Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Gelo dema zarok dihatin tecawizkirin çima kamerayên we girtî bûn?’

Ji bo şermezarkirina windakirina xwendekara zanîngehê Gulistan Doku û tecawizkirina 15 zarokan li Pêrtagê, li Dêrsim, Mêrsîn û Edeneyê daxuyanî hatin dayîn. Parlamenter Alîcan Onlu bertek nîşanî kamerayên polîsan dan û got; ‘Dema ku zarok dihatin tecawîzkirin û jin dihatin qetilkirin gelo çima kamerayên we vekirî nebûn?

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dêrsimê bi dirûşma ‘Em destûr nadin bêesilkirinê. Em ê xwedî li bajarên xwe, zarokên xwe û pêşeroja xwe xwedî derkevin’ li Qada Seyîd Riza daxuyanî dan. Di heman demê de bi heman boneyê Platforma Jinan a Edeneyê û Platforma Jinan a Mêrsînê jî daxuyanî dan.

Di daxuyaniya li Dêrsimê de gelek nûnerên rêxistinên civakî, parlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu û Mehmet Ruştu Tiryakî û nûnerên Hêza Ked û Demokrasiyê ya Dêrsîmê jî amade bûn.  Di çalakiyê de beşdaran windakirina xwendekara zanîngehê Gulistan Doku û tecawizkirina 15 zarokên li Pêrtagê şermezar kirin. Çalakvanan dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Dêrsim ranezê li Gulistan xwedî derkeve’ berz kirin.

Di çalakiyê de hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê Nurşat Yeşîl got ku li navçeyên Xozat, Pilûr Pêrtagê li ser hev zarok hatin îstîsmarkirin û windabûna Doku bi bîr xist. Yeşîl xwest ku kesên tacîz û tecawizê dikin bên darizandin û cezakirin.

Parlamenter Alîcan Onlu jî di serî de bertek nîşanî kamerayên polîsan da û wiha got: “Li vir ewqas bêrûmetî, taciz û tecawiz zêde  dibin û jin tên qetilkirin, gelo wê demê ev kamera li ku bûn? Mirov hinek şerm dike. Dema li vî bajarî zarok dihatin tacîz û tecawîzkirin çima kamerayên polîs û leşkeran kiryar negirtin? Walî êdî ne walî ye. Di bin berpirsiyariya wî de zarok tên kuştin û jin tên tecawizkirin. Di bin berpirsiyariya te de reng û sincê vî bajarî xera dibe. Divê ev walî demek beriya demekî îstîfa bike.” berî demekê îstîfa bike. Walî dibêje; ‘Li şûna hûn derkevin çiya û siyasetê bikin, fihûş bixêrtir e.’ Ev hişmendiya tecawizkar û dijminê jinê ye. Li temamiya bajar kamera hene û zarok di bin berpirsiyariya we de tên tecawizkirin. Divê hûn derkevin pêşberî kamerayan. Divê li temamiya Kurdistanê li dijî vê bêrûmetiyê têkoşîn belav bibe.”

EDENE

Bi heman boneyê Platforma Jinan a Edeneyê jî li Parka Bi Heykel daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek jin amade bûn û dirûma ‘Gulistan Doku li ku ye?’ berz kirin. Li ser navê Platformê Prz. Zelal Demîray axivî û diyar kir ku di serdema AKP’ê de tacîz, tecawiz, qetil kirin û cudakarî zêde bûye. Demîray xwest ku di zûtirin dem de aqûbeta Doku bê ronîkirin.

MÊRSÎN

Platforma Jinan a Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê daxuyanî da. Li ser navê platformê Derya Narli daxuyanî da û wiha got: “Li cihekî wekî Dêrsimê biçûk, midûriyeta polîsan derzî jî winda bibe dikarin bibînin. Çima midûriyeta polîsan Gulistan nabînin? Walî bi qedexeyan dixwaze bajar bêdeng bike. Ji ber bavê Zaynal Aborak ê ku bûye sedema windakirina Gulistan Doku polîs e ew derxistin dervê bajar. Ev pirsên nû ava dikin. Ji bo Doku bê dîtin têkoşîna me dê bidome.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar