PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

‘Gerîla herêma Kurdistanê ji dewleta tirk diparêze’

Mela Derbaz Celîzade diyar kir ku ji bilî PKK û gerîla, tu hêzek din nikare hemberî Tirkiyeyê xwe rabigire û got ku gerîla niha başûrê Kurdistanê ji Tirkiyeyê diparêze

Êrîşên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina tevahî başûrê Kurdistanê dewam dikin. Berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriya tirk jî bi biryardarî dewam dike. Tirkiye dixwaze bi rêya PDK’ê şerek di nava kurdan de derbixe. Nerazîbûna li hemberî êrîş û hewldanên şerê navxweyî roj bi roj zêde dibin.

Mela Derbaz Celîzade ê li navçeya Koye, derbarê dagirkerî û hewldanên ji bo şerek navxweyî ji Ajansa Rojnews re axivî û diyar kir ku çi hêz an jî kesê ku tev li şerê navxweyî bibe ne şehîd û ne jî pêşmerge ye.

‘PDK hevkariya Tirkiyeyê dike’

Mela Derbaz destpêkê êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Kurdistanê şermezar kir û wiha qala berxwedana gerîla ya dijî dewleta tirk a dagirker kir: “Ji bilî PKK û gerîla tu hêzek din weke PDK û YNK’ê nikare xwe li ber Tirkiyeyê rabigire. PDK hevkariya Tirkiyeyê dike lê divê bê zanîn her çiqas niha Tirkiye tenê PKK’ê bike hincet jî di rastiyê de dev ji dagirkirina axa Kurdistanê bernade. Ji ber ku Tirkiye tu carî ne dewleta Kurdistanê ne jî xaka Kurdistanê, li heyvê jî qebûl nake.”

Mela Derbaz di dewama axaftina xwe de destnîşankir ku ji bo dewleta tirk çi PKK yan jî sivîl be ferq nake û wiha pêde çû: “Çi PKK be ya jî PDK û YNK be, ji bo Tirkiyeyê ferq nake. Ya ji bo Tirkiye girîng kuştina kurdan e. Ji bilî vê Tirkiye dixwaze xak, av û xwezaya Kurdistanê jî talan bike. PKK Qendîlê dipareze û Kurdistana bakur jî parastiye. Pêwîst e tu kes li hemberî birayê xwe ranebe û divê dev ji vê yekê jî berdin. Ji ber ku xweda tu kesê ji birsa nakuje.”

Banga yekitiyê

Derbaz got ku beşek ji melayan rola baş dilîzin, ya baş jî heramkirina birakujiyê ye lê hinek mela jî ji ber wergirtina desthilata xwe, agirê şerê navxweyî gur dikin, ev jî bi serê xwe di ol de sûc e.

Her wiha Mela Derbaz banga yekitiyê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ya niha baş ji bo kurdan yekitî û hevpejirandin e. Ger Tirkiye bi xwe jî neyê Qendîlê dê DAIŞ’ê bişîne, ji bo vê niha gerîla Herêma Kurdistanê ji Tirkiyeyê diparêze.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar