Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, bal kişand ser sedema sereke ya erdhejê û got: "Ger hûn hemû hêza xwe ji bo şer amade bikin, gava hûn bi karesatên wiha re rû bi rû bimînin hûn ê di bi bin bikevin."  

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê ewilî li ser şer disekine  û got ku ev polîtîka di heman demê de bersiva pirsa “dewlet li ku ye?” bi xwe ye jî ku ji herêma erdhejê olan dide û veguheriye serîrakirinekê.

Avci wiha axivî: “A rast diyardeyeke dewletê ya ne qels û “bihêz” heye. Lê divê di plansaziya wê de, tiştên ewilî esas tên girtin bên dîtin. Desthilata niha, AKP-MHP, gava tiştên divê pêşî bike rêz dike, şer datîne rêza ewil. Ger di şevekê de 72 balafirên şer bên rakirin û ev bi awayekî koordînekirî bê kirin, em nikarin bibêjin ‘dewlet bêhêz’ e. Yanî tişta ku divê em bibînin, ew e ku dewlet pêşî çi esas digire. Ev, divê bê lêpirsînkirin. Yanî erdhej û karesat ne tiştên sereke yên dewletê ne. Ger hûn hemû çavkaniyên xwe û hêza xwe ji bo şer amade bikin,  gava hûn bi karesatên wiha re rû bi rû bimînin hûn ê hem bi bin bikevin, hem jî di bin kavilan de ibmînin…”

Rola rêveberiyên xwecihî

Avci anî ziman ku li Tirkiyeyê du awayên rêveberiyê hene; navendî û xwecihî. Avci bal kişand ser serbixwebûna rêveberiya xwecihî û got: “Ger rêveberiyên xwecihî wekî şaxeke rêveberiya navendî bixebitin, an jî rêveberiya navendî, rêveberiyên xwecihî wekî şaxeke xwe bihesibîne, wê gavê dê rêveberiyeke ne li ser esasên civakê, li ser esasên desthilatê derkeve holê. Ger rêveberiya xwecihî, bernameyên xwe li gor detshilatê amade bike, wê gavê dê civak bê jibîrkirin. Lê gava civakê esas bigire, dê bi hêsanî pêşî li ber van karesatan bê girtin.”

Avci destnîşan kir ku tu amadekariyeke hikûmetê ya ji bo erdhejê tune ye û rêveberiyên xwe cihî jî wekî wê ne û got: “Ji ber ku amadekariyek tune bû, di ser 42 hezarî re mirovên me mirin. Li holê kulfeteke mezin a aborî heye. Xetereya ku demografya bajarên bê guherandin derket holê. Li holê zarokên bêxwedî hene. Ev hemû karesat in, maliyet e û talûkeyeke mezin in. Ger em xwedî vînekê bûna ku ji heq xwe derketana, em ê îro karibûna ji heq van kavilan derketana.”

Avci di dawiyê de ji bo Wanê jî diyar kir ku bajar hê jî ji bo erdhejeke muhtemel ne amade ye û got ku şaredariya qeyûm tayinî wê hatiye kirin hemû derfetên şaredariyê ji bo desthilatê seferber kirine. Avci bal kişand ser piştevaniya gel û got ku ev piştevanî girîng e û divê bê xurtkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar