Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Gerîla dersekî mezin da hêzên dagirker’

Ji fermandarên HPG’ê Rizgar Êrsî Cenga Heftanînê, çalakî û berxwedana gerîla ya li dijî artê tirk a dagirker ji ajansa ANF’ê re nirxand.

Fermandar Êsir di destpêka axaftina xwe de di şexsê qehremanên şehîd ên Cenga Heftanînê û dîsa hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê de ku derbên mezin li artêşa tirk a dagirker xistin bi bîr anî.

Êrsî qala berxwedana ku gerîlayên HPG’ Û YJA Starê ya li Heftanînê li dijî dagirkeran dide kir û bal kişand ser rastiya ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker tê veşartin û wiha got: “Di sala 2020’an de li Kurdistanê bi taybet li Heftanînê şerekî pir dijwar tê meşandin, berxwedaniyekî bêhempa tê raber kirin. Di şeva 16’ hezîranê dewleta tirk a dagirker êrîşekî berfereh li ser herêma Heftanîn da destpêkirin. Lê di roja îro de em lê dinêrin, artêşa dewleta tirk li Heftanînê bi serneket. Di hesabê wan de hebû ku di demekî kurt de herêma Heftanîn dagir bikin û gav bi gav berve tevahî heremên Parastina Medya biçin û başûrê Kurdistanê bi giştî dagir bikin. Lê gerîlayên Azadiya Kurdistanê di şexsê berxwedana Heftanînê pêşî li plana dagirkirinê girtin. Bi xwîna xwe, canê xwe û fedekariya xwe pêşî li vê yekê girtin. Dibe ku dewleta faşîst a AKP-MHP bi rêya medyaya xwe raya giştî bi nûçeyên dûrî rastiyê bixapîne, lê di rastiyê de şerekî pîskolojîk a taybet bi awayekî cidî meşandin, lê ev bi awayekî aşkera binketina wan diyar dike. Li hemberî vê yekê tevgera me bi awayekî zelal roj bi roj, heta seat bi seat ji raya giştî re rastiya ku tê jiyîn ragihand û radigihîne.”

‘Bawer nedikirin gerîla ewqas li ber xwe bide’

Rizgar Êrsî bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê û ev nirxandin kir: “Dewleta faşîst di vê operasyonê de hemû hebûn û derfetên xwe xiste dewrê. Ev planekî wan a stratejîke ku armanc dikin tevahî başûrê Kurdistanê dagir bikin. Jixwe ew ji operasyona li ser Heftanînê xwestin weke suprîzekî ango bi awayekî lezgîn heremê dagir bikin, hejmarekî mezin a gerîla şehîd bixin. Li hemû cihên ku pêş hatin bi dehan balafirên bê mirov, belafirên şer, helîkopteran parastina wan dikir, lê bi saya berxwedaniya ku fedayiyên Kurdistanê raber kirin û bi saya taktîka nûjen a gerîlayên pispor ev planê wan derbekî mezin xwar. Li gelek cihên ku êrîşî wir kirin û dagirkirin ji ber çalakiyên gerîla jê derketin, nikarîbûn biparêzin. A rast ev e ku ew texmîn nedikirin ku gerîla berxwedaniyekî bi vî awayî raber bike. Lê weke ku gerîla soz daye gelê Kurdistanê ku çi bedel werin dayîn jî erke xwe pêk bînê li Heftanîn dîsa gerîla li ser soza xwe bi erka xwe ya dîrokî rabû. Bi ruhekî fedayî ya nayê wesfandin rabir dikin. Em li heval Rustem Cûdî yê ku piştî birîndar dibe xwe ji latên Xanturê diavêje meyze dikin, tam ruhekî mîna Bêrîtanane. Di hemû eniyên Heftanîn de ev ruh hate jiyîn. Ev ruh di dilê her gerîlayekî heye û dê gotina dawî ya gerîla be.”

‘Dê tama binketinê ji bîr nekin’

Di berdewama axaftina xwe de Rizgar Êrsî anî ziman ku rola gerîla ya di vê pêvajoyê de gelekî girîng e û wiha domand: “Ji ber ger gerîla nebûya pêwîst nedikir ku bi sedan caran bombardûmanan bike, pêwîst nedikir ku ewqas çete û hêza wan a bi pereyan şer dike, bixê dewrê. Ji ber vê yekê pêwîst e her kes rola gerîla ya di vê berxwedaniyê de baş fêm bike. Di rojên destpêkê de fermandarê artêşa dagirker hatin û li ser sînor xwestin bikin mijara propaganda, lê dîtin ku weke ew difikirin ne wisa ye, gerîla vê yeke nîşanî dijminan jî da. Yanî rola gerîla di astengkirina vê dagirkeriyê pir diyarker e. Di vî warî de xwezaya Kurdistanê rê dide ku gerîla vê berxwedaniyê hîn bilintir bike. Her çiqas dewleta tirk binketina plana xwe ji raya giştî vedişêre jî lê ew tama binketinê dê ji bîra wan neçe.

Dibe ku ev erîşên xwe bi awayekî dijwartir dewam bikin, ji ber ku Erdogan dixweze komarekî Tirkiye ya nû çêbike û ev komar modelekî herî faşîst di dîroka Tirkiyetê de heta di cîhanê de rol bilîze, di Rojhilata Navîn de serwer bibin û di cîhanê de weke împaratoriyeke nû derkevin ser dikê û dîktatoriya xwe ferz bikin. Armanc dikin ku projeya xwe heya 2023’yan temam bikin. Ji ber vê di salên dawî de artêşa xwe ya çete avakirin û bi rêya wan gavan davêjin, jixwe ev ji bo artêşa dewleta tirk mîna derbeyekî mezin e.”

‘Teknîka vê serdemê dê nikaribe li pêşiya şoreşê bisekine’

Fermandarê HPG’ê Rizgar Êrsî bi domdarî ev nirxandin kir: “Niha gelê me jî raya giştî jî mereq dike ku çawa gerîla li hember ewqas teknîk, balafir, tang û top dikare xwe biparêze û derbe li dijmin bide. Gerîla ne weke mirovên asayî ne. Çima ji ber gerîla li ser hîmên felsefe û bîrdoziya Rêber Apo weke mirovên azad bi vîn û îradeyekî mezin biryar dane ji bo gelê herêmê azad bikin, di nav civakekî demokrat û wekhev bijîn, xwe feda bikin. Ji ber vê yekê ev serdema ku têda teknîk pêşketiye û bi hêz e, nabe sedem ku gerîla gav paşda bavêje. Bêguman dê gerîla ji bo pêkanîna vê armanca mezin xwe biparêzê. Ji bo vê gerîla dizane wê xwe bi çi awayî li hember teknîka vê serdemê biparêzê. Ango wê ev serdem bi tevahî teknîka xwe ya pêşketî nikaribe gerîla bide rawestandin, wê gerîla her biherike û li gorî pêwîstiyan xwe ava bike. Gerîla biryara vê yekê ji zû ve daye û dê li ser biryara xwe be.

Berê jî me anî bû ziman, dibe ku dijmin hin deveran bigire û gerîla derbas bike, lê qabîliyeta û menawraya gerîla di astekî jor de ye ku di nav dijmin de xwe bi cih bike û jêra bibe weke tirsekî mezin di nav pêkhateya wan de. Ango gerîla gihîştiya wê astê ku di nav dijmin de bikaribe xwe biparêze, bi cih bike, derbe lêxe û rêya serkeftinê diyar bike. Me gelek pêvajoyên ji vê girantir derbas kir, lê di dawiyê de yê ku mohra xwe li serkeftinê da, yê ku ala serkeftinê di meydana cengê de rakir dîsa gerîla bû.

Heger li Kurdistanê artêşa dewleta tirk a dagirker bin bikeve dê li Rojhilata Navîn taybet jî li Kurdistanê jiyanekî azad û demokrat were avakirin. Dibe ku ev bandora xwe jî li cîhanê bike û pêşî li vî şerî qirêj were girtin. Ji ber binketina artêşa çete ya tirk tê wateyê serkeftina civakê û bidestxistina azadiya heremê bi tevahî ye. Bi taybet jî serkeftina tekoşîna gelê kurd a ku bi sedan salan di nav têkoşînekî bênavber de dijî. Dîsa heger ev dewlet li Kurdistanê bin bikeve wê di dada civakî hesabên cidî ji wan bê xwestin û wê her mirovekî kurd li ser axa xwe rehet bijî.”

‘Gerîlayê xwe nû kirî dê bi misogerî bi serbikeve’

Di sedsala 21’an de gerîla edî weke berê nêzî şer nabe. Weke ku tê binavkirin gerîlayên modernîteya demokratik an jî gerîlayê kuantomîk ne pênaseyekî di cihê xwe de ye. Bi guhertin û veguhetinê bi şiklekî pispor xwe kûr kirî û ji kevneşopiyên berê xwe rizgar kirî ji bo vê dikare encama dawî di nava cengên giran de diyar bike. Ji ber êdî gerîla profesyonal bûye. Kare ku sed kes bikaribe bike tîmekî gerîla ya 4 kesî dikare di vê serdemê de bi wî karî rabe. Ango kêrhatiya gerîla di hemû waran de billind bûye. Li gor demên bihurî hîn bêhtir bi disîplîn û rêxistinkirî bûne. Tevahî hêzên me di mijara ji nû ve avabûnê bi israr in û wê ev israr bigihêje encamê, dagirker werin têk birin û welatekî azad ava bibe.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar