Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ger ku jin bi kurdî ne axivin dê kurdî tune bibe’

Helbestvan, nivîskar û endamên saziyên civakî diyar kirin ku ziman û çanda kurdî rastî pişaftin û tunekirinê tê. Axaftvanan destnîşan kir ku divê rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên kurd bi taybet li ser kurdî bixebitin û gotin; ‘Kurdî hem li gundan û hem jî li bajaran tune dibe. Divê kurd pirtûk, kovar û rojnameyên kurdî bixwînin. Heke zimanê jina têk biçe dê zimanê civakê jî têk biçe. Heke jin kurdî biparêzin, kurdî namire.’

Helbestvan û nivîskar Ayhan Erkmen, nivîskar Veysî Ulgen û endamê KAYY-DER’ê Kemal Seven têkildarî Çand û Zimanê Kurdî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Fahrettîn Kiliç û Ayşe Surme re axivîn.

Ayhan Erkmen da zanîn ku xebata torê xebateke pîroz e û wiha domand: “Li ser gelê kurd, çand û zimanê kurdî polîtîkayeke tunekirinê heye. Derketina li hemberî wê jî tiştekî pîroz e. Divê em li dijî pişaftin û pêkutiyan çand û zimanê kurdî li her qadeke jiyanê belav bikin û di civakê de serwer bikin.”

Di berdewamê de jî Erkmen bi lêv kir ku 12 temayên di torê de cih digirin bi hev ve girêdayî ne û wiha got: “Hewceye ev tema ber bi sazîbûnê vê here. Sazî jî lazim e afirandinên baş, qenc derxin û biparêzin. Li ser ev qas pêkutî û tunehesibandinê du roj têre nake. Dibe ku çend meh şûnde civîneke din bê kirin. Hewceye rewşenbîr, nivîskar û hunermendên kurd jî bi xwe bihesin û bikevin nava afirandinekê. Di heman demê de tor peywîra wan tîne bîra wan. Em ê bi israr li çand, ziman û hunera xwe xwedî derkevin. Berdelên ji bo huner, çand û zimanî hatin dayîn ji bo me bi nirxin em jî deyndarê wan in.”

‘Biryar hat dayîn ku hemû sazî bi kurdî daxuyaniyan bidin’

Têkildarî mijarê Veysî Ulgen jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Xebatên ziman bêyî rêxistinî pêş nakevin. Mesele gel ji ber zextan nawêre bi kurdî biaxive. Biryarek hat dayîn ku êdî hemû sazî daxuyaniyên xwe bi kurdî bidin, di çalakiyan de bi kurdî biaxivin û hemû civîn û rûniştinên xwe bi kurdî li dar bixin. Di wê baweriyê de me ku dê hemû mase vî barê giran û xweş hilgirin ser xwe. Êdî dê ji bo ziman tiştên xwe derkevin holê. Îro siyaseta fermî bi hemû zaravayan ve li dijî zimanî kurdî ye. Dimîlî zêdetir di xetereyê de ye. Divê em li ser hemû zaravayên me bixebitin.”

‘Divê gel rojname, pirtûk û rojnameyên kurdî bixwîne’

Ji beşdarvanan endamê KAYYDER’ê Kemal Seven jî anî ziman ku pir kêfxweş bûye ku beşdarî komxebatê bûye û wiha derbirî: “Dibînim ku hem li bajaran û hem jî li gundan kurdî hêdî hêdî tune dibe. Êdî em ê li ser esasên rêgezan, bi pisporî û bi rapor û çavkaniyan em ê bixebitin. KAYY-DER ev 10-15 sal in li ser perwerdeya ziman dixebite. Lê belê tiştê herî kêm çi ye? Hişmendî ye. Em dixwazin gelê me xwedî li ziman û çanda xwe derkeve û pêş bixe. Divê gelê me kovar, pirtûk û rojnameyên kurdî bixwînin. Divê zarok di navbera 0-7 salan de hînî zimanê kurdî bibin. Divê li ser ziman xêzefîlm, rêzêfîlm, belgefîlm di televîzyonên me de zêde bên weşandin. Heke zimanê jina têk biçe dê zimanê civakê jî têk biçe. Heke jin kurdî biparêzin, kurdî namire.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar