Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Genimê 9 hezar sal berê diçîne

Li gundê Esenyayla yê Akyakayê, Semaha Hangul a 58 salî hîn jî genimê ku herî kêm xwedî dîrokeke 9 hezar salî ye diçîne. Tenê armanceke Hangul heye ew jî tevî hin jinan kooperatîfekê ava bike

Li gundê Esenyayla yê navçeya Akyaka ya Qersê Semaha Hangul a 58 salî genimê bi navê Kavilca yê herî kêm xwedî dîrokeke 9 hezar salî ye diçîne. Hangul vî genimê ku ji hêla vîtamîn û mîneralan dewlemend e, di biharê de diçîne û piştî çandinê 3 mehan paleyiya wê dike. Lê belê pirsgirêka ku Hangul pê re rû bi rû dimîne, ew e ku ji bo firotina vî genimî bazar û piyase tuneye.

Hangul piştî teqawid dibe tê gundê xwe û dest bi xwedîkirina qazan û çandiniyê dike. Hangul 5 sal in çandiniyê dike û niha ji celebên genimê yê herî kevnar Kavilca diçîne.

Derbarê mijarê de Hangul diyar kir ku li 47 donim erdî 800 kîlo genimê Kavilca reşandiye û 7 ton genim bi dest xistiye û wiha got: “Îsal bereketa wê zêde bû. Lê belê derek tuneye em lê bifiroşin. Ji ber vê di destê me de maye. Ancax bi kîloyan dikarim bifiroşim.”

Tovên wê pir nayê peydakirin  

Di axaftina xwe de Hangul da zanîn ku berê li gundan arvan ji genimê Kavilca bûye û wiha domand: “Kal û pîrên me çê dikirin. Berê li Qersê her kesî diçand. Lê niha kes naçîne. Ji xwe tovê wê jî pir nayê peydakirin. Hema bêje nemaye. Ji ber vê min dest bi çandiniya wê kir. Ji aliyê din ve Kavilca li ber sermeyê li ber xwe dide. Duber e û cêwî ye. Qalikê wê pir in û bi rihetî dikare xwe biparêze. Genimê niha hemû GDO’yî ne. Kavilca genimekî ku zêde avê dixwe. Çandina wê rihet e. Çimkî ev ax, axa wê ye.”

Dixwaze kooperatîfeke ava bike

Her wiha Hangul anî ziman ku dixwaze kooperatîfeke jina ava bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gava min dest bi vî karî kir, pir jin ji bajêr hatin xwestin hîn bibin. Dixwazim ji bo jinan bibim mînak. Armanca min a mezin, avakirina kooperatîfeke jinan e da ku em jin karibin berê xwe bifiroşin.” QERS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar