Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Gelo wê Bozdag çawa edaletê di hilbijartinan de temîn bike’

Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê parêzer Bulent Aşa bal kişand ser Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ê ku ji aliyê AKP'ê ve weke namzetê parlamenteriyê yê Rihayê hatiye destnîşan kirin û got: “Yekî ku terefê wê daraza ku daxwaza edaletê ya Malbata Şenyaşar pêk nayîne wê çawa di hilbijartinê de edaletê pêk bîne.”

Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Rihayê dê milyonek û 219 hezar û 445 hilbijêr rayên xwe bikar bînin. Li Rihayê namzetên Tifaqa Ked û Azadiyê, Tifaqa Cumhur, Tifaqa Millet û 8 namzetên serbixwe ketine pêşbaziya hilbijartinê. 4 hezar û 84 sindoq dê bên danîn. Her ku hilbijartin nêz dibe, xebatên hilbijartinê yên partiyan jî bênavber didome. Yek ji mijara herî girîng a hilbijartinê jî ewlehiya hilbijartinê û sindoqan e.

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê parêzer Bulent Aşa têkildarî ewlehiya hilbijartinê axivî.

‘Divê em hemû hêza xwe ji bo parastina sindoqan seferber bikin’

Aşa diyar kir ku li Tirkiyeyê ewlehiya hilbijartinê û sindoqan rasterat bi karektera rejîmê ve girêdayî ye û wiha got: “Di her hilbijartinê de xetereya ku wê ray werin dizîkirin û tiştên neqanîn bên kirin heye. Nexasim li Kurdistanê em bikaranîna rayên komî re û bêqanûniyên wek di şûna kesek din de bikaranîna rayê re rûbirû ne. Ev hilbijartinek dîrokî ye. Lewma rayek jî bi qîmet e. Ji ber vê yekê em dixwazin hemû gelê me xwedî li dengên xwe derkevin. Divê em hemû hêza xwe ji bo parastina sindoqan seferber bikin. Divê xebatkar û çavdêrên me li ser her sindoqê û dibistanê hebin. Ji bo xatirê parastina rayan em bang li gelê xwe dikin ku wê rojê bibin wezîfedar.”

Aşa anî ziman ku ji bo ewlehiya hilbijartin û sindoqan dê bi Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Şaxa Rihayê re roja hilbijartinê bixebitin û ew ê li her navçeyên sê çar parêzeran wezîfedar bikin û dê perwerdehiya parastina hilbijartinê û sindoqan bide muşahîdan.”

‘Kesê daxwaza edaletê ya Şenyaşar pêk nayîne wê çawa di hilbijartinê de edaletê pêk bîne’

Aşa bal kişand ser wê yekê ku Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ê ku ji aliyê AKP’ê ve weke namzetê parlamenteriyê yê Rihayê hatiye destnîşan kirin, divê di mijara ewlehiya hilbijartinê de ji wezaretê îstifa bike û wiha got: “Bekir Bozdag hê jî ji Wezareta Dadê îstifa nekiriye û hîna jî dewam dike. Niha ev wezîr dê hemû hêz û hemû îmkanên wezaretê ji bo xwe bikar bîne. Ma hilbijartineke wiha dikare adil be? Em dibêjin edalet, lê ew wek wezîrê dadê namzedê bajarekî ku edalet lê nayê. Ev rewşek trajîkomîk e. Wezîrê Dadê mafê çavdêriya îdarî li ser dadger û dozgeran heye. Di heman demê de Wezîrê Dadê û serokê Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) ye. Serokê desteya hilbijartinên bajêr û navçeyan e. Niha bifikirin ku wezîrê dadê yê ku îstifa nekiriye, çavdêrê îdarî yê van dadgeran e. Ew ê çawa hilbijartinek adilane pêk were? Gelo wê Bozdag wê çawa edaletê di hilbijartinê de temîn bike? Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku partiyên din ên muxalefetê di vê mijarê de piştgirî bidin banga îstîfayê. Heke ku amire dadgeran namzet be gelo wê çawa ewlehiya hilbijartinê pêk were? Yekî ku terefê wê daraza ku daxwaza edaletê ya Malbata Şenyaşar pêk nayîne wê çawa di hilbijartinê de edaletê pêk bîne?”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar