Alan Meîş |
Di çaxekê de em behsa qirkirina li Efrînê dikin, dewleta tirk a dagirker êrîşî başûrê Kurdistanê dike û hewl dide hemû sînorên Kurdistanê ji hev qut bike. Li Iraq û başûrê Kurdistanê Tirkiye 37 baregeh û noqte ava kirine û ya herî bi bandor a Beişîqa ye ku 80 km dûrî sînorê wê ye ango heta deşta Mûsilê ye. Li Sûriye û rojavayê Kurdistanê jî, bi aşkera got ‘ez 32 km dixwazim’ ew jî heta rêya M4 ya navdewletî ye. Ev yek ji nexşeyên wê yên dîrokî li van herdu welatan in. Tirkiye xwedî hin armancan e:
- Tevgera kurdan nehêle û nebin xwedî proje yan jî statuyeke xweser. Jixwe ev 40 sal e î êrîşî axa başûrê Kurdistanê dike û armanc jî her heman e.
- Împratoriya xwe ya osmanî nûjen bike û bi nêzîkbûna sedsaliya Peymana Lozanê, sînorê xwe yê berê vegerîne.
- Tevgera hêzên îslamî yên radîkal li herêmê bi hêz bike da ku welatên ewropî di serî de, serî jê re bitewîne. Ji ber vê çendî niha komên xwe yên çete dişîne Başûr.
Iraq û Sûriyê… heman rewş e
Balkêş e ku di serdema rejîma Sedam Husên de Tirkiye bi bihaneya şerê li dijî PKK û li gorî lihevkirina herdu aliyan derbasî nava Iraqê dibû û careke din bi paş de vedigeriya. Lê belê îro her diçe bargehên xwe zêde dike û ji Başîqa heta Metîna, bareghên herî mezin ava dike û niyeta mayindebûnê diyar e.
Heman plan li Sûriyeyê jî pêk anî. Di çarçoveya peymana Edeneyê ya sala 1998’an de, Tirkiye û Sûriye li hev kir ku heta 5 km ji mafê Tirkiyeyê ye derbasî axa Sûriyeyê bibe, lê mayînde nabe. Lê piştî destpêkirina şerê li Sûriyeyê ya sala 2011’an, dewleta tirk destek da komên opozîsyonê û xwe li wir mayînde kiriye û nêzî ji sedî 12 axa vî welatî di bin dagirkeriya wê de ye.
Li Efrîn û Başûr armanc yek e
Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve, 300 hezar şêniyên resen hatin koçberkirin û 270 hezar kes ji malbatên çeteyên xwe bi cih kirin. Rejeya kurdan ji sedî 97 daket 23’an. Hemû sembolên kurdan hatin hilweşandin û xêr û bêra Efrînê zeytûn hatin dizîn. Li başûrê Kurdistanê jî niha sê rê vekirine û xwezaya wê talan dike. Daristanan dibire û derbasî nava axa Tirkiyeyê dike. Gelo dar û zeytûn jî PKK’î ne?! Ya rast ku ji xwîn û keda destê kurdan e û ev derdê wê dewletê ye. Helbet ev bûyer û derxistina tiştekî bi navê ‘Doza Kobanê’ li dijî HDP’ê ji hev ne dûr in. Tirkiye ji şerê avê, heta bi daristanan û heta bi xêzkirina qanûnên li gorî xwe, êrîşî hebûna kurdan dike.
Yekitî derman e!
Ji her demê zêdetir û pêwîstir, çavê gelê kurd li lîderên wan in. Li bendê ne ku li ser maseyekê rûnên û dijmên xwe diyar bikin û herî kêm bibin yekdeng. Ew gav nayê wateya ku êrîş rawestin, berovajî wê dibe hîn zêdetir bibin. Lê belê niha dewleta tirk di krîzeke aborî û siyasî de derbas dibe û bi rêya şer û êrîşan, gelê Tirkiyeyê dixapîne. Lewma pêkanîna yekrêziyê û dijwarkirina şerê li dijî Tirkiyeyê, wê krîzên hundirîn zêdetir bibin, wê cîhan bibe xwedî helwest û wê derdê kurdan derman bibe. Lê ger ew lihevkirin jî nebe, wê piştî demekê tiştek ji destê wan neyê. Ne êrîş radiwestin, ne jî gel li pişta wan dimîne.