Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Gelo wê Ewropa bikaribe Tirkiye mehkum bike

Tecrûbe nîşan didin ku 'sira dewletê', parastina berpirsyaran û israra bêcezahiştinê, hevkariya sûc e

Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an nîvê şevê hatibû kirin. Bersiv ji telefonê re nedihate dayin. Peyamên dihatin şandin bêbersiv hatibûn hiştin. Yek jê jin 3 hevrêyên wan li ber deriyê avahiya bi hejmara 147 a li kolana La Fayette disekinîn. Bi şîfreya deriyê pêşî zanî bûn. Lê belê nikarîbûn ji deriyê duyemîn derbas bibin. Kesî bersiv nedida zingila derî. Kes bi tesadûfî jî ji avahiyê dernediket. Yekî ji wan deriyê duyemîn dehf da. Derî bi hêsanî vebû. Saet ji 01:00 derbas bûbû. Hersê ciwan bi lez û bez çûn jorê. Dema ku hatin ber deriyê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bi mifteya ku Rojbîn dabû wan pê derî vekirin. Dema ku derî vekir, lingên yekê ji wan dîtin. Lingên Sara bûn.

Bi dîmenekî tirsnak re rû bi rû man. Şoq bûn. Rojbîn li kêleka Sara li ser milê xwe ketibû. Çavên girtî bû. Her der xwîn bû bû. Pişta Sara li televîzyonê bû, çavên wê werimî bûn. Valîzekî biçûk li gel wan bû. Sara û Ronahî xwe amade kiribûn ku biçin Almanyayê, diviyabû ji zûdeyî bi rê ketibûna. Ronahî di navbera kursî û maseyê de bi ser rûyê xwe ketibû. Porên wê ser çavên wê nixumandibû. Hundirê buroyê paqij bû, bi rêk û pêk bû. Her tişt li şûna xwe bû. Di vê demê de qîrînek bilind bû. Qîrîna yek ji ciwanên ku şoq bû bû. Her sê ciwanan nema karîbûn li hevrêyên xwe binihêrin ku di nava xwînê de ma bûn. Derketin derve. Dema ku derketin hem li polîsan hem jî li rayedarên kurd geriyan.

Nûçeya destpêkê di 10’ê Çileyê saet di 02:30’î de li Ajansa Nûçeyan a Firatê hate weşandin. Kurd li Navenda Çanda Kurd a li Parîsê û li navnîşana ‘147 rue La Fayette’ li hev kom bûn. Guman êdî nema bûn. Sê jinên kurd ên di nava xwînê de Sara, Rojbîn û Ronahî bûn. Sara (Sakîne Cansiz) yek ji damezrînerên PKK’ê, Rojbîn (Fîdan Dogan) Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a li Parîsê û Ronahî (Leyla Şaylemez) jî endama Tevgera Ciwanên Kurd bû.

Sozên xwe bi cih neanîn

Tevî ku gelek delîl hatin bidestxistin û işaret bi servîsên îstîxbaratê yên tirk kirin jî 10 salan edalet bi cih nehate anîn. Halbûkî Wezîrê Edaletê heman piştî komkujiyê soz dabû ku wê sûîqestê ji her aliyan ve ronî bike. Heman piştî komkujiyê hem ji dewleta tirk hem jî ji dewleta Fransayê hin siyasetmedaran daxuyaniyên manîpulatîf dan. Tevî vê yekê sûîqest bi lez û bez bû meseleya dewletê. Îdîanameya ku Dozgeriya Komarê amade kir de cidiyeta vê rewşê piştrast dikir: “Gelek belgeyên di prosedurê de nîşan dide ku di amadekirin û pêkanîna sûîqestê de, dibe ku tiliya MÎT’ê hebe.”

Yekane gumanbar bi fermî Omer Guney ê tirk bû. Kujer çend roj beriya sûîqestê hate destgîrkirin û berdan. Dawiya sala 2016’an çend roj beriya destpêkirina dozê bi gumanbarî li girtîgehê mir.

Divê dewleta Fransa tiştên veşartî aşkere bike

Civaka Demokratîk a Kurd ya Fransayê bi wesîleya salvegera 10’emîn ya komkujiyê daxuyaniyke da û got, “Mirina kujer Omer Guney tiştekî naguherîne, ji ber ku yên ferman dane hîn sax in.” Kurd bi taybetî ji rayedarên Fransî dixwazin ku ‘sira dewletê’ ya li ser komkujiyê bê rakirin.

Rayedarên hikumeta Fransayê tevî ku 10 sal di ser komkujiyê re derbas bûn bi malbatên qurbaniyan re hevdîtineke fermî nekirin. Halbûkî êrîşên bi vî rengî girîng in ku hevdîtina rayedaran bi malbatan re dihat hêvîkirin.

Ji aliyê MİT’ê ve hatibû wezîfekirin

Salek piştî qetilkirina sê jinên kurd, belgeyên li ser têkiliya Omer Guney ku jê re digotin ‘Kaynak’ a bi servîsên îstîxbarata tirk re aşkere bûn û li çapemeniyê hatin belavkirin. Berevajî gelek kuştinên siyasî yên berê, fermana vê sûîqestê ya nivîskî bi îmzeya rayedarên MÎT’ê bû û tevî qeyda deng di Çileya 2014’an de li ser medya dîjîtal hate parvekirin. Ev yek nîşan dide ku ‘karê dewletê’ ye.

‘Nota daxwazê’ ku weke fermanê tê nirxandin, di 18’ê Mijdara 2012’an de bû. Di vê belgeyê de ‘Kaynak’ ji bo sûîqesta li dijî hedefên diyarkirî ku Sara jî di nav de bû, bi amadekariyê hatibû wezîfedarkirin.

Belgeya ku 14’ê çileya 2014’an li medyayê hate weşandin, di destpêka Cotmeha 2012’an de du meh beriya hevdîtina navbera Omer Guney û 2 endamên MÎT’ê de hatibû amadekirin. 2 roj beriya aşkerebûna vê belgeyê di 12’ê Çileya 2014’an de qeyda deng ya di navbera Kaynak û wezîfedarên MÎT’ê de aşkere bû ku li ser plana sûîqestê diaxivîn. Li ser nasnameya rastî ya Kaynak êdî tu guman nemabû. Kujerek bû ku ji bo bikeve nava dîaspora kurd û cînayetan bike ji aliyê servîsên îstîxbaratê yên tirk ve hatibû wezîfedarkirin.

Plana revê

Dema ku belgeya veşartî û qeyda deng hate weşandin, plana revê ya Omer Guney a ji girtîgeha li Parîsê aşkere bû. Omer Guney di 4’ê Çileya 2014’an de li benda du kesên ji Almanyayê bihata serdana wî bû. Li gorî îdîanameyê yek jê Rûhî Sû, yek jî Umît S. bûn. Kujer ji hevalên xwe dixwest ku bi MÎT’ê re hevdîtinê bikin û ji bo plana revê çekê peyda bike.

Lîstokên dadgehan û mirina Guney

Çar sal piştî komkujiyê Omer Guney di 17’ê Kanûna 2016’an de ku 34 salî bû ji nişka ve li gel sirên xwe ‘mir’. Ji bo destpêkirina dozê jî mehek mabû. Diviyabû doz di meha Kanûnê de bihata destpêkirin, lê belê ji ber sedemên ku raya giştî pê nizanin doz ji bo 23’ê Çileya 2017’yan hate taloqkirin. Darizandin wê li Dadgeha Ceza ya Taybet a Parîsê bihata kirin. Bi mirina Omer Guney re dawî li dozê hate anîn.

Belgeyên nû di derheqê komkujiyê de

Bi demê re belgeyên nû eşkere bûn ku rola servîsên îstîxabarata tirk a di kuştina sê şoreşgerên kurd de ispat dikir. Yekem car li Fransayê organeke edlî di bûyereke bi vî rengî de servîseke îstîxbaratê ya biyanî gumanbar didît. Kujer miribû lê belê dosya wê bi hêsanî nehatibûya girtin. Malbatên hersê şoreşgeran û gelê kurd ji bo tespîtkirina yên fermana komkujiyê dane û hevkariya sûc a servîsên îstîxbaratê ya tirk bê aşkerekirin, daxwaza dadgerekî nû yê darizandinê kirin.

Malbatan di destpêka sala 2017’an de xwestin ku lêpirsîn dewam bike. Serlêdana destpêkê bi belgeyên nû li Dozgeriya Parîsê hate kirin. Bi vî rengî heman salê biharê di çarçoveya ‘cînayetên terorîst û rêxistiniya terorîst’ lêpirsîneke pêşîn hate destpêkirin. Piştî salekê di 12’ê Adara 2018’yan de malbatan giliyekî nû kirin û xwestin ku dadgerekî lêpirsînê bê wezîfedarkirin. Belgeyên nû yên li ser ‘operasyoneke ji aliyê servîsa veşartî ya tirk ve bi hesasiyet hatiye plankirin’ pêşkêşî Dozgeriya Parîsê hatin kirin.

Dengê hate nasîn yê Ozan e

Di vê demê de belgeyeke nû eşkere bû. Pêwendiya xwe bi wê yekê hebû ku rejîma tirk têkiliya xwe bi wan kesan re heye ku fermana komkujiyê dan. Di sala 2011’an de şefê MÎT’ê Hakan Fîdan li Osloyê dema ku bi heyeta PKK’ê re hevdîtin kir, dema ku got ew karên kurdan ên li Fransayê dişopînin, rayedarekî din ê MÎT’ê bi navê ‘Ozan’ jî li wir bû. Xwe bi vî navî dida naskirin. Ozan ji hevdîtina destpêkê ku 3’ê Tîrmeha 2008’an li Cenevreyê hate lidarxistin heta bi civîna dawî ya 5’ê Tîrmeha 2011’an di çarçoveya danûstandinên Osloyê de pêk hat, tevlî hemû civînan bû bû. Çavkaniyên kurd ên haya wan ji van civînan hebûn, diyar dikirin ku dengê yek ji kesên ku di qeyda deng de plana sûîqestê bi ‘Kaynak’ re nîqaş dikir, dişibiya dengê Ozan.

Rayedarên MİT’ê aşkere kir ku MİT’ê ferman daye

ANF’ê di 10’ê Çileya 2018’an de mikurhatinên 2 wezîfedarên MÎT’ê weşand. Wezîfedarên MÎT’ê qala yên ku fermana komkujiyê dane û rola Omer Guney a di komkujiyê de dikirin. Yên ku mikur dihatin jî berpirsyarê operasyonên derveyî welat ên şaxê herî stratejîk ê MÎT’ê Erhan Pekçetîn û serkêşê çavkaniya mirovan Aydin Gunel bûn. Rayedarên MÎT’ê dema ku li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê planên sûîqestên nû dikirin di 4’ê Tebaxa 2017’an de bi operasyoneke taybet a PKK’iyan hatin girtin. Herdu rayedarên MÎT’ê ‘nota daxwazê’ û planên sûîqestê yên MÎT’ê bi Omer Guney re li dijî hin rayedarên kurd ên li Ewropayê amade kirin, piştrast kir.

Nav hatin piştraskirin

Bi mikurhatinan nav û wezîfeya rayedarên MÎT’ê aşkere bûn ku mohra xwe li binê belgeya veşartî hebû ku di 14’ê çileya 2014’an de aşkere bû:

Ûgûr Kaan Ayik: Dema ku mikurhatin dihate kirin Serokê Karên Taybet bû. Li gorî mikurhatinên Gunel, dema ku înfaz hate kirin Serokê Daîreya Karên Cihêkariya Etnîkî ya Derveyî Welat (DBF) bû.

Ogûz Yuret: Di sala 2018’an de Serokê Daîreya Herêmê ya Wanê bû. Di sala 2013’an de Midûrê Şaxê ji Operasyonan berpirsyar bû.

Sabahattîn Asal: Di sala 2018’an de Alîkarê Musteşar ê Îstîxbarata Stratejîk bû. Di sala 2013’an de Alîkarê Serokê Şaxê Karên Cihêkar ê Etnîkî bû.

Ayhan Orhan: Endamê Şaxê Operasyonê

Ozan, Sebahatîn Asal e

Sebahattîn Asal weke plankarê komkujiya sê jinên kurd ên şoreşger dihate dîtin. Ev kes di nava heyeta dewletê de bû ku vê heyetê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re danûstandin dikir. Li gorî nûçeya ANF’ê ku mikurhatin weşand, Asal kesekî stratejîk ê Serokkomarê tirk Recep T. Erdogan bû. Di heman demê de milê rast ê şefê MÎT’ê Hakan Fîdan bû. Dihate gotin ku kî wê tevlî heyeta tirk a danûstandinan bibe ji aliyê Asal ve dihate diyarkirin. Hin çavkaniyan îdia dikirin ku ‘Ozan’ ê di hevdîtinên Osloyê de jî Sebahattîn Asal bû.

Fermana komkujiyê Recep T. Erdogan da

Erhan Pekçetîn anî ziman ku ew kesên qeyda wan a deng di 12’ê Çileya 2014’yan de aşkere bû nas dike û ev hevdîtin jî li oteleke li Enqereyê hate kirin, bilêta balafirê ya Omer Guney jî ji acentayeke li taxa Yenîmahalle ya MÎT’ê hatiye peydakirin. Li gorî Pekçetîn cînayeteke bi vî rengî ya hesas bêyî destûra Erdogan nedihate kirin. Hiyerarşiya belgeya daxwazê bi vî rengî dihate aşkerekirin: ‘Nota daxwazê divê bigihêje heta musteşar. Musteşar jî wê ji Serokkomar bipirse, ne bawerim ku bi tena serê xwe biryarê bide. Ji ber ku mijarên dikarin di asta navneteweyî de bibin sedema pirsgirêkan. Ew her sê kes piştî demekê pileya wezîfeya wan hate bilindkirin. Bi lez hate bilindkirin.”

Her sê kesên qala wan tê kirin Ogûz Yuret, Ûgûr Kaan Ayik û Ayhan Orhan bûn.

Sefîrê bilind ê tarî

Dema ku MÎT weke organîzatora qetilkirina sê aktîvîstên kurd hate nîşandan, rayedarekî berê yê MÎT’ê bû Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Parîsê. Gelek nîşane hebûn ku guman li ser tayînkirina Îsmaîl Hakki Mûsa datanî. Edaleta Ewropayê qala tevneke berfireh a sîxurên Tirk li Almanya, Belçîka, Fransa, Hollanda û Swîsreyê dikir. Îsmaîl Hakki Mûsa mehek beriya hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an hatibû tayînkirin. Gelek mizgeft û komele ji bo sûîqestên nû yên li dijî kurdan di xizmeta rejîma tirk de bûn.

Sefîrê Bilind ê Tirk ê li Brukselê di navbera 1’ê Mijdara 2011’an û 15’ê cotmeha 2012’yan de Îsmaîl Hakki Mûsa bû. Hingî Omer Guney di navbera Fransa, Belçîka û Almanyayê de gelekî digeriya, planên sûîqestê dikir. Di heman demê de bi rengekî veşartî serdana Tirkiyeyê dikir û bi ajanên MÎT’ê re rûdinişt.

Kujer Guney ji bo bikeve nava karên Tevgera Kurd di 18’ê Mijdara 2011’yan de ji Almanyayê hat û bû endamekî komeleyên kurd ên li Ile-de-France. Piştî salekê jî di cotmeha 2012’yan de ji bo plana sûîqestê bi ajanên MÎT’ê re binirxîne serdana Tirkiyeyê kir. Piştî çend hefteyan di 18’ê mijdara 2012’yan de Îsmaîl Hakki Mûsa wezîfeya xwe ya li Sefaretxaneya Bilind a li Belçîkayê temam kir û bû serkêşê duyemîn ê MÎT’ê. Hingî fermana bicihanîna wezîfeyê ji Guney re hate dayin. Agahiyeke din a balkêş; Agahiya li ser mirina bi guman a Omer Guney, 6 meh piştî tayînkirina mûsa ya ji bo Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Parîsê hate belavkirin.

Dema ku Îsmaîl Hakki Mûsa bi lîderên Fransayê re dest bi hevdîtinan kir û li ekranên televîzyonê yên Fransayê xuya kir, lêpirsînerên Ewropî bi fikar bûn ku ji bo tasfiyekirina hin rêveberên kurd ‘komandoyên gerok ên servîsên veşartî yên tirk’ hatine wezîfedarkirin.

Rojnameya Le Monde di hejmara xwe ya 15’ê adara 2018’yan de hevdîtineke sala 2017’yan aşkere kir ku di navbera karmendekî berê yê polîsan, sekvanek û çend ajanên tirk li Parîsê hatiye kirin. Di nûçeyê de hate ragihandin ku rayedarekî payebilind ê li Belçîkayê di dîplomasiya tirk a li Parîsê de bi rola koordînasyonê tevdigere. Kê ev ‘komandoyên kuştinê’ koordîne dikir. Bersiv aşkere bû: Servîsa veşartî ya tirk.

Ji xwe di dozekê de ya li Belçîkayê, aliyên kurd dosyayek pêşkêşî dadgehê kirin û nîşan dan ku li Ewropayê tevneke berfireh a sîxurî û sûîqestê heye, Sefîrê Bilind ê berê yê Tirkiyeyê yê li Parîsê Îsmaîl Hakki Mûsa jî di nav de rola gelek kesan a di Komkujiya Parîsê de radixist pêş çavan. Di dosyayê de hate destnîşankirin ku yên tevlî hewldana sûîqestê ya li Brukselê bûn nîşan didan ku Îsmaîl Hakki Mûsa bûyer kordîne dikir. Ev doz têkildarî hewldaneke sûîqestê ya sala 2017’yan bû ku li hemberî Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar bû. Rûniştina dozê 11’ê Adara 2022’yan pêk hat û biryar di 13’ê Gulanê de hate dayin. Tevî ku gelek belge têkildarî tîma sûîqestê ya tirk hebû, bêguneh hate nîşandan.

Gelo wê Ewropa bikaribe Tirkiye mehkum bike

Dozgeriya Parîsê bi gumanên ji Brukselê di gulana 2019’yan de biryar da ku dosya ji nû ve bê destpêkirin. Ji bo lêpirsîna hevkarên Omer Guney, dozgerekî nû yê Antî-Terorê hate wezîfedarkirin. Êdî tevneke berfireh a sîxuriyê û sûîqestê ya li Fransa, Belçîka û Almanyayê kete ber lêpirsînê.

Di salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê de hemû parçeyên puzzleyêaca hînê nehatine bicihkirin. Hîn jî fikar li ser hene. Rayedarên dewletên pêwendîdar hîn jî bi wêrekî tevnagerin ku tevna terorê ya ji Tirkiyeyê aşkere bikin û darizînin. Di vê mijarê de sînyalê nadin.

Tecrûbe nîşan didin ku ‘sira dewletê’, parastina berpirsyaran û israra bêcezahiştinê, hevkariya sûc e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar