Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gelo bazareke nû hat kirin?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Ev şerê Qerebaxê dibe ku hevsengiyek nû afirandibe. Bêguman her nakokî, rê li hevsengiyekê, her hefsengî rê li hinek nakokiyên din vedike.

Li gorî guman heye, Rûsya ji vî şerê navbera Azerbeycan û Ermenistanê re ne amade bû. Lewma ew lihevhatinên di navbera wan û Amerîkayê de hebû, dibe ku vediguheze qonaxeke din. Her wiha dewletên wisa di asta cîhanê de xwedî hêzek hegemon be, her çendin şer û cengek ji derveyî îradeya wan derkeve jî, ew ê bi hemû hêz û hostaya xwe, bixwaze pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe dizayn bike.

Rûsya, di çarçova serweriya xwe ya kevn de kete nava hewldanan û wezîrên derve yên her du dewletan kişand cem xwe. Helbet li gor berjewendê xwe rêyêk da ber wan û xwest rê li pêşiya senaryoya Amerîkayê bigire. Bêguman Amerîka jî li gorî projeya xwe ya ku dabû destê R.Erdogan, dixwaze heta bigihê armancên xwe ev şer dom bike. Lewma hema li pey Rûsya, Pompeo jî herdu wezîrên derve yên azerî û ermeniyan vexwend Washingtonê.

Bazara vê derê, ew ê li gorî berjewendiyên her du dewletên sereke yên cîhanê, hinekî din dom bike. Kîjan ji wan di şer de destê xwe xurt kiribe, bazar û hevsengî li gorî vê ber bi encamê ve biçe.

Lê dîsa jî li gorî hinek bûyerên ku li herêmê rûdidin, guman heye ku hevsengiya berê hinek hatibe guhertin û di vê qonaxê de jî dibe lihevhatinên nû ketibe rojevê.

Receb her fortan dixwe û gijkirina Azerbeycanê ji bo gûrkirina şerê li ser Ermenistanê her dewam dike, weke ku tu agirbest nebû be. Jixwe nakokiyên navbera Receb û Pûtîn li vir gelek tûj bûbûn. Lê niha tê gotin ku ji alîkî ve leşkerê xwe li aliyê Idlib û cihên dagirkiriye zêde dike, li aliyê din ji qonexek herî girîng a cihê bi navê çavdêriya leşkerî ye; Morekê vala dike! Her wiha tê gotin ku ew ê hinek cihên çavderiyên din jî li der dorê Idlib, Hema û Helebê vala bike.

Bi van bûyeran re, her tehdîdên xwe yên bi giştî li ser Rojava, bi taybetî jî li ser Kobenê, Minbicê, Til Rifat, Dirbêsyê, Dêrika Hemko û hwd. zêde dike. Jixwe bi topan û dronan li gelek deveran dan û hejmarek welatparêzên niştecihên gundên van deveran jî şehît kirin û birîndar kirin.

Li gel trafîka leşkerî ya dîplomasî jî li Rojava zêde bûye. Jixwe şandeyên rûsî û amerîkî ji wan deveran naqetin lê niha yên ewropî jî weke mînak heyetek Swêd a wezarêtê derve, bi fermî li gel Rêveberiya Xweser rûniştin û piştgriya xwe bi dengekî bilintir nîşandan. Her wiha wezîra wan a derve Ann Lind jî li Enqereyê helwestek bi rûmet, rûberûyê Çawişoglû û zindî li ber medyayê nîşan da û got ‘divê hûn ji Rojava derkevin!’

Gelên Rojava, nerazîbûna xwe ya tûj li dijî gera maşînên leşkerî yên Rûsyayê yên li herêmên kurdan nîşan da.

Li Başûr projeyek du alî ya mezin a Amerîkayê tê birêvebirin. Yek li dijî pêşkeftin û deskeftinên Tevgera Azadiyê ya li Herêmên Parastina Medyayê, Şengal, Mexmûr û hwd. Ya din jî li dijî hêzên Îranê ye. Van armancên xwe; aliyê Tevgera Azadiyê, dewleta AKP-MHP’ê û PDK’ê bi hevre û vê dawiyê bi peymana Bexda-Hewlêrê jî firehtir kirin lê ya Îranê niha giranî bi rêya PDK’ê dimeşîne lê hewl dide ku Tirkiye û Bexdayê jî bixe nava vî karî. Pevçûna navbera PDK û Heşdî Şabî parçeyek ji vê planê ye.

Roj bi roj cih li desthilatiya Receb-Bahçelî teng dibe. Ambargoya Siûdî û biryarên bacê ya Fasê yên li dijî Tirkiyeyê jî ketin rojevê. Nexweşiyên wê yên bi YE’yê re her roj zêdetir dibin.

Rûsya û Misir bi hev re li deryaya Reş tetbiqatek berfireh û dem dirêj didin despêkirin; heta dawiya vê salê dom dike. Civînek li dijî Tirkiyeyê ya Misir-Yewnenistan-Qibrisê li Lefkoşayê pêk hat û hwd.

Di vê trafîka leşkerî û dîplomasî ya tevlihev de, bazara Rûsya û DYE’yê dibe ku gelek zelal diyar nake lê hema bazarek û hevsengiyek nûjen heye. Hinek aliyên wê, weke di wan bûyên jor de diyar dike lê di demek nêz de ew ê bi tevayî aşkera derkeve holê.

Jixwe di bazar û hevsengiya wan de, aliyê me yekser peywendîdar dike ev e; hez dikin Tevgera Azadiyê hinekî din hewcedarî xwe bikin. Ji bo vê jî hinek tengavkirin jêre lazim e, jixwe vê dikin. Ji Tevgera Azadiya Kurd jî tê xwestin hê bêhtir xwe bi rêxistinî xurt bike û hişyartir tevbigere.

Nûçeyên Têkildar