Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Gerîla bi ruhê pêngavê dîroka lehengiyê dinivîsînin

Di salvegera 36’emîn a Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê gerîlayên HPG’ê axivî. Gerîlayên HPG’ê diyar kirin ku bi ruhê Mahsum Korkmaz, bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê dîroka lehengiyê dinivîsînin

Gerîlayê HPG’ê Rojhat Serhad da zanîn ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo kurdan wateyekî xwe ya kur heye û wiha got: “Kurd bi vê pengavê re dest bi parastina xwe kirin. Şerê li Kurdistanê û berxwedana gerîla berdewama vê pêngavê ye. Hevrêyên ku li Heftanînê li hember artêşa tirk îro şer dikin, şopdarê vê rojê û berxwedana xwe bi ruhê vî pêngavê bilind dikin. Her kes dizane civaka me jî dizane, li ser gelê kurd qirkirinek heye, ji bo civak were parastin divê parazvanê wê hebe. Em jî gerilayên HPG’ê dixwazin, hem li ser şop û pêngava 15’ê Tebaxê, parastinê bikin hem jî serkeftinê bi dest bixin.”

‘Bi hezaran Egîd li çiyayên Kurdistanê şer dikin’

Gerîlayê HPG’ê Piro Gabar jî diyar kir ku bi hezaran gerîla di bin sîwana pêngavê de li her derê Kurdistanê têdikoşin û ev tişt anî ziman: “Bi vê pêngavê ruhê berxwedaniyê di nav civaka kurdan de zindî bû. Her gerîlayê ku li çiyayan şer dike, fermandarê mezin Mahsum korkmaz ji xwe re mînak digire. Egîd bi fermandariya xwe bi çalakiya xwe bi kesayeta xwe; di dîroka PKK’ê de efsaneyek e. Bi hezaran şervanên kurd, ciwanên kurd hêviyên xwe bi vê rojê û bi ruhê 15’ê Tebaxê, erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk tînin. Gerîlayên ku li Heftanînê li hember artêşa tirk şer dikin, berhem û danhevên pêngavê ye. Bi deh hezaran Egîd li çiyayên Kurdistanê belav bûne û şerê serkeftinê dikin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar