Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Gelo ji ber kêmbûna zayînê nifşê Neandertal tune bû?

Mirovên Neandertal ku tê gotin, piştî li nifşê mirovên heyî rast hatin beriya bi hezaran salan tine bûn, tê îdîakirin tinebûna wan ji ber kêmbûna rêjeya zayînê ye

Nifşê mirovên Neandertal ku tê texmînkirin 400 hezar heta 40 hezar salî beriya niha bi giranî li Ewropayê bûn, der barê tunebûna wan de teoriyeke nû derkete holê. Li gorî lêkolînerên Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê (CNRS), pêvajoya tunebûna nifşê Neandertal ku 10 hezar salî domiya, ji ber kêmbûna rêjeya zayînê ye.

Beriya niha dihat gotin ku Neandertalan li gorî nifşê mirovên niha Homo Sapiens bi pêş neket, hîn kêmtir goşt dixwar. Li gorî hin teoriyan jî, ji aliyê mejî ve li gorî Homo Sapiens bi paş de mane û ji aliyê Homo Sapiens ve hatine tunekirin.  Li gorî teoriyeke din jî ji ber nexweşiyeke şewbê tune bûne.

Lê belê ji ber ku Homo Neandertal di nava 10 hezar salî de tine bû, piraniya van teoriyan kêm na.

Li gorî lêkolîna paleontologên CNRS’ê ku di kovara Plos One de hate weşandin, sedema tinebûna Neandertalan ew e ku taybetmendiya zayînê ya li nava jinên wan kêm bûye.

Ji lêkolîneran Silvana Condemi diyar kir ku teoriyên der barê tunebûna Neandertalan ji ber şewbê ya jî êrîşên Homo Sapiens kêm in û got, eger ji ber şewbê ya jî êrîşê bûya diviyabû di demeke kurt de tune bûna.

Di beşa encamê ya lêkolînê de hate gotin, “Kêmbûna taybetmendiya zayînê gelekî kêm jî be têrê dike ku di demeke dirêj de dawî li Neandertalan bîne.” PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar