Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gerîla bi taktîk û rêbazên nû rê nadin dagirkeran

Gerîlaya YJA Starê Evîn Zagros têkildarî berxwedan gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê axivî û diyar kir ku Herêmên Parastinê yên Medyayê dê ji dagirkeran re bibe goristan

Li dijî operasyonên dagikeriyê ya dewleta tirk a ji 23’yê Nîsanê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê dabûn destpêkirin, gerîla bi du pêngavên şoreşgerî dîrokê ji nû ve dinivîsînin.

Gerîlaya YJA Starê Evîndar Zagros, berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê vedibêje û diyar dike ku Herêmên Parastinê yên Medyayê dê ji bo dagirkeran bibe goristan.

YJA Star rê neda ku dijmin li qadê bi cih bibin

Zagros bal kişand ser amadekariyên berî êrîşên dagirkeriyê û wiha got: “Berî ku operasyona destpê bike, em li devera Derarê ya Metîna bûn. Dijmin berî operasyonê bi helîkopterên êrîşê yên Kobra qadê tim bombe dikir, em jî xwe amade kiribû. Amadekariyên me di asta jor de bûn. Hem di warê îdeolojîk û hem jî di warê leşkerî de amadekariyên me pir xurt bûn.

Şeva 23’yê Nîsanê bi Kobrayan bomberdûmanek xurt destpê kir. Em weke yekîneyên xweser me rola xwe lîst. Weke YJA Star me li dijî helîkopterên şer li ber xwe da û helîkopterên şer ên tirk neçar man ku vekişin. Em hêzên YJA Star me rê neda ku dijmin li qadê bi cih bibin.”

Berxwedaneke bê emsal

Gerîlaya YJA Starê Evîndar Zagros bal kişand ser berxwedana gerîla ya li Metînayê û wiha pêde çû: “Berxwedana hevrêyên me yên li Metînayê berxwedaneke bê emsal e. Berxwedana hevrêyên me ya li qadê ji çavkaniya xwe ji vîn, bawer, felsefe û îdeolojiyê digire. Ev yek hem me bi hêz dike, hem jî li ser lingan digire. Ne tenê li dijî artêşa duyemîn a NATO’yê şer dikin, bû sedem ku li ber berxwedana me her carê gavê bi şûn ve bavêjin, hê jî li ber vê rawestiyane.”

Taktîk û rêbazên nû yên gerîla

Her wiha Zagros qala taktîkê demê yê gerîla jî bi van hevokan anî ziman: “Bi taktîk û rêbazên nû ku xwe ji nû ve biafirîne, rê nadin ku dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi serketî bibin. Bi taktîkên me baweriya em ya têkbirina dijmin heye, dîsa girêdana îdeolojîk û fikrî heye. Şerê tûnelan ên em dikin, dijmin li ber vê gêj bûye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar