Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Perşembe - 18 Temmuz 2024

Gelo artêşa tirk li Dêrsimê çekên kîmyewî bi kar anîn?

Malbata gerîlayê HPG’ê Mahmût Alinbay da zanîn ku cenazeyê kurê wan ji ber çekên kîmyewî yên ku artêşa tirk di pevçûnê de bi kar anîn, bibû weke komirê û çermê wî diweşiya. Malbatê diyar kir ku çavekê Alinbay hatibû derxistin, îşkence li cenazeyê wî hatibû kirin û gelek parçeyên laşê wî jî hatibûn jêkirin

Di 22-23’yê hezîrana îsal de li navçeya Xozat a Dêrsimê di navbera gerîlayên PKK’ê û hêzên artêşa tirk de pevçûn derket. Di pevçûnê de gerîlayên HPG’ê Mahmût Alinbay (Adnan Pîro), Cîhan Çelebî (Hakki Çemîşgezek), Mazlum Atar (Sîdar) û Abdulkerîm Avras jiyana xwe ji dest dan. Malbatên gerîlayan da zanîn ku cenazeyên zarokên wan reş bûne û çermê wan diweşiya. Malbatan got ku artêşa tirk di pevçûnê de çekên kîmyewî bikaranîne û îşkence li cenazeyên zarokên wan kirine.

Der barê mijarê de bavê gerîlayê HPG’ê Mahmût Alinbay ku cenazeyê wî li Pîran a Amedê hate definkirin, Ahmet Alinbay anî ziman ku wî li cenazeyê kurê xwe nihêriye û ev agahî dan: “Cenaze mîna komirê bûn û çermê wan diweşiya. Di pevçûnê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Îşkence li cenazeyan hatibû kirin. Çavekî kurê min derxistibûn û mil, ling û diranên wî hatibûn şikandin. Her wiha gelek deverên wî yên din jî hatibûn jêkirin. Cenaze 4 rojan li derve hatiye hiştin û nexistin morgê.”

‘Ev wehşete’

Di berdewamê de jî bav Alinbay muameleya li hemberî cenazeyan weke ‘wehşet’ pênase kir û wiha bi dawî kir: “Ên ku ji xwe re dibêje mirov, ne mimkune ku vê wehşetê bike. Ma gelo  îşkencekirina cenazeyan heyfstendin e? Bi rastî jî fêm nakim. Ev hovîtî ye. Her wiha ev sûcê şere. Çi dibe bila bibe divê ji bo cenazeyan hurmetek hebe. Mirov ji mirovbûna xwe şerm dike. Em ê gilî bikin. Polîsan xwest ku beşdariya kesan a ji bo merasîma cenazeyî bi sînor bikin. Em vê qebûl nakin. Mafê her malbatê ye ku tev li merasîma cenazeyê xwe bibe û xwedî lê derkeve.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar