Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ger tecrîd dewam bike, wê mirovahî bê kuştin!

Mûnzûr Dersîm

Di tevahî sazî û dezgehên mafên mirovan de, di tevahî pîvan û rêgezên navneteweyî de tecrîd sucekî herî giran ê li dijî mirovahiyê ye. Ev 18 meh in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin û 4 salan tecrîdekî girankirî ku li dijî mirovahiyê ye di kesayeta Rêber Apo de li ser tevahî gelê kurd tê meşandin.

Tecrîda li ser Rêber Apo ev demekî dirêje bi hemû dijwariya xwe ve hîn didome. Tevî parêzer û malbata wî her heftê 3-4 caran ji bo li Îmraliyê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêkbînin serlêdanê dikin. Lê heyanî vê rojê û vê demjimêrê jî bi tu awayî bersivekî nerênî ji rayedarên dewleta tirk ne hatiye dayîn.

Herî dawî di 25’ê adara 2021’an de Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li Edliya Rihayê 4-5 deqeyan axivî bû ji wê rojê heta îro ne bi malbatê re, ne jî bi parêzeran re bi tu awayî jê agahî nehatiye girtin. Di sala 2019’an de parêzeran 7 caran bi Rêber Apo re hevdîtin pêkanî bûn. Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ê wê demê Abdulhemît Gul derbarê hevdîtina bi Rêber Apo re gotibû ku tu astengî li pêşiya hevdîtinan nîne û parêzer û malbata Rêber Apo dikarin hevdîtinan bikin. Lê belê demekê şûnde hat dîtin ku bawerî ji vê kevneşopiya dewletperestiya faşîst a şefê AKP-MHP’ê nayê kirin.

Çavên tevahî gelê kurd û cîhanê li ser Îmraliyê ye. Kes nizane li wir çi dibe û çi heye. Ji ber ku ev 18 meh in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Bi hêcetên cuda cuda û kiryarên keyfî Rêber Apo di nava hucreyekî yek kesî de bi tenê tecrîd dikin. Ev wê yekê dide nîşandan ku tevahî sazî û destgehên ewropî yên xwedî hiqûq riziyane û tevahî saziyên mafên mirovan yên ku dibêjin em li cîhanê mafê mirovan di parêzin hatine binpêkirin. Bi taybetî jî saziya çavdêriyê ya Ewropa CPT’î.

Gelo dixwazin bi vê yekê çibikin?

Dewleta tirk a dagirker û hovane ku tiştek ji exlaqê mirovahiya cîhanî negirtiye, bi hemû hêz û hovitiya xwe ya di kesayeta Rêber Apo de li ser tavahî gelê kurd dide meşandin, bi dijwarî didomîne. Bi awayekî hîn guncaw em bînin ziman di xwazin bi vê tecrîda girankirî vîna Rêber Apo teslîm bigirin û di kesayeta Rêber Apo de berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya ku niha li Zap, Avaşîn, Metîna, Heftanîn û Gelê Kurd ya ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bidin fetisandin. Ji ber vê yekê jî şefê AKP’ê Erdogan hemû sazî, dezgeh, sendîqa û bi taybetî jî bi hêzên hegemon yên di dîlgirtin Rêber Apo de rolê xwe leyîstîn bi taybetî jî NATO bi şertên ku ez ê di nava çend mehan de PKK’ê xilas bikim ji NY û NATO’yê destûra vê yekê girtiye, ji ber vê yekê ew qas tecrîd giran kiriye û bi hemû hêza xwe li ser gelê kurd de tê. Di aliyê din de wek ku me li jor anî ser ziman dema ku mijar dibe Rêber Apo hemû sazî, destgeh û hiqûqa mafên mirovan û bi taybetî CPT’î bêdeng dimîne. Ew kes, saziyên hiqûqî, exlaqî, mafê siyasî ku hertim gotina mirovahî li ser zimanên xwe kêm nakin bi tu awayî deng dernaxin û rewşa tecrîda girankirî ya li Îmraliyê temaşe dikin. Ev bêdeng bûna wan tê wê wateyê ku agahiya wan ji vê yekê heye. Ji ber ku dema ku Rêber Apo dîl tê girtin û radestî dewleta tirk tê kirin û derbasî Îmraliyê dikin yên ku di asta herî jor de Rêber Apo pêşwazî dikin saziya mafê mirovan a Ewropayê CPT’î û DMME bû.

Tecrîd sucekî herî giran yê li dijî mirovahiyê ye. Tevî bi destûra CPT’î û saziyên mafên mirovan yên Ewropayê jî ku tecrîd bi tu şêweyî nayê qebûl kirin û divê di tu zagonan de neyê pêkanîn lê belê dewleta tirk û şefê faşîst yê AKP- MHP’ê Erdogan ku tevahî saziyên dewlet, hiqûq, exlaq û mirovahî xistine bin desthilatdariya xwe bi hemû giraniya ku heyî tecrîda li ser Rêber Apo dide meşandin û her roja ku diçe ev tecrîd girantir dibe. Bêguman armanca dewleta tirk a faşîst û şefê wê Erdogan ji vê yekê diyare. Dixwaze gel û Rêber Apo ji hev qut bike, bêagahî bihêlê û bi vî awayî desthilatdariya xwe bide meşandin.

Li hemberî vê tecrîda girankirî gelê kurd û dostên wan jî bêguman bêdeng namînin. Bi hemû hewildanên xwe li ser linganin, daxwaza dîtina Rêber Apo dikin. Bi piştgiriya 325 parêzerên nav û deng yên cîhanî û dostên gelê kurd ji bo dîtina Rêber Apo ji bo serdozgeriya dewleta tirk name şandin û di nameyan de hat diyar kirin û divê bi awayekî lezgîn hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin û wan jî daxwaz kir ku biçin rewşa li Îmraliyê fêm bikin û Rêber Apo bibînin.

Rêber Apo ev 18 meh in agahî jê nayê girtin. Tevî hemû hewildan û xebatên malbat û parêzeran jî rayedarên dewleta tirk bi hêcetên keyfî û li dijî mafê mirovan tecrîdê giran dike û bi tu awayî destûra hevdîtina bi Rêber Apo re nayê dayîn. Di pêvajoya ku em tê de derbas dibin, pêvajoyek dîrokî û girînge. Tevahî dengeyên hêzên hegemon yên di Rojhilata Navîn de ku tên guhertin li ser fikir û hîmê paradigmaya Rêber Apo ye. Ji ber ku di dîrokê de gotinên ku Rêber Apo di parêzname û pirtûkên xwe de anîn ser ziman bi giştî di roja meya îro de pêk tên. Li ser vî bingehî dengeyên li cîhan û Rojhilata Navîn bi awayekî bi lez ku dewletên hegemon dimeşîne de tên guhertin. Ji ber vê sedemê di roja meya îro de mirovahî û cîhan ber bi tunebûnek xwezayî û gerdunî ve diçe. Sedemê vê yekê jî desthilatdarî û zêhniyeta dewleta serdest ya baviksalarî ku niha bi awayekî giran tecrîdê li ser Rêber Apo û gelê kurd giran dike û dide meşandin. Ger ku di demek nêz de girêdayî rewşa Rêber Apo û tecrîda giran kirî ya li Îmraliyê hewildanên giring û bi lezgîn neyên kirin. Wê rewşek cuda derkeve holê, di vê ku bi awayekî lezgîn serî li Îmraliyê bê dayîn û hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Ji ber ger ku ev tecrîda girankirî bi vî awayî dewam bike wê di kesateya Rêber Apo de destpêkê Gelê Kurd û piştre jî tevahî mirovahî bê kuştin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar