Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Gelo gava destpêkê ya projeya deriyê Ovakoyê li Şengalê tê avêtin?

Aşkera bû ku di bin peymana Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û hikûmeta navendî ya Iraqê de ya li ser Şengalê, peymaneke nû ya Lozanê û Mîsakî Mîllî ya nûkirî heye. PDK û hikûmeta Iraqê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de roja 9’ê Cotmehê li ser Şengalê peymanek mohr kirin. Tê gotin ku aktorekî din ê vê lihevkirinê dewleta tirk e, aktorek jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) ye.

Li gorî agahiyan, dewleta tirk projeya Deriyê Sînor ê Ovakoyê ku sala 2017’an xist rojevê, piştî ku hinekî reforme û berfireh kir, bi rengekî fermî pêşkêşî rayedarên DYE û PDK’ê kir. Dewleta tirk, projeya Deriyê Sînor ê Ovakoyê ku beriya niha li dijî PDK’ê xistibû rojevê, vê carê PDK jî tev li kir û ji bo bicihanînê jî gava destpêkê li Şengalê hate avêtin.

Belgeya stratejîka a li dijî kurdan

Dewleta tirk, PDK û Iraq bi koordîneya DYE’yê li ser projeyê dixebitin û tê gotin ku hewl tê dayîn, proje gav bi gav bi cih bê anîn. Dewleta tirk, bi rêya vê projeyê ku ji aliyê Serokatiya Pêşvebirina Stratejîk a Wezareta Karên Derve veguherandiye belgeyeke stratejîk, dixwaze ku berjewendiyên Iraqê, PDK’ê û DYE’yê bigihîne hev.

Çavkaniyên ANF’ê ragihandin ku mîsyonên ‘Pêkanîna ewlekariya sînor a Iraq û Sûriyeyê’, ‘Bisînorkirina bandora Îranê li Iraq û Sûriyeyê’ û ‘Jinûve avakirina Mûsilê û pêşvebirina bazirganiyê’ li vê projeyê hatiye zêdekirin û bi vî rengî hewl tê dayîn piştgirî ji DYE’yê bê wergirtin.

Projeya Deriyê Sînor a Ovakoyê

Dewleta tirk projeya Deriyê Sînor ê Ovakoyê, sala 2017’an piştî referandûma serxwebûnê ya li başûrê Kurdistanê xiste rojevê. Proje ji sêgoşeya sînorê rojava-başûr û bakurê Kurdistanê dest pê dike û digihêje heta Bexdayê. Projeya ku weke rêyên bejahî û hesinî tê plankirin, ji bajarê Şirnexê yê bakurê Kurdistanê dest pê dike, ji wîlayeta Duhokê ya başûrê Kurdistanê di ser rojavayê Şengalê re derbas dibe û digihêje Telafer, Xurmatû, Mûsil û ji wir jî digihêje heta Bexdayê.

Piştî referandûmê xiste rojevê

Dewleta tirk projeya navborî sala 2017’an piştî referandûma serxwebûnê bi girtina Deriyê Sînor ê Xabûrê, ji bo by-passkirina başûrê Kurdistanê û têkiliyeke yekser bi rêveberiya navendî ya Iraqê re bê danîn, xiste rojevê. Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Haydar El Ebadî sala 2018’an serdana Tirkiyeyê kiribû û hingî proje ketibû rojevê. Hatibû ragihandin ku rayedarên Wezareta Karên Dervre û Wezareta Bazirganî û Gumrukê yên tirk li ser mijarê di prensîbê de bi hempîşeyên xwe re li hev kirine.

Piştî ku rêveberiya Iraqê hate guhertin û têkiliyên dewleta tirk û PDK’ê sererast bûn, proje ji bo demekê hate rawestandin. Lê belê li gorî agahiyên hatin bidestxistin, piştî hin hevdîtinên dîplomatîk ên navbera Enqere, Bexda, Hewlêr û Washîngtonê, proje ji nû ve kete rojevê û kar li ser hate kirin.

Hevdîtinê navbera Enqere-Bexda-Hewlêr-Washingtonê

Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan meha Hezîranê serdana Bexdayê kir, Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî meha Tebaxê serdana Washîngtonê, meha Îlonê jî serdana Hewlêrê kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî meha Îlonê serdana Enqereyê kir, piştre jî Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey serdana Hewlêr û Enqereyê kir. Tê gotin ku proje di van serdanan de hatiye nirxandin.

Êrîşên dagirkeriyê yên piştî serdanan

Dewleta tirk piştî serdana Hakan Fîdan di meha Hezîranê de bi hevdemî êrîş bir ser Şengal, Mexmûr û Heftanînê, piştre jî êrîşên li ser Heftanînê bi navê ‘Pençe-Kaplan’ dewam kir. Heman piştî serdana Nêçirvan Barzanî jî PDK’ê hêza leşkerî li ser sînorê Rojava bi cih kir, xendek kola û dest bi çêkirina qereqolan kir.

Tê ragihandin ku Iraq bi rengekî erênî nêzî projeyê dibe, bi tevlikirina PDK’ê re jî hewl didin fikaran ji holê rakin. Li gorî agahiyan, dewleta tirk ji bo projeyê bixe meriyetê hin soz dane PDK’ê, hikûmeta navendî ya Iraqê û DYE’yê. Lê belê hîn nayê zanîn ku ev soz çi ne.

Soza ku ji PDK’ê re hatiye dayîn…

Tê gotin, peymana ku PDK’ê û hikûmeta navendî ya Iraqê di 9’ê Cotmehê de li ser Şengalê mohr kirin, parçeyek ji vê projeyê ye. Li gorî agahiyan PDK a ku beriya niha xwe nêzî projeyê nedikir, bi rengekî germ nêzî sozên; “Deriyê Sînor ê Xabûrê wê girîngiya xwe bidomîne, bazirganî wê dewam bike, her wiha ji Deriyê Sînor ê Ovakoyê yê di ser Duhokê re derbas bibe wê PDK sûdê jê werbigire” û “çareseriya pirsgirêka herêmên cihê nîqaşê” dibe.

Hesabê Iraqê

Ji aliyê desthilatdariya Iraqê ve jî ji ber ‘zêdekirina rêjeya bazirganiyê’, ‘Derfetên yekser ên ji bo bazirganiya navbera Bexda û Tirkiyeyê’, ‘Çareseriya pirsgirêka herêmên cihê nîqaşê’, ‘Di hilbijartinên Hezîrana 2021’ê de soza ji bo piştgiriya kurdan û eşîrên Sûnî yên Mûsilê ji bo Kazimî’ rêveberiya Kazimî germ nêzî projeyê dibe.

Bi qerta Îranê hewl da projeye pêşkêşî DYE’yê bike

Bi îdîaya ‘Kêmkirina bandora Îranê ya li Iraqê, lawazkirina rêxistiniyên milîs ên mîna Haşdî El Şaabî’, ‘Birîna Heyva Şîa ya Îranê’ dewleta tirk hewl da projeyê pêşkêşî rayedarên DYE’yê bike û wan îqna bike.

Rêya ber bi Mîsakî Mîllî ve

Bi nêzîkbûna sala 100’î ya Peymana Lozanê re dewleta tirk ji bo xeyalên xwe yên Mîsakî Mîllî û xwegihandina Mûsil û Kerkûkê vê projeyê girîng dibîne. Hedefa xwe ya sereke jî dîsa kurd in. Tê gotin, dewleta tirk bi projeya navborî re ya rêyên bejahî û hesinî, plan dike ku têkiliya navbera rojava û başûrê Kurdistanê bibire, dawî li xweseriya êzidiyan a li Şengalê bîne, xwe bigihîne Mûsil û Kerkûkê û bakur-rojhilatê Sûriyeyê dorpêç bike.

Ji bo kurdan ji her alî ve gef e

Ev projeya dewleta tirk ku rêya ber bi xeyalên Mîsakî Mîllî ye ji bo kurdên li rojava û başûrê Kurdistanê ji her alî ve gefeke. Dewleta tirk ku bi rêya hesinî bakur û rojavayê Kurdistanê ji hev qut kir, piştî dîwarê li ser sînor (Li sînorê Bakur-Rojava 832 kîlometre, li sînorê Bakur-Rojhilat 139 kîlometre), niha jî bi vê projeyê hewl dide heman tiştî li sînorê Başûr û Rojava bike.

Çavkanî: ANF / Ersîn Çaksû – Dêrik

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar