Di dawiyê de destên Gergerlîoglû kelemçe kirin, berê wî dan kodêsê. Têkoşîna ku Gergerlîoglû ya ji dil û ruhê xwe bi rêve dibir hate wê radeyê ku rejîma faşîst ew nehewand û jê re kodes layiq dît.
Kodês peyweke kevn e. Çawa berê dihate bilêvkirin wateya zindana reş û pir xedar jê derdiket. Berê peyvên weke kodês, taşxane di stran û çîrokên kurdî de derbas dibûn. Pê re gotin û stran dianîne ser zilm û hovîtiya wan deran û çawa xewn û xeyalên mirovan herimandine, weke xof jê bê girtin dihatin pênasekirin.
Îro hikumeta zordest bi vî mantiqê ku serê gel de ava kiriye nêzî girtiyan dibe. Gergerlîoglû jî, ku bi salan e bi têkoşîna xwe ya kiryarên dermirovahî teşhîr dikirin û xewa hikumet zêdetir direvand para xwe jê girt û ew jî tev refên girtiyan kir. Girtîgeh îro cihê şergeleyan e, ji bo mirovahiyê serbilindî ye. Ew jî çû nav wan.
Omer Farûk Gergerlîoglû misilmanekî demokrat, paqij, durist û xweşbîn bû. Ji berî Mazlûm-Derê ketibû riya parastina mafên mirovan, piştre jî nesekinîbû. Têkoşîna wî ya bixîret bala siyasetê kişand ser xwe, ew ji lîsteya HDPê bû parlamenterekî ku heqê wê dayî. Duristî û mafparêziya wî ya jidil di refên meclîsa Tirkiyeyê de jî dewam kir. Tevî grûba parlemamentoyê ya HDPê gelek dosyayên nelirêtî, dizî, tecawiz, lêgerîna bi awayekî tazî li ser girtî û binçavan, revandinên korsan û hwd. yek bi yek hatin rojeva meclîsê. Di serê xîretkêşan de Gergerlîoglû hebû. Gef û çavtirsandinên eşkere yên dewletê li ser barîn. Di meclîsê de lînceke siyasî û heqaretê re rû bi rû ma. Lê wî paşde gav neavêt.
Helwesta wî ya bibiryar û paşdegavneavêtî hikumeta zordest pir di mala tengasiyê de dihîşt. Bi belge û palpişt sûcên hukimetê yên dermirovahî radixist ber çavan. Meclîs radikir ser piyan û dijberî û tundiyeke mezin ji refên AKP û MHPê bilnd dibû.
Îslamgirî û muxalefeta wî ya dijî hikumetê heta dawiyê îktidar bêtehemûl dikir. Vê nerihetiyê ew kir devê topa hikumetê û komên AKP û MHPê. Bi rastî kesên demokratên misilman ên weke O. F. Gergerlîoglû, Hûda Kaya bi tawîznedana xwe di armanca tîrên sûcdaran de bûn. Dixwestin ku eşkere sûcên giran ên dermirovî, exlaqî, nelirêtî, tecawiz û kujeriyê neyên dîtin, neyên gotin, neyên nivîsandin. Ew jî mîna çewlika xwe gel bi rê ve bibin, kîsên xwe tije bikin, tecawiz bikin, bikujin lê mû jî li cihê xwe neleqe.
Ya li ber çavan dixuya Gergerlîoglû, Hûda Kaya û yên mîna wan di baweriya xwe ya îslamî de ji dil û samîmî ne. Çawa bawer dikin wisa tevdigerin. Li gel vê yekê îslama AKPê û mutefîkê wê MHPê îslama îktidarperest û qelp e. Riya Ebû Sufyan, Mûaviye û Yêzîd tê re çûne û pêş ketine, ew rê ye. Di vê ekola îslamiyetê de ji bo bigihîjin îktidarê her rê rewa tên dîtin. Ev yek esas bi Makyavelo tê zanîn lê peşevanên Makyavelo ew in. Ji bo îktidarê bi dest bixin, Qurana ew bixwe jî pîroz dibînin kirine amûra şer û li serê rimên xwe kirine. Balkêş e, Mûaviye Hezretî Elî li ser nimêjê kûşt, Erdogan jî nehîşt Gergerlîoglû nimêj bike û solên xwe li pê bike. Ka ev çi îslamiyet e, gelo bi rastî ew misilman in?
Ji ber vê yekê baweriya jidil û bêhesab li kiryarên baweriya qelp a AKPê nayê. Her çend ku di pênasekirinê de navê her du ekolan jî îslam be rastî ne ew e. Ekola Gergerlîogû û Hûda Kaya ji bawerî û samîmiyetê, ya Erdogan û avaneyên wî ekola bikaranîna îslamê ji berjewendiyan, xapandin, qelpî û îktidarperestiye tê.
Ekola îktidarperest, ekola bawermend ji bo xwe xetere dît, li gorî wê plangerî amade kir. Serê pêşîn dozên pûç vekirin, bingeha cezalêbirinê danî, tezkere amade kir, xayîn îlan kir û ji cezayê bêbingeh wekîliya wî hate xistin. Rik û kerba wan ew qas mezin bû ku xwestin heman rojê Gergerlîoglû bi darê zorê ji meclîsê fiîlî bavêjin û destên wî kelemçe bikin. Neçarî û sosretiyeke wisa nîşan dan ku tev qaîde û rêbazên xwe yên rûniştî binpê kirin.
Wekîlê HDPê Gergerlîoglû serî netewand, li ber xwe da, meclîs neterikand. Paşê bi hincetên bêbingeh polîsan avête ser meclîsê, li odeyên meclîsê wexta ku destnimêj digirt, nehiştin cakête xwe jî li xwe bike ji meclîsa qaşo îradeya milet e girtin birin emniyeta Enqereyê û serbest berdan. Çend rojan şûnde rewş dan jibîrkirin û nehîştin solên xwe jî pê bike Gergerlîoglû dîsa girtin, li gel ku anjiyo bûbû jî ji nexweşxaneyê weke korsanî birevînin birin, avêtine girtîgehê, yanî kodêsa di serê xwe de sêwirandibûn.
Gergerlîoglû serî netewand, tawîz neda, têkoşiya û dijminên maf û azadiyan ên sondxwarî weke bi hezaran siyasetmedar, nojnameger, têkoşeran ji bo wî jî kodês layiq dîtin. Siyaseta îslama îktidarperest serê kê netewandibe, dîktatoriya xwe nedabe qebûlkirin û neanîbe riya xwe li dijî wan doza tolhildanê rewa dibîne. Gergerlîoglû jî yek ji wan siyasetmedar û têkoşeran e. îktidar bi navgîna girtîgehê teşeyê kodesê difikire û rûyê xwe dizivirîne Serdema Navîn, kiryarên Engîzîsyonê. Weke Brûno dixwaze teşeyekî ku xwe guncav dibîne agir berde bedena Gegerlîoglû û tola xwe jê derxe. Weke tev girtiyên siyasî hikumet doza tolhildanê ji bo wî jî diajo. Ev ji bilî tolhildanê ne tiştekî din e. Belkî jî dixwaze li hember çi bêhiqûqiyan dosya çêkiribe wî bi heman kiryaran re rû ni rû bihêle.
Gergerlîoglû li dijî bêhiqûqiyên ji bo wî hatine kirin got ku ez tawîz nadim, li her derê ez ê vê dozê bimeşînim. Û ew bi serbilindî di riya xwe de meşiya. Ev têkoşîna wî rewa ye, yên ew dîl girtine di wijdana gel de ne rewa ne. Divê xwedî lê bê derketin û neyê jibîrkirin. Ji bo ku Gergerlîoglûyên rojên pêş pir bin û bi wêrekî bimeşin.