Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Gerîla bi rêbaz û taktîkên xwe operasyona pençeyê têk bir’

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê da zanîn ku hêzên gerîla li dijî operasyonên dewleta tirk, bi taktîk û rêbazên dewlemend bi kar anîne û derbên mirinê li artêşa tirk xistine. Gerîlayan got ku dewleta tirk xwest bi operasyona ‘pençe’ gerîlayan dorpêç bike û tasfiye bike lê ew bi xwe ketiye nava pençên gerîla û derbên giran xwarine

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê rêbaz û taktîkên gerîla yên di çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şehîd Ronya û Şehîd Bager de sala 2019’an de li dijî artêşa tirk li dar xistin, ji ANF’ê bi Laleş Rênas û Faraşîn Demhat re nirxandin.

Ji gerîlayên YJA Starê Rojevîn Viyan ku li Eyaleta Avaşînê gerîlatiyê dike anî ziman ku ji bo projeya ji nû ve avabûnê ya gerîla bikeve meriyetê, gerîlayên YJA Starê ji çalakiyên li eyaletê re pêşengî kirin û wiha domand: “Li girên ku dijmin weke çeperên xurt dibîne û ne bawer in ku gerîla xwe bigihîne wan, bi çalakiyên êrîşê derbên giran li dijmin tê xistin û çek ji ser wan tên rakirin. Her wiha bi çeka fuze jî çalakiyên serkeftî hatin kirin.”

‘Artêşa tirk xwest gerîla pençeyên xwe û tasfiye bike’

Di berdewamê de jî Viyan diyar kir ku di sala 2019’an de li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi navê ‘Pençe’ operasyon hate destpêkirin û wiha got: “Di çarçoveya projeya ji nû ve avabûnê de bi rêbaz û taktîkeke nû di serî de Heftanînê li gelek herêman derbên mezin li artêşa TC hatin xistin. Artêşa TC bi ‘operasyona Pençe’ xwest gerîla bixe nava pençeyê xwe û tasfiye bike. Lê belê bi derbên giran ên ji gerîla xwar ew bi xwe kete nava pençeyên gerîla. Gerîla bi rêbaz û taktîka xwe ‘Operasyona pençe’ têk bir.”

‘Li Zapê artêşa tirk derbên giran xwarin’

Ji gerîlayên HPG’ê Rêdûr Tolhildan jî ku demekê dirêj li eyaleta Zapê gerîlatî kir, li ser rewşa gerîla ya li Eyaleta Zapê ku weke ‘Hêlîna berxwedanê’ bi nav dike wiha dibêje: “Zap eyaleteke ku artêşa tirk gelek operasyonan lê dike ye. Lewma her carê derbên giran li operasyonên artêşa TC hatin xistin û lehengiyên mezin lê hatin kirin. Ji ber vê yekê ji bo gerîla gelekî girîng e.”

Di berdewamê de jî Tolhildan ev tişt destnîşan kirin: “Heval niha li herêma Zapê bi moral û kelecaneke mezin di çeperan de ne. Li herêmên zor û zehmet ên mîna Zapê têkiliya hevrêtiyê bêhtir xurt dibe. Hîn bêhtir mirov ji jiyanê hez dikin û ji bo jiyaneke bi rûmet dixwazin têbikoşin. Li eyaleta Zapê bi rêbaza gerîlayên nûjen derbên mezin li artêşa TC tên xistin. Hêzên operasyonê yên dikevin eyaleta Zapê bêyî ku derbên mezin bixin nikarin jê derkevin. Di her serdema dîrokê de rewş bi vî rengî ye.”

‘Sala nû dê bibe gava ber bi azadiyê ve’

Tolhildan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lewma mirov dikarin ji bo sala 2019’an bêjin, ku bi berxwedaneke mezin dijmin hate têkbirin. Ji bo sala 2020’î jî armanc û biryardariya me ew e ku em Rêberê xwe ji nava şert û mercên tecrîdê derxînin û bibin bersiv ji gelê xwe re. Gerîlayên Kurdistanê dê sala 2020’î bikin sala gava ber bi azadiyê ve. Di çarçoveya projeya ji nû ve avabûnê de em ê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar