Polîsên Fransayê ku beriya çend rojan avêtin ser saziyên kurdan, bi kiryareke xwe ya din bû sedema nerazîbûnan.
Hevserokê berê yê Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) Vedat Bîngol, ji bo îfadeyê bang lê hate kirin. Balkêş bû ku îfadeya Bîngol li gorî lêpirsîneke dozgerên tirk hatiye wergirtin. Bîngol diyar kir ku polîsan ji ber lêpirsîneke bi sûcdariya ‘Heqareta li Erdogan’ li wî hatiye pirsîn.
Bîngol rexne kir ku ji ber lêpirsîneke li Tirkiyeyê ew li Fransayê tê pirsîn û wiha got: “Gelo otorîteyên Fransayê bi fermana Erdogan tevdigerin?”
Bîngol li ser Twîtterê jî peyamek weşand û got ku hikûmeta Fransayê di rêyeke metirsîdar de ye û xwest ku dawî li vê siyaseta ‘dînîtiyê’ bînin. PARÎS