Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

‘Ger em rabin ser piyan em ê tecrîdê bişkînin’

Dayika berxwedêrê zindanan Afîfe Kartal diyar kir ku ji bo xaka xwe, ji bo girtiyên xwe dakevin qadan û wiha got: “Dema ku em rabûn ser piyan tiştek nîne ku em bi dest nexînin. Eger em rabin ser piyan em ê tecrîdê bişikînin.

Girtiyên PKK û PAJK’ê di çarçoveya pêgava cihanî “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de 27’ê mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kirin. Berxwedêrên zindanan çalakiya xwe di 4’ê nîsanê de veguherandin boykotkirina dadgehan, derneketina telefonê û hevdîtinên bi malbatan re û çalakî di roja 183’yan de didome. Xizmên girtiyan jî piştî çalakiyên Nobeda Edaletê her hefte li 5 bajaran çalakiya ‘Dengê xwe tevlî azadiyê bike’ pêk tînin.

Yek ji beşdarên vê çalakiyê dayika girtî Mûhammed Kartal Afîfe Kartal e. Kartal anî ziman ku ew girtiyên siyasî hemûyan weke ewladê xwe dibînin û got, “Em neçar in ku dengê wan bibihîzin. Divê em berxwedana girtiyan xurt bikin. Her kesên xwedî wijdan û îmanê bila li me binihêre, berxwedana me bi tenê nehêle. Du meh in em nikarin agahiyê werbigirin. Bi salan e agahî ji Birêz Ocalan nayê wergirtin. Ne parêzer ne jî malbat dikarin hevdîtinê pê re bikin. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bi dawî bibe. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Hem tecrîda li ser Birêz Ocalan hem jî tecrîda li ser girtiyên din divê êdî bi dawî bibe.”

Divê xizmên girtiyan hemû bên û tevlî dengê me bibin

Kartal xizmên girtiyan ên ku tevlî berxwedana malbatan nabin rexne kir û got, “Malbatek ku xwedî li berxwedana zarokê xwe dernakeve, gelo bi kîjan wijdanê xwedî lê dernakeve? Çawa dikare li malê rûnê? Girtî li girtîgehê jî ji bo azadiya me li ber xwe dide, di rewşeke bi vî rengî de em çawa dikarin li malê rûnên? Her hefte li pêşiya girtîgehan li dijî tecrîdê em dengê xwe bilind dikin. Divê xizmên girtiyan hemû bên û tevlî dengê me bibin. Du meh in em nikarin alavan bişînin, ji wan re nayê dayin; kargo dibêje em dişînin, lê li me vedigerin. Ne dengê wan tê me, ne em dikarin hevdîtinê bikin, ne jî nameyekê dikarin werbigirin. Ji bo em fêhm bikin bê li Îmraliyê çi dibe ew vê çalakiyê dikin, lê belê xwedîderketina li çalakiya wan bi têrkerî nîne.

Kurê min beriya destpêkirina çalakiyê nameyek nivîsand û ji min re şand. Ew name beriya 10 rojan gihîşt ber destê min. Wê nameyê bêhn anî ber min. Bifikirin ku dema agahî ji Îmraliyê hat wê bêhn çawa bê ber gelê Kurd, wê hêviyeke çawa bide gel… Bila ti kurd vê tecrîdê qebûl neke. Weke sala 2019’an û beriya wê em xwe bi rêxistin bikin û dakevin qadan. Eger em dakevin qadan, herî zêde wê êrîş bikin, çend kesan bigirin. Bila bigirin, wê çi bibe, ma wê qiyamet rabe? Gel em ji ewladên xwe hîn zêdetir bi qîmet û hêja ne?”

Kartal anî ziman ku her gava ew dibêjin aştî, hikumeta tirk balafirên şer radike û wiha axivî: “Bombeyan li çiya û deştên me dibarînin. Gelê me qetil dikin, gundên me dişewitînin. Em ji bo xaka xwe, ji bo girtiyên xwe dakevin qadan. Em hêza xwe nîşan bidin. Dema ku em rabûn ser piyan tiştek nîne ku em bi dest nexînin. Eger em rabin ser piyan em ê tecrîdê bişikînin. Em bi vê zanin. Em naxwazin êdî xwîn birije. Banga min li her kesî ye; em ji bo aştî û azadiyê têbikoşin. Em bibin dengê girtiyên xwe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar