Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Gardiyan gefa kuştinê li girtî Barik dixwin

Girtiyê edlî Ridvan Barik ê li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Dûmlû ya Erziromê tê ragirtin, da zanîn ku her tim ji aliyê gardiyanan ve gefa kuştinê lê tê xwarin.

Ridvan Barik ê ji ber di 15’ê çileya 2014’an de li navçeya Samandag a Hatayê gardiyanê bi navê Fayat Toy ê li Girtîgeha Tîpa K1 peywîrdar bû kuşt, hate girtin û niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Dûmlûyê tê ragirtin diyar kir ku bi kuştinê gef lê tên xwarin. Barik ê di 9’ê tîrmehê de bi telefonê bi malbata xwe re axivî, da zanîn ku gardiyan gefa kuştinê lê dixwin.

Barik, got ku gardiyanan bi gotinên “Hevkarên te yên sûc întîhar kirin, tu jî nameyeke întîharê binivîse û întîhar bike. Bila destê me nekeve nav xwîna te” gef lê xwarine û ev tişt gotin: “Ez li vir têkoşîna ku sax bimînim didim. Du kesên din ên bi min re di heman dosyayê de dihatin darizandin jî li girtîgehê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan lê gotin întîhar kirine. Derbarê kesekî de weke ‘psîkolojiya wî xerabe ye ji ber wê întîhar kir’ rapor girtine. Li vir ewlehiya canê min nîne. Dibêjin ‘Weke yên din êm te jî ji holê rakin û weke ku întîhar kiriye nîşan bidin. Ji bo ku te gardiyan kuştiye em ê te bikujin’. Her girtîgeha ku diçimê bi heman tiştî re rûbirû dimînim. Gardiyan min ne kuşt lê ji min re dibêjin tu jî ‘hevkarê wan ê sûcî’. Her tim li min dixin û îşkence dikin. Êdî dem nema û heneke vê yekê jî nîne. Yek ji kesên bi min re dihatin darizandin li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê yê din jî li Xarpêtê hate kuştin.”

Birayê Barik ê têkildarî mijarê axivî, Erol Barik jî wiha got: “Dema kekê min leşkerî dikir, ji bo ku beriya merasîma sondxwarinê çend rojan ji leşkeriyê reviya 20 mehan cezayê dîsiplînê girt. Mayîna di girtîgehê de ya vî cezayî jî 11 meh in. 3 roj mabûn ku cezayê kekê min ê 11 mehan di girtîgehê de bû xelas bibe, hevalên wî yên qawişê yên li girtîgeha leşkerî ya Hatayê dihatin ragirtin gefa ‘tu neçarî bi me re birevî heke em ê te bibînin’ lê xwarin. Di dema direvin de di navbera kesên pê re û gardiyanan de şer derketî ye. Di şerê derketî de gardiyan ji aliyê kesên li cem kekê min ve hatiye kuştin. Kekê min jî ji ber vê bûyerê cezayê muebetê girt. Ji wê rojê û şunde her dema digere dibêje gef lê tên xwarin. Eleqeya kekê min bi kuştina gardiyan nîne. Lê biçe kîjan girtîgehê gardiyan tundiyê li kekê min dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar