Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Gera me ya Şengal û Mexmûrê

Wekî tê zanîn di navbera 8 û 12’yê meha sibatê de em çar wekîlên HDP’ê ji bo zext, zor û êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê ji nêz ve bişopînîn me seredana gelê xwe kir.

Armanc ew bû ku em heqîqeta li wir hîn bibin û bi raporekê bigîhînîn raya giştî û bala herkesî bikîşînin ser tiştên diqewime.

Serî de em çûn Şengalê. Li Şengalê, me seredana Meclisa Xweser a Gel, Tevgera Jinên Azad, Meclisa Jinan, Meclisa Ruhspiyên eşîran, Nunertiya Gelê Şîa, Meclisa Xanesorê û Partiya Azadî û Demokratîk a Êzîdiyan û gelek malbatan kir.

Me dît ku, ew gotina ku Tirkiye dibê ez li hemberê DAÎŞ’ê têkoşîn didim derket holê ku dereweke mezin e. Di heman demê de Hevbendiya Navnetewî ya li hemberê DAÎŞ’ê têkoşîn dide divî warê de qels maye. Êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Hesekê û encamê de 121 kesan jiyana xwe ji destdaye mînaka herî zindî ye.

Wekî din gorî gotinên gelê me yê êzidî di êrîşa 2014’an de DAÎŞ’ê de bi hezaran însan hatin qetilkirin û nêzî heft hezaran jî hatine revandin. Her wiha nêzî 2 hezar 800 însanan hê di destê DAÎŞ’ê de mane û aqubeta wan ne diyar e. Gelek gorîn komî yên nehatine vekirî jî hene.

Hat gotin ku piştî peymana Şengalê ya 9’ê cotmeha 2020’an de ji hêla Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Tirkiye û Iraqê ve hatiye qebulkirin zextên li ser Şengalê zêdetir bûne.

Ji ser 74 fermanan re jî, niha gele êzidî di bin êrîşkariya balefirên dewleta tirk dene. Li Şengalê nêzî 200 hezar însan dijîn. Nêzî vê jimarê jî koçber bûne. Hinek koçberê Amerîka, Kanada, Avûstûrya û dewletên rojava bûne. Piranî jî li Duhokê di nava 13 wargehan da ne.

Li gor agahiyan Hikumeta Federal a Kurdistanê nahêle gelê kampan vegerin Şengalê. Malbat jî parçe bûne. Hinek bi dizî hatine Şengalê hinek jî li wargehan mane. Gelê wargehan di bin zext û zora bişaftina olî û çandî de ne.

Tişta herî balkêş ji me re hat gotin ku li ser navê MÎT’ê telefonan didine wan û dibêjin ji me re sîxuriyê bikin, ger hûn sîxuriyê nekin em dê we bikujin.

Her wiha li gor agahiyên ku dan me hêzên parastina Şengalê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve qaşo “terorîst” tê bi nav kirin, ji hela dewleta Iraqê ve hêzeke fermî û bi navê tuxaya 80’emîn tên qebulkirin. Hemû çek, mûçe û pêdiviyên wan jî ji hela dewletê ve tên dayîn.

Êrişkariyên nêz de hatine kirin; Şandeya Xweseriya Demokratik xwest di 16’ê tebaxa 2021’an de bi serokwezîrê Iraqê Kazimî re hevdîtinekê pêk bîne. Dema diçin hevdîtinê bi êrîşa hewayî ya dewleta tirk berpirsê şandê Saîd Hesen û ajokarê wî Îsa tên qetilkirin.

Nexweşxaneya Gundê Sekeniyê di 7’ê tebaxa 2021’an de hat bombekirin. 4 karmendên tendustriyê yên ereb û êzidî û 4 parazvanên nexweşxanê jiyana xwe ji destdan.

Hevserokê Xweseriya Demokratîk Mervan Bedel li tenişta mala wî di maşîna wî de hat bombekirin. Di encamê de jiyana xwe ji dest da û 2 zarokên wî jî birîndar bûn.

Meclisa Gel a Xanesorê 11’ê kanûna 2021’an de hat bombekirin. 21 cih di 1-2’yê meha sibata 2022’de hat bombekirin û 3 mirovan jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyekê ve zext û zora dewleta tirk ji aliyê din ve jî xetereya DAÎŞ’ê li ser gelê Şengalê berdewam e. Banga şengaliyan ji cîhanê re ev e ku ev zlim û zordariya li ser wan tê kirin, bê rakirin.

Dixwazin êrişên balefiran û sîhayan bêne rawestandin. Dorpêça ji hela Hikumeta Federal û ya dewleta Iraqê bê rakirin. Qirkirina êzidiyan wekî jenosîd ji hela cîhanê ve bê qebulkirin.

Dixwazin hemû hêzên demokratik, ronakbîr, hunermend, saziyên demokratik, saziyên mafê mirovan, saziyên hawîrdorparêz, saziyên jinan seredana wan bikin û li doza wan xwedî derkevin.

Di heman demê de dixwazin her kes rêzê ji vîna wan a xweser re bigire, Neteweyên Yekbuyî û hêzên cîhanî li wan xwedî derkevin û hemû cureyên êrîşkariyan rawestînin.

Piştî Şengalê me wekî şande serdana gelê xwe yê li Mexmurê kir. Hevdîtina me bi rêveberên şaredariyê, bi rêveberên Meclisa Gel, bi Meclisa Îştar a Jinan û bi gel re pêk hat.

Gelê Mexmurê di salên 1990’î de rastî kuştinên kiryarên wan nediyar bûn, hatin. Gundên wan hatin valekirin, şewitandin û hatin koçberkirin. Ji ber zext û zora dewletê neçarbûn dest ji gundên xwe berdin û derbasî başûr bibin. Gelek warger veguhertin û dimahiyê li Maxmurê nîştecîh bûn. Niha nêzî 13 hezar mirov li vê wargehê dijîn.

Mixabin zext û zora li ser wan hêj kêm nebûye. Ji sala 2018’an û vir ve Hikumeta Federal a Kurdistanê nahêle gelê Mexmurê biçe herêma wan. Heta nexweş jî nikarin biçin. Gotin ji ber vê qedexeyê gelek jinan zarokên xwe windakirine. Gel nikare tiştekî ji herêmê wergire. Bêkarî di asta bilind de ye. Tenê dikarin ber bi Musul û Bexdayê ve biçin. Ew jî vegerê de astengî derdikevin.

Rêveberên herêma Kurdistanê nahêlin ku xwendekarên wargehê biçin zanîngehan. Êrîşên DAÎŞ’ê li ser wan berdewam dikin. Di heman demê de êrîşên dewleta tirk jî bê rawestan didome. Jiyana wargehê dibin xetereyeke mezin de ye. Nunertiya Neteweyên Yekbuyî erkên xwe pêk naynin. Gorî daxwazên dewleta tirk, Iraq û hikumeta kurdan tevdigere. Xîzanî, bêkarî, amurên perwerdê, derman, bijîjk û hwd kêmin.

Daxwazên mexmuriyan bi kurtî ev bûn; Bila êrîşên dewleta tirk bên rawestandin. Dorpêça li ser wan bê rakirin. Mafê seyehatê û karkirinê bê dayîn. Astengiyên ji bo çûyîna zanîngehan bên rakirin. Êrîşên hewayî bên astengkirin. Mafê penaberî yên esasî bên parastin û gorî wê bê tevgerîn. Nunertiya Neteweyên Yekbuyî erk û peyvîrên xwe bi cîh bîne.

Di encamê de banga wan ji hemû saziyên demokratîk û mirovhezan re ew bû ku  dengê wan bigihînin cîhanê û bi şandeyên cuda serdana wan bikin.

 

Nûçeyên Têkildar