Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gelo DAIŞ bi dawî bû?

 

Êrîş Qoser

Operasyona HSD’ê li herêma Boxazê dide meşandin bêgûman ji bo gelê herêmê dîrokî ye. Bi taybet bi binketina ew hêza terorîst ya ku ji bo gelê herêmê bibû kabûsek mezin, ji bo gelê herêmê mizgîniya rojên xweş dide. Nûçe û dîmenên ji herêmên tên, ev terorîstên xwînxwar çi zilm li ser gel dane meşandin û çawa xwe li ser gel dane ferz kirine, bi awayekî aşkera radixe ber çavan. Tişta herî eceb jî ew e ku ev terorîstên li hemberî şervanên HSD’ê têk çûne û îradeya wan hatiye şikestin hîn ne poşman in û dixwazin bizivirin cem xwediyên xwe. Aciziya wan ya herî mezin jî ew e ku bêxwedî hatine hiştin. Lewma her terorîstê DAIŞ’ê yê ji hêla HSD’ê ve dîl hatiye girtin dema diaxive gotina yekem dixwaze bizîvire Tirkiyeyê, yanî bizîvire cem xwediyên xwe. Di mikurhatinên çeteyên DAIŞ’ê mirov tekîliyên di navbera rêvebiriya Tirkiyeyê û terorîstên DAIŞ’ê de heyî hîn baştir fam dike.

Ji despêkê ve têkîliyên rêvebiriya Tirkiyeyê bi çeteyên DAIŞ’ê re hebû. 11’ê hezîrana 2014’an dema DAIŞ êrîşî Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê kir jî beşek vê hevkariya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de bû. Bi vê ve rêvebiriya Tirkiyeyê dixwest ji hemû cîhanê re xwe wek maxdurekî DAIŞ’ê bide nîşandan. Lê piştî 101 rojan 49 girtiyên tirk yên di Balyozxaneya Mûsilê de dîl hatibin girtin li beramberî çi hatin berdan. Rêveribiya Tirkiyeyê soza çi dabû çeteyên DAIŞ’ê ku ev kes hatin azadkirin. Pîştî wê li hevkirinê û şûn ve Tirkiye êdî bû hêlîna çeteyên DAIŞ û êdî DAIŞ bi çavsoriyek mezin ve êrîşî kurdan kir.

Di Kobanê de binketina DAIŞ’ê ya li hemberî YPG û YPJ’ê heya roja me ya îro jî berdewam dike. DAIŞ ji bo pêşî li vê binkeftinê xwe bigre bala şervanên HSD’ê bişkîne ser mijarên cûda êrîşên gelek cihên cûda cûda kir. Dema şervanên HSD’ê êrîşî Reqayê dikir rêvebiriya Tirkiye dît ku DAIŞ nikare xwe biparêze û her diçe wenda dike êdî ew bi xwe ketin hereketê û êrîşî Efrînê kir. Lewma pêwîste mirov êrîşên dewlata tirk ên li ser Efrînê ji rêzê nebîne û wek piştgiriya DAIŞ fam bike.

Niha jî dewlata tirk dixwaze heman tiştî bike. ji bo çeteyên DAIŞ li herêma Boxazê bin nekeve di her firsendê de dibêjin em ê êrîşî rojhilatê Firatê bikin. Bi vê ve dixwazin bala HSD’ê belav bikin û ji terorîstên DAIŞ’ê re derfet avabikin. Lê êdî pêwîste xwediyên DAIŞ her kîne ew xwe baş dizanin baş fambikin ku DAIŞ li rojavayê Firatê bidawî bû. Gef xwarin jî êdî pêşî li vê binkeftinê nikare bigre. Serkefitina HSD’ê dê ne li rojhilatê Firatê tenê dê li rojavayê Firatê jî berdewam bike.

Belê DAIŞ’ê li hember şervanên HSD’ê wenda kir û li rojhilatê Firatê herêma Boxazê kom bi kom radestî şervanên azadiyê dibin. Lê gerek em baş dizanibin ku yên ji DAIŞ’ê re pêşengî û şêwirmendiyê dikin wê vê binkeftinê wisa hesan qebûl nekin. Bi taybet jî dewleta tirk. Ji niha ve amadekariyên DAIŞ’a nû tê kirin. Li rojavayê Firatê dîsa bi hevkariya dewleta tirk ve komên çete tên cem hev. Çeteyên DAIŞ yên ji hêla HSD’ê ve dîl hatine girtin jî dixwazin biçin Tirkiyeyê û derbasî rojavayê Firatê bibin û beşdarî DAIŞ’a nû bibin. Lewma pêwîste HSD operasyonek berfireh li rojavayê Firatê jî bide despêkirin. Azadiya gelê herêmê bi paqijkirina rojava û rojhilatê Firatê ji komên çete û terorîstan ve gengaz e. Ev ji bo gelê herêmê tê wateya man û nemanê.

Dewleta tirk ji bo çeteyên xwe li herêmê dîsa bi hêz bike çi ji destê wê tê dike. Alîkariya dida DAIŞ’ê ji hêla hemû cîhanê ve tê zanîn. Lewma ji bo ku DAIŞ yan jî çeteyên ku di bin navên cûda de hatine rêxistinkirin û rola wan ya sereke êrîşkirina kurda ye, ji bo bin nekevin rêvebiriya Erdogan çi ji destê wê tê dike. Ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji hêla hemû welatên cîhanê ve wek terorîst tên pênasekirin Erdogan serokê xwe dibînin û dixwazin biçin cem wî, welatê wî. Ev jî bi awayekî eşkere radixe berçava ku tekîliyên rêvebiriya Erdogan û komên terorîst di çi astê de ye.

Hevkariya dewlat tirk û DAIŞ ya ku li Mûsilê hat despêkirin di Boxazê de bi dawî nabe. Wê ev hevkarî heya yek ji aliyan bi temamî tine nebe wê berdewam bike. Lê tunekirine yek aliyê di heman demê de tê wateya wendakirina aliyê din jî. Lewma herdu alî jî naxwazin hevkarê wan têk biçin. Ji ber vê yekê mutabakata Mûsil ya ku di navbera AKP û DAIŞ’ê de hatiye îmzekirin ji bo wan pir girîng û jiyanî ye. Niha herdu alî li gor vê mutabakatê tevdigerin û hev diparêzin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar