Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ger aloziya heyî bidome dibe ku hêza darbeyê careke din bikeve dewrê’

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven geşedanên dawî yên weke girtin, binçavkirin, tayînkirina qeyûman û şerê heyî nirxand û got ku ev mijar hemû jî bi hev re girêdayî ne. Guven got ku rêya derketina ji vê aloziyê hevdîtinên bi Ocalan re û pêşaniyarên wî ne. Guven wiha derbirî: “Ger ev aloziya heyî bidome dibe ku hêza darbeyê careke din bikeve dewreyê.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven têkildarî ku pêşengiya çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dikir, piştî pêvajoya dermankirinê çend roj berê çûbû Colemêrgê. Guven piştre jî li Amedê tev li çalakiya Nobeda Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman hatine desptêkirin bû. Guven têkildarî geşedanên dawî axivî.

Leyla Guven di serî de bi bîr xist ku bi berxwedana wan a 200 rojan re deriyên Îmraliyê hatine vekirin û wiha got: “Birêz Ocalan hîn di hevdîtinên destpêkê de tiştên girîng gotin û pêşniyarên çareseriyê kirin ku ji bo siyaseta Tirkiyeyê bû bêhnek. Niha aloziyek heye, rojane gef li Rojava tên xwarin, cenaze tên, şer heye û rojane bi sedan kes tên girtin. Li dijî şaredariyên me darbe hate kirin û qeyûm tayîn kirin. Tevî vê jî niha nahêlin hevdîtinên bi birêz Ocalan re bi rêk û pêk bên kirin. Li pey kaosê ne.”

‘Dibe ku hêza darbeyê careke din bikeve dewrê’

Di berdewamê de jî Guven bi lêv kir ku êrîşên li dijî Rojava, çalakiya malbatan a li ber avahiya HDP’ê ya Amedê û tayînkirina qeyûman bi hev ve girêdayî ne û ev nirxandin kir: “Di vê pêvajoyê de divê dengê me xurtir derbikeve û ji bo çareserkirina pirsgirêkan em îradeyeke xurtir nîşan bidin. Şoreşger, demokrat, sosyalîst, parêzvanên mafên mirovan û her kesên dixwazin Tirkiye mezin bibe divê biaxive û dengê xwe bilind bikin. Ger ku rewşa heyî li Tirkiyeyê bidome, weke ku birêz Ocalan jî got dê hêza darbeyê ji nû ve bikeve dewrê. Dê nekare tev li YE’yê bibe û bibe welatekî demokratîk.”

Xebatên destûra bingehîn

Guven got ku ji bo ku tiştên li jor rêz kirin pêk bên, pêdivî bi destûreke nû ya bingehîn heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “HDP vê mijarê girîng dibîne û di çarçoveya pêvajoya nû ya dadgerî û destûra bingehîn de serdana gelek hêz û derdoran dike. Ev yek girîng e. Ger ku li gorî deklarasyona birêz Ocalan a di Mutabaqata Dolmabahçeyê de bê destnîşankirin, wê demê pirsgirêka kurd dikare bê çareserkirin. Wê demê kurd dikarin bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn. Ev yek pêkane. Rojava mînaka vê ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar