Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ger kurd bixwazin pêşî li qirkirinê bigirin divê bibin yek’

Welatiyên koçber ên ji Serêkaniyê da zanîn ku dewleta tirk li Rojava qirkirinê dike. Welatiyan diyar kir ku gelê kurd tenê bi avakirina yekitiyê dikare pêşî li qirkirina li Rojava bigire û banga yekitiyê kirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Welatiyên ku koçber bûn jî gelek jê li 64 dibistanên navenda Hesekê û navçeyên wê hatine bicihkirin. Têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê, welatiyên ku ji neçarî koçber bûn bi ANHA’yê re axivîn.

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Fatme Mihemed ku ji şêniyên Serêkaniyê ye got ku di destpêkê de wan zarokên xwe derxistin û wiha dom kir: “Lê piştre ji ber topbarana bênavber a li ser herêmê û bomebarana balafirên şer, em neçar man ku ji bajarê xwe derkevin. Çeteyên dagirkerên tirk mala me şewitand û em niha li dibistanekê dimînin. Pêdiviyên me hatine pêşwazîkirin lê em dixwazin vegerin mala xwe û jiyana xwe bidomînin. Em tenê dixwazin HSD li herêma me be.”

‘Ji bilî HSD’ê tu alternatîf nînin’

Yek ji koçberên Serêkaniyê jî Zeydî Husên Ebdullah e. Ebdullah daxuyand ku Erdogan û çeteyên wî bajarê wan ê aram topbaran kir û wiha pê de çû: “Lehengên me bi hemû hêza xwe parastina bajêr dikirin. Lê dagirker û çeteyên wê bi tank û balafiran êrîş dikirin. Tekane daxwaza me ew e ku HSD li bajarê me serwer be. Tu alternatîfên vê hêzê nînin. Ez bang li her çar parçeyên Kurdistanê dikim ku kurd li hemberî dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin. Bi vê yekê re dikare pêşî li dagirkeriyê bê girtin û em li malên xwe vegerin.”

Qirkirina ermenan bi bîr xist

Welatiyê bi navê Wesmî Şueyb jî destnîşan kir ku rêkeftinên dewletên cîhanê ji bo qirkirina gelên herêmê ye. Şueyb got ku ya ku dewleta tirk niha li Rojava dike, berdewamiya qirkirina ermenan e. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar