PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Ger lîstik bi kurdî be sehne tune ye!

Derhênerê lîstikên “Zargotin Zêrgotin e” û “Mirin û Keçik” Nazmî Karaman, xwest zext û zoriyên li ser şanoya kurdî bên rakirin û ji ber zimanê şanoya wan bi kurdî ye gelek caran sehne nedane wan

Piştî saziyên çandê hatin girtin û qeyûm hatin tayînkirin gelek komên şanoyê mecbûr man li cihwarên biçûk karên xwe bikin. Derhênerê lîstikên bi navê “Zargotin Zêrgotin e” û “Mirin û Keçik” Nazmî Karaman rewşa şanoya Tirkiyeyê û çewisandinên li ser şanoya kurdî nirxandin.

Şanoger Nazmî Karaman têkildarî mijarê ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Cemîl Ugur re axivî. Karaman bi lêv kir ku li Tirkiyeyê wexta mijar şano be, divê şanoya kurdî cuda bê axaftin. Karaman, anî ziman ku bi salan e şanoya kurdî bi çewisandinan re rû bi rû ye. Karaman got: “Li Stenbolê gelek mîhrîcanên navdewletî tên lidarxistin. Ji Rûsya, Îngilistan Almanya û gelek welatên din gelek kes tên û bi rihetê lîstikên xwe dilîzin. Lê wexta şanoya kurdî be pêşdarazî dikevin dewrê. Ji ber çewisandinên îktîdaran bi salan e şanoya kurdî xweşikî nikare bê pêşandan. Min li Stenbolê jî derhênerî kir. Mînak, li Stenbolê şaredariyeke CHP’î jî wexta me doza sehneyê dikir pêşî digot ‘temam’. Lê wexta me digot lîstik bi kurdî ye, digotin ’em nadin’ an jî ‘eywanên me tije ne.’ Hîn jî min ev yek fêm nekiriye. Ev qas çewisandin ji bo çi ne? Axirê kurd jî li vî welatî dijîn û zimanê me jî kurdî ye. Mafê me ye ku em şanoya xwe bi zimanê xwe bikin. Wisa bawer dikim ku dê huner van çewisandinan ji holê rabike. Me ev yek li gelek qadan şikand. Lê ji bo vê divê em bêhtir bitêkoşin.”

Divê Mencel vala nemîne

Karaman diyar kir ku li bajarên ku gelek kurd lê dijîn kesên şanoyê dikin lîstikên xwe bi tirkî dilîzin û got: “Li Wanê ji xeynî şanoya dewletê 12 komên şanoyê hene. Ji xeynîbŞanoya Mencelê yên din şanoya xwe bi tirkî dikin. Loma divê piştgiriya şanoya kurdî bê kirin. Divê herkes destekê bide Şanoya Mencelê. Ger li cihekî temaşevan tune bin, wê ne eywan ne jî lîstikvan hebin. Lê ger ev yek bi kurdî be divê beşdarbûyîn zêdetir be. Meha borî li vir mîhrîcanek çêbû. Mîhrîcan baş derbas bû. Girseyeke temaşevanan a vî bajarî heye. Loma divê Şanoya Mencelê qet vala nemîne. Li vir qadeke alternatîf heye û divê xwedî lê bê derketin.” Karaman xwest kurd li şanoya kurdî xwedî derkevin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar