Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Salı - 8 Ekim 2024

Gendeliya PDK’ê ya li ser malên gel

Şayan Eskerî: Li başûrê Kurdistanê nexweşxane û zanîngeh li ser bûdceya hikûmetê tên çêkirin lê şexs desteser dikin

Partiya Demokat a Kurdistanê (PDK) li herêmên ku di bin serweriya wî de ye, bi bûdceya giştî ya hikumetê bi dehan navend û proje çêkiriye. Lê ew proje ji aliyê kesên ser bi malbata Barzanî ve tên desteserkirin û veguhertine projeyên şexsî û ji bo gel sûdê jê bigire pereyek zêde ji gel tê girtin.

Di vê derbarê de Endama Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Şayan Eskerî li hesabê xwe yê medyaya dîjîtal çend belge û delîlan aşkera kiriye ku nîşan dide bê ka ew projeyên giştî çawa ji aliyê şexsan we hatine desteserkirin. Şayan Eskerî di peyama xwe de dibêje: “Zanîngeha Kurdistan û nexweşxaneya Santî Life û Senterî Medya bi pereyên giştî hatine çêkirin lê kirine malê şexsî. Her wiha ew hemû pereyên zexim çûne hesabê bankî yên hin şexsên ku navê wan ji dadgehê re şandiye.”

Eskerî her wiha di peyama xwe de daxwaz ji serokê zanîngehê Bêl Ramêl (ku wezîrekê berê yê Brîtanyayê bû) kiriye ku dest ji kar berde, ji ber ku bi pereyê hikumetê hatiye avakirin. Lê ji aliyê şexs we hatiye desteserkirin û radigihîne ku Wezareta Darayî sala 2006’an 6 milyon dolar ji bo çêkirina wê xerc kiriye.

Di dawiyê de jî Şayan Eskerî banga xwe wiha tîne ziman: “Eger ku zanîngeha Kurdistanê malê şexsî ye wê çaxê ew pereyên ku hikûmetê bi wê zanîngeh çêkirî vegerînin. Eger ku yê hikûmetê ye wê demê çima di berdêla xwendinê de ji xwendevanan pere distînin? Zanîngehê vegerînin ji bo xizmeta giştî. Her wiha daxwaz ji Bêl Ramêl jî dikim ku heya mafê giştî yê zanîngeha Kurdistanê vedigerînin, dest ji rayeya xwe berde.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar