên dewleta tirk di hibijartinên Tirkiyeyê de şermezar kir û got: “Divê hêzên navneteweyî erka xwe bi cih bînin û dev ji tevkariya bi serçeteyên mezin Erdogan re berde, ji ber ku Erdogan destûr da terorîstan da ku derbasî herêmê bibin ku sûcên herî xirab li dijî xelkê me yê li herêmên dagirkirî bi taybetî li Efrînê kirin.”

Xewla Mihemed di dawiyê de diyar kirin ku derbaskirina serçeteyan bo Tirkiyeyê da ku dengê xwe bi kar bînin, berdewama lîstokên berê yên Erdogan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar