Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Ger îtîrazên HDP’ê qebûl nekin dê serî li AYM û DMME bide

HDP’ê  diyar kir ku vîna gelê Mûşê tê xesp kirin û ger îtîrazên wan neyên qebûl kirin dê derî li AYM û DMME bidin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan anî ziman ku hevşaredarên Mûşê birêz Sakik û birêz Genç in

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, parlementer Huda Kaya, Garo Paylan û Namzetên Hevşaredarên Mûşê Sîbel Genç û Sirri Sakik li avahiya partiyê, derbarê encamên hilbijartinê de civîna çapemeniyê li darxistin.

Namzet Sirri Sakik derbarê pêşketinên li bajêr agahî parvekirin û wiha got: “Li Mûşê, di şert û mercên pêkanîna OHAL’ê û rewşa awarte de hilbijartin hatin kirin. Hîle û fenên mezin di encamên hilbijartinê de hatin kirin. Ligel ku me 5 caran îtiraz kir jî lê îtirazên me nehatin qebûlkirin.”

Sakik bi bîr xist, namzetê AKP’ê berî ku weke şaredar bê ragihandin û mezbateyê werbigire Walî serdana wî kir, ew pîroz kir û got ku ev yek jî nîşan dide bê çiqasî di nava tirs û fikaran de ne. Sakik da xuyakirin ku daneyên girîng li ber destê wan hene û wiha got: “Me bi belgeyan pêşkêş kir ku di çend sindoqan de dengên me ji partiyên cuda yên siyasî, ji AKP, yên serbixweyan, her wiha ji Vatan Partîsî re hatine nivîsandin. Me eşkere kir ku dengdana bi rengekî vekirî hatiye kirin lê tu ji serlêdanên me nehate qebûlkirin. Di hilbijartinên 2014’an de AKP li Agiriyê di rewşa me ya niha de bû. Me jî got, fermo werin meydanê û em ji nû ve hilbijartinê bikin. Deng 14 caran hatin jimartin û di dawiyê de jî em bi ser ketin. Lê li vir tiştekî nakin.” Sakik anî ziman ku tu ji sedemên wan ên mafdar nayên dîtin û diyar kir ku dê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr bidin.

HDP’ê mohra xwe li hilbijartinê xist

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî axivî û ev tişt anî ziman: “Em tevî parlamenterên xwe Huda Kaya, Garo Paylan û heyetekê li Mûşê ne. Em zanin ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de li gelemperiya Tirkiyeyê hîle û neheqiyeke mezin hatiye kirin. Em zanin ku li gelek bajaran em bi ser ketine. Formula AKP’ê ya ji bo têkbirina HDP’ê ne tenê di kampanya hilbijartinê de hate meşandin, her wiha roja hilbijartinê jî hate meşandin. Li gel vê yekê jî me dît ku stratejiya me ya hilbijartinê bandoreke çawa dike, bi taybetî li rojava. Hebûna HDP’ê û stratejiya wê ya bi hêvî mohra xwe li hilbijartinê xist.”

Dengên HDP’ê hatin desteserkirin

Bûldan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha tê îdîakirin ku HDP’ê li gelek deveran têk çûye. Lê belê me li tu deverê winda nekir. Li her derê dengên me, şaredariyên me hatin desteserkirin. Li Şirnexê 12 hezar hilbijêr ji derve hate anîn ku ji hejmara hilbijêrên bajêr zêdetir e. Di rewşeke wiha de kes nikare bêje ku HDP’ê winda kiriye. Kes nikare bêje ku AKP li Şirnexê bi ser ketiye. Em dixwazin bêjin, di serî de Şirnex li tu deverê me winda nekir lê îradeya gel hate desteserkirin.”

‘Li Mûşê hîle heye’

Bûldan destnîşan kir ku heman rêbaz li Mûşê jî tê bicihanîn û wiha got: “Em doh hatin Mûşê. Li gorî daneyên gihîştin ber destê me, bi taybetî li navenda Mûşê cudahiyek ji 538 dengan heye. Hejmara dengên ku nederbasdar hatine hesibandin jî 2449 e. Ev yek nîşan dide ku li vê derê hîle heye. Tevî ku hevalên me dane û belge pêşkêş kirin, tu ji îtirazên HDP’ê nehatin qebûlkirin. Mînak; li bajarokê Kizilagaçê AKP’ê winda kir, Partiya Saadetê bi ser ket lê îtiraza AKP’ê hat qebûlkirin. Lê li navenda Mûşê û li Malazgîrtê ku tenê bi 3 dengan ferq heye, îtiraza HDP’ê nehatiye qebûlkirin. Em ji vê derê dibêjin; di serî de YSK; desteyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan di bin fermana AKP’ê de ne. Bi îradeya xwe nikarin biryarê bidin.”

Bûldan diyar kir ku hem ji bo Mûşê hem jî ji bo deverên din wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin û wiha got: “Ji ber ku em zanin îradeya gelê me yê Mûşê hatiye desteserkirin. Em dizanin ku me li Mûşê qezenc kiriye. Lê dixwazin mafê me ji me bistînin. Hewldanên me yên hiqûqî berdewam dikin. Hevşaredarên Mûşê birêz Sakik û birêz Genç in.” MÛŞ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar