Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Ger we hestiyên kurê min dîtin, têxin gora min’

Dayikên Şêmiyê di hefteya 769’emîn de aqûbeta kesên di sala 1995’an de li Kerboranê hatine binçavkirin û windakirin pirsîn. Hat gotin ku kesên hatin binçavkirin rastî îşkenceyên giran hatin, serê wan jê hate kirin û hatin şewitandin. Birayê Seyhan Dogan di çalakiyê de axivî û got: “Dayika min beriya ku rehmet bike got; ‘Ger we hestiyên Seyhan dîtin, têxin gora min.’ Me jî hestiyên wî dîtin û xistin gora wê.”

Bi armanca dîtina xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine windakirin û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê di hefteya 769’emîn de jî xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dayikên Şemiyê dîsa ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê jî Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Miarovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî dan. Di çalakiyê de dayikan tîşortên ku wêneyên windayan li ser li xwe kirin û qurnefîl girtin.

Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak ve hat xwendin. Ocak anî ziman ku binçavkirin û windakirina mirovan sûcê li dijî mirovahiyê yê û wiha got: “Bi rêya hiqûqê destûr nadin ku lêpirsîna vî sûcî bê kirin. Sûc tê parastin. Ev 769 hefteye em hewl didin ku ev sûc bêhesab nemîne. Dê di 23’yê kanûnê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê danişîna doza JÎTEM’ê ya Kerboranê bê dîtin. Em dixwazin kesên ev sûc kirine li gorî heqaniyetê bên darizandin û cezakirin.”

Serpêhatiya kesên li Kerboranê hatina windakirin vegot

Di berdewamê de jî Ocak serpêhatiya kesên li Kerboranê hatin binçavkirin û piştre jî hatine windakirin vegot. Ocak got; ‘Di navbera 29’ê cotmeh û 8’ê mijdara sala 1995’an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê tîmên taybet bi ser malan de girtin û Davut Altunkaynak ê 12 salî, Seyhan Dogan ê 13 salî, Nedîm Akyon ê 16 salî, Mehmet Emîn Aslan ê 19 salî, Abdurrahman Olcay ê 20 salî, Abdurrahman Coşkun ê 21 salî û Suleyman Seyhan ê 57 salî binçav kirin û windakirin. Her wiha dayika Altunkaynak, Hayat Altunkaynak, keça Suleyman Seyhan, Fehîme û keça Seyhan Dogan a 11 salî Haznî Dogan jî piştî hatin binçavkirin 3 rojan rastî îşkenceyên giran hatin û hatin berdan.’

‘Serê wan jê hate kirin û hatibûn şewitandin’

Ocak destnîşan kir ku ji bo malbat nekevin şopa windayan rastî gefan hatin û wiha domand: “Malbat rastî îşkenceyê hatin. Serlêdana sûc kirin. Lêpirsin bêencam ma. Di  6’ê adara 1996’an de serê Suleyman Seyhan hat jêkirin û bedena Suleyman Seyhan a hatbû şewitandin, di bîrekê de hate dîtin. Şahidê bûyerê Bîlal Batirir ji aliyê tabûra Cendirmeyan a Kerboranê ve hate windakirin. Piştî ÎHD’ê di 29’ê adara 2009’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê da, derket holê ku kesên hatine binçavkirin di bîrê de hatin veşartin. Di lêkolînên di navbera 2012-2013 û 2015’an de hestiyên kesên hatine windakirin hatin dîtin. Derket holê ku kesên hatine windakirin rastî îşkenceyê hatine. Der barê 18 kesên di navde fermandarê Cendirmeyan Hurşît Îmren û fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tire jî heye doz hate vekirin.”

‘Lêgerîna heqîqetê tê astengkirin’

Di berdewamê de jî Ocak daxuyand ku herî dawî danişîna dozê di 30’ê îlonê de hatibû dîtin û wiha pê de çû: “Heyeta dadgehê heta niha ji bo bersûcan bibîne û bidarizîne tiştekî şênber nekiriye. Wekî dozê JÎTEM’a Kerboranê yên berê niha jî bi destê darazê lêgerîn û hewldana me ya ji bo edaletê tê astengkirin. Em di serî de ji bo Davut Altunkaynak, Seyhan Dogan, Nedîm Akyon, Mehmet Emîn Aslan, Abdurrahman Olcay, Abdurrahman Coşkun, Suleyman Seyhan û hemû windayan edaletê dixwazin. Em ê lêgerîna edaletê berdewam bikin.”

Komkujiya Gurgumê

Masîde Ocak herî dawî jî bi bîr xist ku di  19-26’ê kanûna sala 1978’an de Komkujiya Gurgumê pêk hat û wiha got: “Bi ser re ev 41 sal derbas bûn. Ev komkujî ji aliyê hêzên dewletê ve hate kirin. Li Goristana Şeyh Adil bi komî hatin definkirin. Em di 41’emîn salvegera Komkujiya Gurgumê de dîsa daxwaza edalet û heqîqetê dubare dikin.”

Birayê Altunkaynak axivî

Her wiha di çalakiyê de birayê Davut Altunkaynak ê 4 sal piştî windakirinê ji dayik bû Davut Altunkaynak jî axivî û wiha got: “Dema ez ji dayik bûm, navê birayê min li min kirin. Ez bi navê birayê xwe serbilind im. Em destûr nadin ku ev doz bêencam bi dawî bibe. Ji bo faîl bên darizandin çi ji destê me bê em ê bikin.”

‘Dema we hestiyên Seyhanê dîtin bixin gora min’

Birayê Seyhan Dogan, Kadrî Dogan jî di çalakiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Em 20 salan li Seyhan geriyan. Dayika min di sala 2000’an de di salvegera windakirina Seyhan de çû ser dilovaniya xwe. Dayika min beyî hestiyê Seyhan bibîne jiyana xwe ji dest da. Got; ‘Dema we hestiyên wî dîtin, bixin gora min.’ Me hestiyên Seyhan dîtin û xistin gora dayika wî. Em edaletê dixwazin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar