Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

‘Gelo yên rewa baregehên tirkan e?’

Serokê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê (PDKS) Cemal Şêx Baqî têkildarî aloziya li Zînî Wertê û gotinên serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku di got; ‘PKK li başûrê Kurdistanê hêzeke rewa nîne û divê jê derkeve’ axivî.

Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku plansaziyên li ser Rojava û Başûr ên dewleta tirk ji hev cuda nînin û wiha got: “Bi rewşa Zînî Wertê re dewleta tirk dixwaze Başûr bêvîn bihêle û bike bin xizmeta plana xwe. Dewleta tirk bi rengekî aşkera dixwaze Qendîlê û rojavayê Kurdistanê ku du ronahiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê û şoreşgeriya wê ne, dorpêç bike û bifetisîne. Dewleta tirk ji aliyê dî ve ji Zaxo û Duhokê dixwaze dest pê bike û hemû sînorê Tirkiye û Iraqê bistîne û Qendîlê ji qadên din ên gerîla qut bike û dorpêç bike. Heke bikaribe vê temam bike dê leşkerên xwe yên li baregehên din ên li başûrê Kurdistanê bibe Şengalê û van deveran dagir bike. Heke vê bike hem dê Qendîlê û hem jî Rojava dorpêç bike û bifetisîne.”

Bertek nîşanî gotinên Barzanî dan

Şêx Baqî bertek nîşanî gotina Nêçîrvan Barzanî da û ev nirxandin kir: “Şaş e ku hin rayedarên Başûr nîqaşê li ser hebûn û rewabûna PKK’ê û gerîla bikin. Ev gotin, gotinên pûç, beleheq û bêkêr in. Em beriya her tiştî dibêjin, gelo bi dehan baregehên leşkerî yên tirk ên li ser xaka Başûr rewa ne? Heke partiyek an jî aliyek vê hebûna dewleta tirk rewa bibîne, divê mirov jê bipirse. Herêma Başûr û hikûmeta wê hê jî bi ser Iraqê ve ne. Gelo dewleta Iraqê ev baregehên tirk qebûl kirine? Gelo kurd ji van baregehên tirkan dilxweş in? Gelo yên rewa baregehên tirkan e?”

Pirsên girîng

Di berdewamê de jî Baqî pirsa; ‘Gelo hebûna YNK’ê û PDK’ê ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne rewa bû?’ kir û wiha derbirî: “Gelo ma hemû kurdan hebûna wan a li wir hembêz nedikir? Îro hebûna PDK a Îranê li Başûr rewa nîne? Ma em hemû kurd li dijî bombebarankirina baregeha PDK-Î ya li Başûr ranebûn? Rayedarên PDK’ê çima hebûna PKK’ê ya li Başûr rewa nabînin? Mirov nikare nêzîkatiyê li dijî berjewendiya gel, netewe û welatekî bike. Pîvan wiha nabe, pîvan şaş e. Ya rewa doza me ye, hebûna welatê me ye, têkoşîna me ya ji bo azadiya welatê me û tevgera me ye. Rewabûn ev e û ji vê tê.”

‘Rizgarî û felata me ne meşa bi dijmin re ye’

Herî dawî jî Baqî wiha got: “Şandina hêza leşkerî ya li Wertê plana dewleta tirk e. Dixwazin nakokiya di nava kurdan de geş bikin û destkeftiyên kurdan têk bibin. Ên ku ev plan danîne û dijminên Têkoşîna Azadiya Kurd in û yên ku ev krîz ava kirine ew in. Em kurd jî divê vê planê têk bibin. Ev tevger, tevgereke azadîxwaz e. Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Naxwe doza civakeke dîrokî ye. Di vê rêyê de bi sedan, bi hezaran şehîd dane. Ev planên gemarî zû dereng wê pûç bibin. Divê em xwe nekin piyonên van planan. Divê em li hebûn û doza gelê xwe xwedî derkevin. Kurd bi yekitiya xwe dikarin berjewendiyên xwe biparêzin. Rizgarî û felata me ne meşa bi dijmin re ye. Rizgariya me di destê kurdan de ye û bi li xwe xwedîderketinê ye.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar