Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...

Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...
Cumartesi - 29 Haziran 2024

Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...

Gerîla Bêrîtan: SÎHA’yên dagirkeran yek bi yek tên xistin

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Amed diyar kir ku êdî her kes dibîne bê teknîka artêşa dagirker ji aliyê gerîla ve çawa tê têkbirin û wiha got: “Balafirên keşfê yên dewleta tirk li ezmanê Kurdistanê yek bi yek têne tunekirin. Li Kurdistanê wê xeta berxwedanê her tim bi ser bikeve."

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi pêşxistina teknîkê û taktîkên profesyonel derbên mirinê li dewleta tirk a dagirker dixin. Bi taybetî ji di van 8 mehên dawî de bi operasyonên şoreşgerî û teknîka pêşketî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn li dagirkeran kirine dojeh. Gerîlayên azadiyê balafirên bêmirov ên artêşa tirk a dagirker li ezmanên Kurdistanê ji aliyê hêzên HPG û YJA Starê ve yek bi yek têne xistin. Ji gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Amed têklidarî şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê axivî.

Gerîla Bêrîtan Amed bal kişand ser tecrîd mutleq a li ser Rêber Apo tê meşandin û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker şerê herî giran li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de di asta herî bilind de dimeşîne. Dijmin piştî ku li hemberî berxwedana Rêber Apo li bin ket, êrişên xwe zêde kir. Lê belê ev şer roj bi roj dewleta Tirk hîn bêhtir dixe nava çiravê. Weke encam jî têkçûn ne tenê ji aliyê leşkerî ve ye, di heman demê de ji aliyê aborî û siyasî ye. dewleta tirk li hemberî gerîla êrişên qirkirinê dike. Di van êrişan de çekên termobarîk, kîmyewî û gelek çekên li cîhanê qedexekirî ne bi kar tîne. Hêzên HPG û YJA Star jî bi berxwedanê bersivê didin êrişan. Em ji Rêberê xwe hînî berxwedan û têkoşînê bûn. Rêberê me li Îmraliyê li ber xwe dide, em jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin.”

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Amed anî ziman ku dewleta tirk a dagirker bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze gerîla têk bibe û wiha domand: “Dewleta tirk nikare gerîla tune bike. Ji ber ku hêza teknîkê û hemû rêbazên qirêj ên artêşa tirk a dagirker ji aliyê gerîla ve têne têk birin. Balafir, Kobrayên xwe yek bi yek ji aliyê gerîla ve têne îmhakirin. Dijmin ji ber vê yekê gazên kîmyewî, çekên qedexekirî bi kar tîne. Bi van rêbazên li derveyî mirovahiyê dixwaze encamê bi dest bixe. Artêşa tirk her çend teknîka şer bi pêş bixîne jî gerîla li hemberî vê yekê alternatîfan peyda dike.

Balafirên keşfê, ÎHA, SÎHA yên ku dewleta tirk a faşîst timî propagandaya wan dike ji aliyê gerîla ve têne xistin. Yek jê 27’ê gulanê yek jî 6’ê hezîranê di nava 10 rojên dawî de 2 ÎHA yên artêşa dagirker ji aliyê hêzên gerîla ve hatin îmhakirin. Dewleta tirk a faşîst hewl dide vê veşêre. Êdî her kes dibîne bê teknîka artêşa dagirker ji aliyê gerîla ve çawa tê têkbirin. Balafirên keşfê yên dewleta tirk li ezmanê Kurdistanê yek bi yek têne tunekirin. Li Kurdistanê wê xeta berxwedanê her tim bi ser bikeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar