Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Ger PDK ji bo berjewendiyên xwe tevnegere tu hêz nikarin bikevin axa Başûr’

GERMIYAN |

Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê didome û her ku diçe êrîşên xwe berfireh û dijwartir dike. Ji ber bombebaranê heta niha gelek welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne. Gelek ziyan gihaye şêniyan. Her wiha ji ber bombebaranê jîngehên sivîlan dişewite. Derbarê êrîşên dewleta tirk de şêniyên Germiyanê axivîn.

Nivîskar Soran Cebar di destpêka axaftina xwe de êrîşên li ser kurdan şermezar kir û wiha got: “Kurdistan xwedî statûya xwe ya serbixwe ye. Nabe welatên dagirker bi hînceta cuda êrîşî xaka me bike û gundên me wêran bike. Ev jî aşkeraye ku Tirkiye temahiya dagirkirina başûrê Kurdistanê dike. PKK’ê jî weke hîncet bi kar tîne. Ji bo ku sînorê xwe berfirehtir bike û împeratoriya dewleta osmanî ava bike. Lê ev xewnek vala ye û dê qet pêk neyê.”

Nivîskar Soran Cebar destnîşan kir ku partiyên Başûr ê ji ber berjewendiyên xwe rê ji bo dagirkeriyê xweş dikin ku tu dem bixwazin sînor derbas bikin û ev tişt anî ziman: “Pêwîst e parlamento û hikûmet sînorekê ji êrîşên dewleta tirk û welatên neyarên kurd dane. Rê nedin xaka Kurdistanê baregeh û navendan veke.”

Welatiyê bi navê Helmet Ebas diyar kir ku hêzên komando yên Tirkiyeyê bi çavgirtina PDK’ê hatine Herêma Kurdistanê û wiha got: “Ger PDK ji bo berjewendiyên xwe rê ji bo dagirkeriyê xweş neke, wê tu hêz nekare sînorê Kurdistanê derbas bike û xelkê sivîl bike qurbanî. Guman di vê yekê de nîne ku hizbên kurdî girêdayî dewletek dagirker in û bi fermana wan tevger digerin. Lewma pêwîst e welatî bêyî cudahî li dijî dagirkeriyê dakevin kolanan. Zextek bihêz li Tirkiyeyê bikin ku ji xaka Kurdistanê vekişe.”

Welatiyê bi navê Resûl Baram jî ev tişt anî ziman: “Di dîrokê de welatên dagirker ji doza kurd hezim nekirine. Niha jî ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê Tirkiyeyê PKK kiriye hîncet. Tevî ku van êrîşan jî deng ji partiyên Başûr nayê. Ji ber ku dizanin Tirkiye tu hesabî ji bo wan nake. Ji ber tirsa berjewendiyên xwe nikarin tu helwestê nîşan bidin. Berpirsê yekem ê van êrîşên Tirkiyeyê hikûmeta Başûr û parlamentoya Iraqê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar