PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Gelo Neandertal ji ber guherîna cemsera manyetîk tune bûn?

Li ser tunebûna Neandertalan heta niha gelek teorî hatin ziman.  Lê zanyarên îngilîz jî îdîa dikin ku guherîna ji nişka ve li cemserên manyetî çêbû, bû sedema tunebûna Neandertalan

Navenda Nûçeyan |

Têkildarî mirovên Neandertal ku tê texmînkirin bi belavbûna Homo Sapîens ku mirovên serdema heyî ne, yan jî ji ber şert û mercên avhewayê tune bûn, teoriyeke nû derkete holê.

Zanyarên ji Zanîngeha New Soûth Walesê û pisporên ji zanîngehên cuda di vê der barê de lêkolîn kirin û encamên wê jî li kovara Scîence weşandin. Nirxandinek li ser vê lêkolînê jî li The Conversatîonê hate weşandin.

Guherîna li cemserên manyetik: Tîrêjên ûltravîole zede bûn

Li gorî zanyaran, cûreyê Neandertal ku tê texmînkirin di navbera 28 hezar heta 40 hezar sal beriya niha tune bûn, ji ber guhertina ji nişka ve ya cemserên manyetîk ên cîhanê yên li Bakur û Başûr, nekarî li gorî şert û mercên guherî tevbigerin û tune bûn. Li gorî vê yekê guherîna berevajîbûna cemserên manyetîk ên cîhanê ku beriya 42 hezar salî pêk hat, hem gelek cûreyên heywanan hem jî Neandertal bi temamî tune bûn.

Di lêkolînê de hate bibîrxistin ku qada manyetîk a cîhanê mîna xeliyekê radyasona neyînî ya ji fezayê tê, asteng dike û hate ragihandin ku di dema cihguhertina cemserên manyetîk de ev taybetmendiya parastinê ji holê rabû. Di encama vê yekê de jî tîrêjên ûltravîole yên ji fezayê tên cîhanê zêde bûn û vê yekê jî bandor li Neandertalan kiriye.

Lêkolîneran ragihandin ku Neandertal tevî ku li gorî Homo Sapîens ji aliyê fîzîkî ve xurt bûn, ji bo xweparastinê ji aliyê mejî ve lawaz bûn û diyar kirin ku Homo Sapîens ên di heman demê de hebûn xwe li şikeftan girtin û bi vî rengî sax man.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar