Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelo wê cihan heta kengî li hember kîmyabaranê bêdeng be

Qurbaniyên çekên kîmyawî yên Dola Xoşnawetî ya Balîsanê ragihandin ku dijminên me ev sed sale li Rojhilat, Bakur û Rojava kîmyabaran dike û wiha gotin: “Ji rejîma Baas bigre heta dewleta tirk a dagirker kîmyabaran ranewestiyaye. Cihan wê heta kengî bêdeng bimîne gelo?."  

Di sala 1987’an de rejîma Baas’ê gundên Balîsan, Şêx Wesanan, Dola Melekan, Xetê û Wertê kîmyabaran kir. Bi sedan kes şehîd û birîndarbûn. Piştî derbazbûna 36 salan bi ser vê buyerê re, qurbaniyên çekên kîmyawî yên herêmê ji Rojnews’ê re axivîn û diyarkirin ku kîmyabaran, Enfal û qirkirina gelê Kurd berdewam e û çekên qirkirinê li dijî gelê kurd têne bikaranîn.

‘Çawa çav li kîmyabarana ser me girtin, heman şêweyî li kîmyabarana ser Gerîla digirin’

Endamê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabaran û Enfalê ya Dola Xoşnawetî Omer Şêx Wesanî, derbarê mijarê re axivî û wiha got: “Me hêvî dikir ku piştî dehan sal ser bi kîmîyabarana navçeyê û piştî hemû karesatên ku ser gelê kurd hatîn, çekên qirkirinê ji holê rabin. Lê mixabin heta niha jî ev çekane li dijî gelê kurd têne bikaranîn. Bi taybet ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve ku li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çekên kîmyawî bikartînin. Tirkiye ji komkujiya ermeniyan heta niha bi berdewam çekên qedexekirî bikartîne. Kurdan jî, ji bo parastina nasname û çanda xwe çek hilgirtine. Ji ber ku rejîma faşîst a tirk mafên gelê kurd nas nake, gerîla çek hilgirtine.”

Omer Şêx Wesanî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku mixabin niha jî cihan li beramberî ev zilm û zordariya beramberî gelê kurd tê kirin bêdeng e û wiha domand: “Çawa civaka navneteweyî çavê xwe li kîmyabarana ser me de hatî kirin girt, heman şêweyî niha çavê xwe li kîmyabarana ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tê kirin digirin.”

Pêşmergeyê Dêrîn Xidir Qadir ku yek ji qurbaniyên kîmyabaranê ye derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû: “Me gelek qurbanî da û malwêran bûn. Lê ziyanên me girtîn bi van ve bi dawî nebûn ku ev trajedî û karesatane berdewam in. Dijminên me li Rojhilat, Bakur û Rojava bombebaran û kîmyabaran dikin. Erdoganek bê wijdan gerîlayek netewparêz şehîd dixe. Mixabin li herêmê hinek kurdên ku bi şehîdbûna gerîla keyfxweş dibin hene. Gerîlayên Kurdistanê welatparêziyê hilbijartine. Heskirina wan ya ji xak û welatê wan re bûye sedem ku jiyana li çiyayên Kurdistanê hilbijêrin. Lê mixabin dewleta tirk a faşîst çekên kîmyawî dijî wan bikartîne û şehîd dixe.”

Xidir Qadir di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku metirsiyek mezin li gelê kurd heye, ji ber ku xiyanet û sixûrî berdewam e û wiha bi dawî kir: “Ger kurd dev ji xiyanet û sixûriyê bernede, çarenûsa gelê kurd dê ne ronî be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar