Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Gerîla bi ruhê 14’ê Tîrmehê hesab ji dijmin dipirse

Gerîlayên azadiyê di salvegera berxwedana rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê de bi ruhê şehîdên 14'ê Tîrmehê çalakiyan dikin û hesab ji dijmin dipirsin.

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi çanda mezinkirina têkoşîna şehîdan hatiye asta ku pêşengiya azadiya hemû gelên cihanê bike. Di vê çandê de, her şehadetek dibe hêza gavavêtinên nûtir û mezintir. Her şehadetek dibe navê pêngav û serketineke mezintir. Bi soza ku ji qehremanên 14’ê Tîrmehê re hate dayîn pêngava 15’ê Tebaxê hat lidarxistin. Bi rihê fermandar Egîd (Mehsûm Korkmaz) gerîlatiya şerê azadiyê li her devera Kurdistanê belav bû.  Lewre em dikarin bêjin ku: Şerê gerîla tola berxwedêrên zindana Amedê ye. Îro li Heremên Parastinê yên Medyayê tola berxwedana Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçekan bi qasî mezinahiya eşqa wan a ji jiyana azad re mezin û geş bûye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi rihê berxwedaniya Mazlûm, bi hikmet û zanista Xeyrî, bi cesareta Kemal, bi biryardariya Akîf û bi rihê ciwantiya Alî Çîçek mezintirîn êrîşê dagirkeriyê vala derdixin.

Bi nêzbûna salvegera sekna bi rûmet a pêşengên PKK’ê ya di zindana Amedê raber kirine de hevrêyên rasteqîn, şagirtên van fermandarên bi heybet bi çalakiyên layiqî heybeta wan 14’ê Tîrmehê pêşwazî dikin.

Roja 10’ê tîrmehê li qada berxwedanê ya Girê Bahar, sekvanên HPG’ê û YJA Starê helîkoptereke bi tîpa Skorsky a artêşa tirk xistin çembera hedefa xwe, Skorskiya ku dixwest xwe li ser xaka Girê Bahar deyne bû hedefa gerîlayan. Bi lêdana derba giran, Skorskyê qabîliyeta xwe ya revê wenda kir û kete xwarê.

Hêzên gerîla bi vê potansiyela xwe ya çalak û bi encamgir bikaranîna taktîk û teknîkên di destê xwe de, her ku diçe hîn bêhtir balê dikişînin ser xwe. Gerîla bi derfetên kêm, sînorên şer ji holê rakiriye. Li asîmanan, li erdê û bin erdê bi ezmûnên ku rêya serketinê destnîşan dikin, şer dikin. Ev nûbûn û pêşveçûnên ku gerîla bi leza brûskê di rêbaz û taktîka xwe de ava dike, ji hêlekê ve hiştiye ku kabîneya şer a artêşa tirk; sibehê, nîvro û êvarê planê xwe biguherîne.

Surprîza ku gerîla di qada şer de ji wan re çêdike, nahêle hesabê wan û sûkê li hev were. Ji hêla din ve jî sembola lêpirsînê di gelek fikaran de çêkiriye. Weke libên tesbîhê pirs li dû hev rêz dibin; Gelo gerîla li ser kîjan kokê xwe nû dike ku dikare ewqas pêşve biçe? Hêza xwe ya esasî ji ku derê digre, dil û aqilê xwe bi çi xwedî dike? Di rêbaz û taktîkên xwe de xwe dispêre çi û pişta xwe bi çi xurt dike?

Kêm be jî bersivên wan di herdu sernivîsên li jêr in.

Li çiyayên Kurdistanê her gerîlayek mîna Samûrayan e. Gerîlayên azadiyê mîna Samûrayan dibêje; ‘Em û dijminê xwe, di bin sîwana heman asîmanê de najîn’ şer dikin.

Hêzên gerîla xwe di rêgezên leşkertiya serdemê de her roj pêş dixe û pileyên bilindtir tomar dike. Di teknîkên şer de, di taktîkên pispor de serwer e. Hêzên gerîla di îlmê leşkerî de her wiha di hunera şer de kûrahiyeke bandorker ava kiriye û çanda leşkerî û şêweya jiyana wê di cewher de pêk tîne.

Gerîla tenê bi dilê xwe şer nake, hêza dil û mejî di nav hev de dihûnîne û wiha derçûn û afirandinên mezin bi dest dixe. Bi disiplîn û nerîneke bergehdar li şer mêze dike û wiha şerekî bi karekterê gerîlayên profesyonel dide meşandin.

Ev modela ku wek gerîlayê nûjen tê binavkirin, bi sekin û tevgera xwe, bi rêbaza lêdanê hemû êrîşên desthilatdaran pûç dike. Bi rêgeza; ‘Şer û çalakiyeke ku encama wê ne serketin be, ew ne şer û çalakiya me ye’ tevdigere. Bi vî awayî berê wan tenê li serketinê ye û ji binketinê re cih nahêle.

Gerîlayên ku dilê xwe bi serketinê tije kiriye û xwe bi vî şêweyê nûjen bi rêxistin kiriye, gihîştiye hêza lêxistina bi bandor. Îspat kiriye ku ew hêzeke nakeve. Bi çeper girtina li her derê, xwe plankirineke rast û bi lêxistinên bi tesîr, hem cesaret û hêviya serketina mezin dide gelê xwe û hem jî ji desthilatdaran re nîşan dide ku “ne bi êrişan, ne jî bi hevkariya bi nokeran re wê encam negire. Eger hîn jî israr bike, wê zêdetir wenda bike û hilweşîna xwe nêztir bike.’ Şopînerên berxwedana 14’ê Tîrmehê li ser mîrateya tecrûbeyên şerê xwe encamên girîng diafirînin. Lewre ew xwedî nerîneke pir alî ne, di taktîk de çalak in. Di pêşxistina vî şerî de jî ew tenê xwe dispêrin hêza aqil û îradeya însanê xwedî bawerî. Xwe dispêrin hestên welatparêziya di dilê Mazlûm Dogan de, hezkirina xwişk û biratiya gelan a di dilê Kemal de û hêviya serketina mezin a giyana Akîf û Alî Çîçekan e.

Çavkanî: Dilara Nûrhaq – ANF 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar