Rêvebera ÎHD’ê Nûray Çevîrmen got ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bûn, girtîgeh û nexweşxane bi awayekî çêker nêzî mijarê nebûne. Çevîrmen bi lêv kir ku ger çalakgerên greva birçîbûnê bi têrkerî neyên dermankirin dê ev yek rê li ber pirsgirêkên mezin veke
Girtiyên li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîbûn. Bi bidawîbûna çalakiyan re, gelek girtiyên ku rewşa wan a tenduristiyê giran e bi derengî rakirin nexweşxaneyê. Hinek ji wan ji ber ku tedawiya bi kelepçeyê red kirin, bêyî ku bên dermankirin vegerandin girtîgehan.
Der barê mijarê de rêvebera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen axivî. Çevîrmen bi bîr xist ku bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê û piştî ku grev bi dawî bûn jî, nexweşxane û girtîgeh bi rengekî çêker nêzî vê mijarê nebûne. Çevîrmen diyar kir ku gelek girtî bi rengekî kelepçekirî birin nexweşxaneyan û rewşa tenduristiyê ya girtiyên ku demekî dirêj di greva birçîbûnê de mane, nebaş e.
Ji bo tespîtkirina binpêkirinan dixebitin
Çevîrmen destnîşan kir ku vegerandina çalakgeran a bêyî dermankirinê, dê di demên pêş de rê li ber pirsgirêkên mezin veke û wiha dom kir: “Weke ÎHD’ê ji destpêka grevên birçîbûnê û heta niha têkildarî binpêkirina mafên mirovan û çavdêriyên xwe, me raporên xwe aşkera kirin. Piştî ku greva birçîbûnê bi dawî bû, em ji bo tespîtkirina binpêkirina mafên mirovan dixebitin.”
Maseya krîzê hatiye avakirin
Di dawiyê de jî Çevîrmen wiha got: “Ji bo bicihhatina mafê tedawîkirinê, Yekitiya Tabîbên Tirkiyeyê dixebite û em jî di nava koordînasyonê de bi hev re dixebitin. Me maseyeke krîzê ava kir ku hiqûqnas, kedkarên tenduristiyê û parêzvanên mafên mirovan di nav de hene. Bi rêya vê yekê em mudaxeleyên pêwîst dikin.” ENQERE