Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Gelo gerdûn çiqas mezin e?

Gerdûn ji ber ku duv hev berfireh dibe, rexên derve yên aliyên tên dîtin ên gerdûna me, ji leza roniyê bileztir ber bi derve dikeve tevgerê. Ev jî tê wê wateyê ku rexên gerdûna me, ji leza roniya zûtir ji me dûr dikeve

Ger ku hûn jî der barê rêwitiya zeman de xeyalan çê bikin, lênihêrîna we ya asîman a bi şev tenê bes e. Ew biriqînên ku hûn dibînin, ji rabûrdiyeke pir dûr, dîmenên rasteqîn raberî we dike. Lewre ev stêrk, gerstêrk û galaksî ewqas dûrin ku roniya herî nêz jî piştî dehezaran salan digihijin Dinyayê.

Bêguman gerdûn cihekî pir mezin e. Lê gelo çiqas mezine?

Astrofîzîkê Zanîngeha Ontarîo ya Kanadayê Sarah Gallagher têkildarî mijarê ji kovara Live Science re axivî. Gallahger der barê mijarê de wiha dibêje: “Bi rastî jî dibe ku em tu caran vê rastiyê nezanîn.” Mezinahiya gerdûnê, yek ji pirsên bingehîn ên astrofîzîkê ne. Li gel vê, bersivdayîna vê pirsê hema hema ne gengaze. Tevî vê jî, ev rastî li pêşiya xebatên zanyaran ên di vê der barê de nabe astengî.

Çawa tê pîvîn?

Gallagher dibêje ku li gerdûnê cismek çiqas nêzî me be, pîvandina dûrbûna wî jî ewqas hêsantir dibe. Wê demê dê dûriya Ro’yê çawa bê pîvîn? An jî weke lîstika zarokan, hîv dê çawa bê pîvîn? Pîvandina dûrîtiya hîvê ji ya Ro’yê hêsantir e. Tekane tişta ku divê zanyar bikin ew e ku baqeke roniyê ber bi asîman ve bilind bikin û li bendê be ku ev ronî ji rûyê hîvê şewq bid û piştre jî wê dema ku heta ev roniye vedigere bipîve.

Li hêla din Gllagher dibêje ku cismên ji galaksiya me herî dûr, ji vê bêhtir xapînertirin. Di dawiya dawî de ji bo ku mirov bikare xwe bigihîne wan, pêdivî bi baqeke roniyê yê pir xurt heye. Ji vê wêdetir, her çiqas ji bo ku mirov bikare roniyekê bişîne cihekî ewqas dûr em xwedî derfetên teknolojîk jî bin, ji bo ku mirov bikare şewqa tîrejên ku li rexên dûr ên gerdûnê tespît bike, pêdivî bi hezaran salan heye. Mirovekî ku bikare hezar salan bijî jî nîne.

Ji bo zanyarên ku dixwazin bi cismên herî dûr ên gerdûnê de re eleqedar bibin, pir kêm alternatîf hene. Stêrk çiqas kal bibin, ewqas reng diguherînin û zanyar li ser bingeha van rengan, dikarin texmîn bikin bê ka ev stêrk dikarin çiqas enerjî û roniyê bidin. Stêrkên ku xwedî heman enerjî û ronahiyê, ger ku ji van stêrkan yek jê ji ya din dûtir be, li Dinyayê bi heman awayî nayên dîtin. Stêrka dûrtir, bêguman dê li gorî ya din ronahiya wê kêmtir xuya bike. Gallagher dibêje ku zanyar, dikare ronahiyeke rasteqîn a stêrkekî û tiştê ku li Dinyayê dibîne re bide ber hev û ji bo hesabkirina dûrîtiya stêrkê vê ferqê bikarbîne.

Riza gerdûnê li ku ye?

Baş e wê demê ya dûrîtiya rexê mutleq ê gerdûnê? Zanyar dûrîtiya di navbera me û cismên asîmanî de çawa hesab dikin? Bi rastî jî cihê ku karê heyî tevlihev dike jî ev xale ye. Bila ev li ber hizra we be: Cismek ji Dinyayê çiqas dûr be, ew ronahiya ji wî cismî digihije me jî ewqas dê demê bigire.

Ji van cisman hinek ewqas ji me dûrin ku heta ku roniya wan digihije me carna bi milyonan sal heta bi milyaran sal derbas dibin. Vêca niha bînin ber hizra xwe bê ka rêwîtiya roniya van cisman a heta digihije me çiqas dirêj e. Ewqas dûre ku tevî bi milyaran salan jî hîn negihiştine Dinyayê. Ji fîzîkvanên Zanîngeha Eyaleta New Yorkê ya li bajarê Buffalo’yê Wîll Kînney jî di hevpeyvîna xwe ya bi Live Science’rê de wiha dibêje: “Gelemperî pirsgirêka ku stêrezan pê re rû bi rû dimînin jî tam ev e.”

Kînney dibêje: “Em tenê cihekî pir biçûk, peqilkekî pir pir biçûk ê gerdûnê dibînin. Ji derveyî vê bi rastî jî em tişteke din nizanin.”

Li hêla din zanyar dikarin rehenda derveyî vê peqilkê jî hesab bikin û têkildarî qewimînên li derveyî wê jî hinek texmînan bikin.

Zanyar dibêjin ku gerdûn, (Tevî paya xetayê ya bi çend milyon salan) 13,8 milyar salî ye. Ev, ji bo ku roniya cismekî bigihije me pêdivî bi 13.8 milyar salan dibîne û ev jî tê wê wateyê ku cismekî herî dûr e. Dibe ku ev yek fikreke weke ku em der barê mezinahiya gerdûnê de xwedî bersiveke hêsanin bixe serê we. Lê ji bo vê hewceyî bi 13,8 milyar salên roniyê heye.

Bênavber berfireh dibe

Lê divê neyê jibîrkirin ku gerdûn bi awayeke duv hev berfireh dibe. Heta ku ronî digihije me, di wê navberê de sînorên peqilkê jî mezin dibin. Lê zanyar dizanin bê ka sînorên wê çiqas mezin bûne. Li gorî hesaban, ji Teqîna Mezin heta niha sînorê wê bi qasî 46.5 milyar salên roniyê dûr in.

Hinek zanyar ji bo ku wan tiştên li derveyî van sînoran diqewimin hesab bikin, vê hejmarê bikartînin. Li gorî texmîna ku gerdûn bikewane, stêrezan dikarin li modêlên gerdûna têçavdêrîkirin binihêrin û ji bo ku dûrîtiya deverên din ên gerdûnê hesab bikin, van modêlan bikarbînin. Li gorî xebateke berê, tê gotin ku gerdûna rasteqîn di esasê xwe de 250 qat ji ya 46.5 milyar salên roniyê ya ku em dibînin mezintire.

Li hêla din çend fikrên din ên Kînney jî hene. Kînney wiha dibêje: “Têkildarî dawiya gerdûnê de tu delîl di destê me de nînin. Bêguman dibe ku heta bêdawiyê jî dirêj bibe.”

Gallagher têkildarî bidawî yan jî bêdawîtiya gerdûnê de tiştekî nabêje lê hemû zanyar di  nêrîna ‘Bi rastî jî gelek mezine’ de hemfikirin. Mixabin ev parçeya biçûk a ku em dibînin, tişta herî mezin a ku em dikarin çavdêrî bikin e. Ji ber ku gerdûn bi awayeke rêk û pêk berfireh dibe, rexên gerdûna me ya tê çavdêrîkirin di esasê xwe de ji leza roniyê zûtir ber bi derve dikeve nava tevgerê. Ev jî nîşanî me dide ku rexên gerdûna me, ji roniya ku digihijime zûtir dûr dikeve. Ev rex e hêdî hêdî (Weke ku nivîskarê ingilîz Douglas Adams nivîsandî ye, ew resoranên li wir) ji qada me ya dîtinê derdikevin.

Gallagher dibêje ku qismê gerdûnê yê ku em dibînin, li gorî qismê ku em nabînin pir biçûktir e. Lê tevî vê yekê jî ev rewş li ber xebatên zanyaran nabe astengî.

Gallagher  wiha bi dawî dike: “Dibe ku em nekarin vê çareser bikin. Ev yek dibe ku mirovî hêrs jî bike. Lê di heman demê de dike ku rê li ber heyecaneke mezintir vebibe.”

* Ji malpera Live Science hatiye wergerandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar