Di hefteyên dawî yên desthelatdariya Donald Trump de, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bûyerên wisa pêk hatin ku di dîroka wê de nehatine dîtin. Mirov dikare bêje ji gelek aliyan ve pir balkêş bûn.
Êrîşa alîgirên Trump li dijî Kongreya Amerîkayê û hewldanên Trump ên hîsterîk ji bo guhertina encamên hilbijartinê du mînak in, lê em bêhtir bala xwe bidin ser derxistina Trump ji platformên medyaya civakî.
Piştî bûyera serdegirtina kongreyê di 6’ê çileyê de, platforma medyaya civakî ya herî mezin, biryara derxistina Trump dan. Bi vî awayî hesabên serokê welatê herî bihêz ê cîhanê, ji aliyê Twitter, Facebook, Youtube, Instagram û hwd. hatin astengkirin. Bi awayekî din axa û lordên cîhanên mecazî padîşahê (demkî a ) cîhanê asteng kirin. Hinek belkî rasterast bêjin ew dişibe Magna Kartayeke nû û pêngaveke bo demokrasiyê ye. Wek tê zanîn di dîroka Îngilîstanê de, lordên wî welatî li hemberî desthilatdariya reha ya padîşahê xwe rabûn û ew neçar kirin biryarên girîng nede.
Jixwe Trump jî kesayetek wisa bû ku dixwest bibe dîktator. Dostê alîgirê dîktatoran bû. Li aliyê din lordên civakên mecazî jî gelek caran qala demokrasiyê dikin.
Lê heger em baş lê binêrin, dikare tam berevajî be. Jixwe hem lordên dinyaya mecazî zêde naşibin lord û axayan, hem biryara astengkirina hesabên Trump jî zêde naşibe Magna Kartayeke nû. Dibe ku tiştekî din be.
Xwedayên serdemê!
Ji mêj ve ye em naçin ser mezargehan û mirazên xwe ji şêx û meşarîxan naxwazin. Em êdî mirazên xwe ji Hz. Google dixwazin. Ew di demeke pir kurt de mirazên me hasil dike û tu pirsê me bêbersiv nahêle.
Her tiştî dizane. Her derî ye û ne tu derî ye. Her tim bi me re ye. Em çi bibêjin, çi bikin bi ku derê biçin pê dihese. Her tim ferîşteyeke wî di pelîka me de ye û kirdarên me qeyd dike. Ez behsa Samsung û Apple’ê dikim, xwedayên serdemê.
Di heman demê ew gotin bo Facebook, Amazon, Twitter û yên din jî wisa ye. Ew êdî, hêdî hêdî cihê Zeus, Hera, Nepton, Hermes, Artemis, Apollon û xwedawendên din ên cîhanê kevnar girtine. Ew niha hakim û desthilatdarên wê serdemî ne. Xwedayên gerdûna mecazî ne.
Êdî ji bilî çiyayê Olîmposê geliyê Silikon (silikon valley) bûye cih û warê wan.
Ew jî wekî xwedayên çiyayê Olîmposê li hev dikin, li hev dixin, plan û komployan li dijî hev pêk tînin. Helbet di heman demê de jî belayên giran tînin serê mirovan. Mirov kirine ebîd û bendeyên xwe û çawa bixwazin pê dilîzin.
Xwedayên bêmaske û bêkinc ku êdî li pişt perdê nemane, koletiyeke modern ava kirine. Mirov neçar kirine ( ji bo ku li mobil û tabletên xwe binêrin) her tim serê xwe li ber wan bitewînin. Belayên wekî vîrûsa koronayê ku di salekê de bi sedhezaran mirov kuştin, ji wan re dibe nîmet. (Amazon, Facebook, Microsoft, hwd. sala bihurî du qat zengîn bûne)
Xwedayên cîhanên mecazî ku êdî cîhana rastîn dixin bin bandora xwe; xwedayên Qehhar û Cebbar, lê ne zêde rehman û rehîm.
Ew Fîrewn û Nemrûdên vê serdemê ne ku qala xwedatiyê dikin. Bi astengkirina hesabên Trump xwestin bêjin êdî serdem hatiye guhertin. Edî ew in desthilatdarên ber û behran. Ew in hakimên mitleq ê hemû cîhanê. Xwedayên qehar û cebbar ew in.
Xwedayên ku tu yasa, pîvan û hiqûqan nas nakin, ji bo cîhanê mecazî qadirê mitleq in. Kengî bixwazin bi dîktatorên cîhana rastîn re li hev dikin, bi wan re didin û distînin. Kengî jî bixwazin hejmarên wan li ser cîhana mecazî dikujin.
Ji ber vê ye mirov dikare bêje serdemeke nû dest pê kiriye. Serdema desthilatdariya xwedayên geliyê Silikon. Ew xwedayên bêkinc û bêmaske bi astengkirina hesabên Trump xwestin vê bêjin.