Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Gerîla dijmin kilîd kiriye, divê gel rabin ser piyan

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li qadên berxwedanê li dijî dagirkeran şer dikin diyar kirin ku gerîla bi tarz û taktîka gerîla dijmin kilîd kiriye û anî zimanîn ku divê gelê kurd li dijî xiyaneta PDK’ê rabin ser piyan.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li sererd û hewayê çalakiyên bi bandor li hemberî dagirkerên Kurdistanê li dar dixin û derbên giran li wan didin. Dewleta tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê êrîşeke nû ya dagirkeriyê li ser başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li Qadên berxwedanê yên Girê Bahar û Sergelê cih digirin ji ANF’ê re axivîn.

Gerîla bi hêzeke taktîk û stratejîk derbê li dagirkeran dide

Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Girê Bahar û Sergele û wiha got: “Di serî de hevreyên xwe Canfeda Efrîn û Canfeda Soro yên di operasyona dagirkeriyê ya 3’yê tîrmehê de şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin. Operasyona ku dewleta tirk a dagirker li dijî başûrê Kurdistanê daye destpêkirin ne tenê ji bo Kurdistanê metisiye, ji bo hemû cîhanê rewşeke metirsîdar e. Ji ber ku hedefa dagirkeran mêtinkarî û dagirkirina tevahiya Rojhilata Navîn e. Em dikarin mînaka vê ya herî şênber jî li ser axa Kurdistanê bibînin. Ji destpêka operasyona dagirkeriyê ve gelek gund hatin şewitandin û xirakirin. Ne tenê gundan, erdnîgariya xwezayî ya Kurdistanê jî dişewitîne. Em hêzên gerîlayên azadiyê li dijî vê dagirkeriyê bi hêzeke taktîk û stratejîk ve li dijmin didin.”

Bi hêza xwe ya îradeyê derb li dewleta tirk a dagirker dixin

Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn wiha axivî: “Weke hevalên me yên şehîd gotin, em ê axa Kurdistanê ji dewleta tirk a dagirker re bikin gor. Em ê leşkerên tirk bixin rewşeke wisa ku wê êdî nikaribin gavê biavêjin axa Kurdistanê. Jixwe niha jî tê dîtin hevalên me bi tarz û taktîka gerîla dijmin kilîd kiriye. Em li gel hemû şert û mercên zehmet bi hêza xwe ya îradeyê derb li dewleta tirk a dagirker dixin. Ji ber ku em li ser fikir û felsefeyê vê şerê didomînin, bawerî û armanca me heye. Em di wê baweriyê de ne ku em ê di vê rêya baweriyê de serkeftinê bi dest bixin. Banga me ji bo gelê me ev e; Her kesê ku dibêjin em welatparêz in divê xwe berpirsyar bibînin û tevlî vê berxwedanê bibin. Ger bi vê berxwedanê re bibin yek, bila her kes di wê baweriyê de be ku em ê zîhniyeta qirêj a dewleta tirk a dagirker afirandiye, bi hev re tune bikin.”

PDK’ê başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta tirk dike

Gerîla Berçem anî ziman ku armanca êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê aşkere bûye û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Armanca dagirkeriyê ew e ku xelkê Başûr neçarî koçberiyê bikin û axa wan talan bikin. Em dikarin vê yekê li qada Sergele bibînin. Dewleta tirk a dagirker li qada Sergele bombe li gundan dibarîne û dişewitîne. Berteka xelkê pêş dikeve, lê divê xelkê Başûrê Kurdistanê rabin berxwedanê. Divê destûr nedin ku dagirker bikevin axa wan. Ji ber ku xwediyên rast ên van axan kurd in. Divê li hemberî dagirkerên ku bi rehetî li gundan digerin û li hemberî çeteyên dagirker ên gundiyan ji malên wan derdixin bêdeng nemînin. Ev der axa me ye, em ê destûr nedin ku dagirker bi rehetî axa Kurdistanê dagir bike. Rastiyeke din jî ew e ku PDK’ê başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta tirk dike. Em gerîlayên azadiyê helwesta me ya li dijî dagirkeriyê zelal e. Em ê nehêlin dagirker û xiyanet bi ser bikeve. Helbet em ê vê bi gelê xwe re bikin. Bila gelê me baş bizane ku Gerîlayên Azadiyê her tim li gel wan e. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi hev re serkeftinê bi dest bixin.”

Divê gelê kurd li dijî xiyaneta PDK’ê rabin ser piyan

Gerîlayê HPG’ê Erdal ê li qada Berwedanê ya Sergele cihê xwe digire, wiha axivî: “Operasyona ku 3’yê tîrmehê di saet 8-9’ê êvarê de ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bi piştgiriya PDK’ê hate destpêkirin, ji aliyê hevalên me ve bi tarz û taktîka gerîla bi awayekî dijwar derb li dagirkeran hat xistin. Leşkerên tirk ên dagirker ku derb xwarin veciniqîn. Pêşwazîkirina dijmin a bi berxwedanê re ev peyam da dagirkeran, her cihê axa Kurdistanê ku hûn gav biavêjin wê ji we re bibe gor. Her wiha PDK ku axa Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dike, divê ji xwe re bêje bes e. Gelê kurd jî divê li dijî xiyaneta PDK’ê rabin ser piyan. Em gerîlayên azadiyê çi dibe bila bibe dagirkeran li vê axê nehewînin. Dagirkerên ku derb dixwin hêrsa xwe bi şewitandina gund û bombekirina qadên daristanê yên Kurdistanê derdixin. Soza me ji bo gelê me ew e ku heta Kurdistana azad ji berxwedana xwe tawîz nedin û heta dawî li ber xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar