Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gelo Ferhat Şîmdî hat înfazkirin?

Duh li taxa Îstasyonê ya Mêrdînê polîsan bi ser malekê ve girtibûn. Di erdegirtina malê de hatibû gotin ku Ferhat Şîmdî dawî li jiyana xwe anî ye. Lê ferdên malbatê yên ku hatibûn binçavkirin û berdan diyar kirin ku piştî polîsan ew ji malê derxistine dengê 3 guleyan hatiye. Ev jî gumana înfaza Şîmdî zêde dike

Li taxa Îstasyonê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê duh serê sibê polîsên sivîl û polîsên tîmên taybet bi ser malekê de girtibûn. Li gorî agahiyên ku hatibûn bidestxistin di serdegirtina malê de kesê bi navê Ferhat Şîmdî ku hatibû gotin HPG’î ye û di 27 îlonê de li navçeya Dêrikê di pevçûnekê de birîndar bûbû ji bo nekeve dest dawî li jiyana xwe anîbû. Lê belê li gorî ferdên malbatê dibêjin piştî ku polîsan ew ji malê derxistine dengê sê guleyan hatiye, îhtimala ku hatibe înfazkirin zêde dike.

Piştî bûyerê ferdên malbatê Azad Şîmdî, Halîde Şîmdî,  Gulcan Şîmdî, Şemsiye Şîmdî û 4 zarokên xwe hatibûn binçavkirin. Duh nîvro piştî binçavkirinê, 3 jin û her 4 zarok hatin berdan. Jinên ku hatin berdan derbarê mijarê agahî dan ajansa JINNEWS’ê. Li gorî nuçeya ajansê, zarokên ku hatibûn binçavkirin di bin bandora binçavkirin û gefên tîmên taybet yên, “Hûn tev çûn, êdî me malik li we şewitand, me we tune kir.” mane.

Li gorî agahiyên Gulcan Şîmdî, serê şeveqê saet di 5.00’an de polîs û tîmên taybet avêtine ser malê. Piştî ku polîsan wan ji malê derdixine, ji malê dengê teqandina 3 guleyan hatiye. Şîmdî li ser mijarê ev tişt anî ziman: “Saet di 5.00’ê şeveqê de polîsan avêt ser malê ez û zarokên xwe li malê bûn. Heta ku em ji malê derneketin ew neketine hûndir. Dema em derketin jî ez û zaroka min ê 2 salî em xistin binçavan. Bi derketina me re dengê 3 guleyan hat. Destê min û zarokan kelepçe nekirin lê destê zilaman ji piştve kelepçe kirin.”

Dengê teqîna guleyan hat

Halîde Şîmdî ya ku hevjîna Azad Şîmdî ye,tevî hevjîn û zarokên xwe hatin binçavkirin jî  derbarê bûyerê de wiha axivî: “ Ez û zarokê xwe jî em pev re xistin binçavan. Hevjînê min hê jî di bin çavan de ye. Bi dengê anonsa polîsan ez ji xew rabûm. Min go qey dengê anonsê ji televîzyonê tê lê piştre min ferq kir ku deng ji  hewşa me tê. Ez çûm ber şibakê. Polîsan di anonsê de digotin, ‘Madem hûn bi anonsê dernakevin, yek bi yek derkevin derve.’  Piştî em derketin lêgerin kirin. Dema em xistin erebeya binçavkirinê dengê teqîna guleyan hat.”

Hêj di bin bandora buyerê de ne

Her wiha Şîmdî, ev tişt jî anî ziman: “ Polîseke jin bi dengekî bilind ji me re digot, ‘Hûn tev çûn êdî, me malik li we şewitand, me we tune kir.’ Em tev birin mûduriyeta polîsan. Piştre ez û zarokên xwe hatin berdan. Lê hevjînê min birayên xwe hêj jî di bin çavan de ne. Lê belê ez û zarokên xwe hêj di bin şoq a çewisandina ku li ser me hatiye kirin de ne. Zarokên me hêj jî di bin bandora vê bûyerê de ne.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar