Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Gerîla bombe bi ser dagirkeran de barand: 5 dagirker ceza kirin

Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar ên HPG'ê ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê çalakiyên hewayî li dar xistin. bombebarana gerîlayan de herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin, 13 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên hewayî yên Yekîneya Şehîd Dogan Zinar daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî ku bi pêşengiya fermandarê me yê nemir hevrê Egîd hate kirin, çalakiyên hewayî lidar xist. Artêşa tirk a dagirker ku her roj ji bejahî ve derbê dixwe, bi pêngava Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re ku teknîk xistiye xizmeta taktîkê, ji hewa jî derbê dixwe.”

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di navbera 1-11’ê tebaxê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li baregehên artêşa tirk a dagirker hate xistin. Li Girê FM, Girê Amediyê, Girê Bahar û Qada Berxwedanê ya Sergelê 8 caran ji hewayê li dagirkeran hate xistin. Di encama van çalakiyan de, bi qasî ku me zelal kir; 5 dagirker hatin cezakirin, 13 dagirker birîndar bûn, 5 kon îmha bûn û derb li 3 çeperan hate xistin.”

Di dawiya daxuyaniyê de li ser nasnameya dagirkerên hatin cezakirin agahî hatin dayin û hate ragihandin ku artêşa tirk a dagirker wê ji derbên giran ên gerîla nikaribe bifilite:

“Agahiyên nasnameyê yên beşek ji dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn, hate zelalkirin. Li gorî vê yekê; hate tespîtkirin ku çawişên pispor ên bi paye Umît Şahîn, Bakî Kalan û Ziyar Vûral, serdesteyên bi paye Halîl Îbrahîm Guvercîn, leşkerên kirêkirî Tolga Armût û Oktay Cengîz ya hatine cezakirin, yan jî hatine birîndarkirin. Dewleta tirk a dagirker û medya wê ya şerê taybet encamên van çalakiyên gerîla ku derbên giran li dagirkeran hate xistin bi ti awayî aşkere nekirin, mirî û birîndarên xwe veşartin. Lê belê artêşa tirk a dagirker û medya wê ya şerê taybet çiqasî hewl bidin veşêrin jî wê ji derbên kuştinê yên hewayî û bejahî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên ku li ser şopa fermandar Egîd dimeşin, nefilitin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar