Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

‘Ger îrade û tifaqa me hebe dijmin nikare têkeve mala me’

Xwedêda Çûkê êrîşên dawî yên li ser Şengalê weke berdewama fermana 2014’an nirxand û wiha axivî: “Bi êrîşan dixwazin civaka êzidî bêçek, bêparastin û bêîrade bihêlin. Eger îrade û tifaq hebe dijminê me nikare derbasî nav mala me bibe. Divê civaka êzidî li benda tu hêz û aliyê neminin û ji bo xwe ji fermanan biparêzin hêza xwe ya parastinê û tifaqa xwe xurt bikin.”

Dewleta tirk a dagirker weke berdewamiya êrîşên qirkirinê yên li ser civaka êzidî, di 24-25’ê Cotmehê de 20 caran Şengalê bombebaran kir, di encama êrîşan de 6 şervanên YBŞ’ê şehîd ketin. Ruxmê vê êrîşa giran a li ser Şengalê heya niha ne hikumeta Iraqê ne jî hêzên navnetewî ku jenosîda êzidiyan qebûl kirine helwestek li dijî dewleta tirk nîşan nedane. Di ser de, bi dîmenan derket holê ku balefirên şer û yên keşfê bi teknolojiya şîrketekî amerîkî ev êrîş kirine.

Rêveberê Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê derbarê hedef û armancên van êrîşên dawî, bêdengiya Iraqê û hêzên navneteweyî de nirxandinên girîng kir. Xwedêda Çûkê êrîşên dawî weke berdewama fermana 2014’an nirxand û bang li civaka êzidî kir ku li benda tu hêz û aliyê neminin û ji bo xwe ji fermanan biparêzin hêza xwe ya parastinê û tifaqa xwe xurt bikin.

Xwedêda Çûkê balê kişand ser rewşa civaka êzidî ya piştî fermana 2014’an û got: “Heya niha nîvê êzidiyan venegeriyane Şengalê, li kampane. 13-14 dewlet jenosîda li ser êzidiyan nas kirin, lê hêzên navnetewî li ber êrîşên li ser Şengalê bêdengin. 6 xortên me di êrîşan de şehîd ketin, ew xort neçûne bi dewleta tirk re şer nekirine, li ber DAIŞ’ê şer kirine. Hikûmeta Iraqê jî bêdeng ma. Îsraîlê li Îranê da hikûmeta Iraqê şermezar kir lê heya niha êrîşên li ser Şengalê şermezar nekiriye. Dema êrîş li ser Êzidiyan çêdibe kes şermezar nake. Xwîna êzidiyan erzane! êzidî heya roja me ya îro ji gelek kesan re şer kir lê kes xwedî lê derneket.”

Xwedêda Çûkê balê kişand ser berxwedana YBŞ’ê ya di ber parastina civaka êzidî û Şengalê de û wiha axivî: “YBŞ çi ji dest hatiye texsîr nekiriye, li ber dijmin sekinîye û bi gel re îradeyek çêkiriye. Ne tenê dewleta tirk, hin aliyên siyasî jî hene ku dixwazin êzidî bê îrade bimînin. Dixwazin êzidî terka vê îradeyê bidin û çekên xwe deynin. Dema ku gelê me bêçek ma, wate em neman! Eger me îrade û tifaq hebe dijminê me nikare derbasî nav mala me bibe. Eger beriya fermanê hêza êzidiyan heba û weke niha birêxistin bûna ixtimal herêma me nedihat dagirkirin jî.”

Xwedêda Çûkê her wiha şer û aloziyên li Rojhilata Navîn bibîrxist, diyar kir ku ev rewşa şer ji bo êzidiyan jî xeterî ye û wiha berdewam kir: “Niha pêwîste êzidiyên me xwe bi îrade bikin, pêwîste hesabê pêşeroja xwe bikin. Niha em rewşa Rojhilata Navîn dibînin, rewşeke têkçûyî ye. Ew fikrê DAIŞ’ê jî hê li derdora me heye, eger êrîşê me kirin lazime em karibin li ber xwe bisekinin. Eger vê carê jî em nikaribin parastina xwe bikin, nexwe me ji fermanê ders dernexistiye. Eger gelê me venegere Şengalê em nikarin ji dewletê daxwaza mafê xwe jî bikin. Lazime civaka me bifikire ku ka wê çawa xwe ji fermanan xilas bike. Hikûmeta Iraqê ne hikûmeteke neteweyî ye ku berjewendiyên gel nafikire. Hikûmet hesabê 4 salan dike. Lê hesabê êzidiyan nabe bi 4 salan be! êzidî pêwîste pêşeroja xwe bifikirin.”

Her wiha Xwedêda Çûkê destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê li gor berjewendiyên xwe bi herêma Kurdistanê û dewleta tirk a dagirker re têkiliyên xwe dimeşîne û bi van gotinan bang li civaka êzidî kir: “Piştî fermanê heya niha 4-5 caran waliyê Mûsilê guheriye lê siyaseta wan a li ser Şengalê neguheriye. Heya niha qeymeqam û midûrê nahiye nehatine tayînkirin. Bi vî rengî nahêlin li herêma me karek were kirin. Gelê me lazime îradeya xwe xurt bike, bêyî îrade civakek li ser lingan namîne. Bila gelê me baş zanibe ev dinya li ser hêzê ava ye. Yê ku hêza wî nebe nikare li Rojhilata Navîn bimîne. Lê eger eşîrek be jî û hêza wê hebe, wê bi hesab be. Niha çek di destê gelê me de heye, dijmin hesabê van çekan dike. Lazime civaka êzidî li benda kesî nemîne, bi erka xwe rabe. Em wê hesabê bikin ku rojekî ne hikûmet bimîne ne jî dewlet emê çawa parastina xwe bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar