Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

‘Ger xiyanet nebe Tirkiye nikare daxwaza xwe pêk bîne’

Êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê her ku diçe berfireh dibin. Li dijî van dagirkeriya bertekên gel jî berfireh dibe. Welatiyên navçeya Xurmatû ya Selahedînê li dijî êrîşên dewleta tirk nerazîbûna xwe anîn ziman.

Welatiyê bi navê Omer Xurşîd diyar kir ku ev dagirkeriya ku li ser xaka Başûr pêk tê, bi hemû awayî binpêkirina li dijî ol, yasa û destûriyê ye û wiha got: “Ji ber ku tişka ku Tirkiye li başûrê Kurdistanê dike, ne tenê şerê berjewendiyên xwe heye, ne tu mijarê dine. Dixwaze hebûna xwe li herêmê bi hêz bike. Zêdetir xaka kurda bixe bin desthilata xwe. Mixabin hinek aliyên kurd jî çavê xwe ji vê dagirkeriya tirk re digirin. Ev ji xiyanetek mezin e.”

Omer Xurşîd da zanîn ku ger xiyanet nebe welatên şerker nikarin bi hêsanî bigihêjin armancên xwe û ev tişt anî ziman: “Lewma ger aliyek piştgiriya Tirkiyeyê neke, wê nekare wiha dagirkeriyê bike. Li başûrê Kurdistanê ji aliyê hemû gelê kurd ve aşkeraye kîjan alî ji bo dagirkeriyê hevkariya Tirkiyeyê dike. Bi çi awayî be divê di nava kurdan de nokerî nemîne. Ji bo bigihîn encamê divê şaşiyên xwe bibînin. Mixabin her hêzek kurd ketiye li pey welatekê.”

Welatiyê bi navê Seywan Seîd jî ev tişt anî ziman: “Tirkiye dixwaze hemû başûrê Kurdistanê dagir bike. Gerîlayên PKK’ê tenê hîncet e. Dixwaze hemû parçeyên Kurdistanê dagir bike û hukmê xwe li ser me bike. Ji ber ku serkeftina gelê kurd hezim nake. Mixabin çavê xwe ji dagirkeriya Tirkiyeye re digirin. Aşkera ye ku PDK vî karî dike. Dixwaze careke din dewleta Osmanî zindî bikin. Lewma herî zêde zextê li başûrê Kurdistanê dike. Da ku li wir hewldana vegerandina wîlayeta Mûsilê ser bi Tirkiyeye bide.” XURMATÛ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar