Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....
Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Gerîla hêrsa tolhildanê û kelecana serkeftinê ye

Gerîla bi îradeya ji pola, bi ruhê Apoyî xwe dispêre mîrateya berxwedanê ya PKK'ê, berê xwe dide vîzyona azadiyê û li dijî artêşeke welê şer dike ku ji tu sûcî xwe nade alî. Nîşan dide ku kes nikare temenekî ji PKK'ê re diyar bike.

 

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di bin ala PKK’ê de bi lehengiyeke mezin bêteredût li ber xwe didin.

Li Kurdistanê êdî artêşeke gel heye ku li dijî her cûre êrîşan dikare xwe biparêze. Ev artêşa ku ji aliyê Rêber Apo û milîtanên wî ve hate avakirin, ji aliyê taktîk, rêbaz û profesyoneliyê ve di nava demeke nû de ye. Bi çalakiyên destanî dike ku dewlet û artêşa tirk windahiyên giran bide. Artêşa tirk ku weke yek ji artêşên herî xurt ên cîhanê tê pênasekirin; ji pêkanîna komkujiyên sivîl, bikaranîna çekên qedexekirî û talanê nade alî, li hemberî gerîla bêçare maye. Artêşa tirk û wezareta şer, bi şoqa windahiyên giran nizane bê çawa binixumîne. Bi veşartina hejmara miriyan ji medyayê cenazeyên wan leşkeran ji holê tune nabin.

Ji Rojavayê Zapê heta bi Metînayê, ji wir jî heta Xakûrkê gerîla di nava berf û baranê, serma û seqemê de li çeperên dijmin dixin, îradeya xwe, biryardariya xwe ya ji bo serketinê careke din nîşan dide. Dost û dijmin her kes dibîne ku gerîla bi rengekî fedayî çawa bi ser çeper û bi hezaran leşkerên dijmin ve dimeşin. Li hemberî hêza potansiyel a gerîla tu teknîk û hêz nikare bisekine. Gerîla ku bi dilsoziya bi azadiya gel û perspektîfên Rêbertî her roj xwe perwerde dike û di taktîkê de xwe nû dike, soz daye ku li çiyayên Kurdistanê siya dijmin jî nehêle.

Weke ku tê zanîn li Herêma Rojavayê Zapê hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şehîd Savaş Maraş, Cenga Xabûrê û Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralûk de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî çeperên leşkerên dewleta tirk çalakî lidar xistin. Di vê çalakiyê de herî kêm 61 leşker hatin kuştin. Qîrîna leşkeran û cenazeyên leşkeran ên li ser berfê, çeperên leşkeran ên hatin şewitandin ji aliyê kamerayên gerîla ve hatin kişandin. Hêrsa tolhildanê û kelecana serkeftinê ya gerîla li gel berfê û sermayê jî diyar bû. Ev pêngavên gerîla ku gelek çalakiyên bi heman rengî lidar xistin dibe derman ji dilê gelê kurd re.

Dewleta tirk sê sal in timî îdîa dike ku tenê sê meh mane, wê gerîla biqede û bi vî rengî gelê Tirkiyeyê dixapîne. Halbûkî gerîla tevî derfetên kêm jî bi îradeyeke ji pola, bi ruhê Apoyî xwe dispêre mîrateya berxwedanê ya PKK’ê û berê xwe dide vîzyona Kurdistana azad û Rêberê azad, bi vî rengî li dijî artêşeke welê şer dike ku ev artêş xwe ji tu sûcî nade alî. Gerîla her carê li rûyê dijmin dixe ku kes nikare temenekî ji Tevgera Azadiyê ya Kurd re diyar bike. Gerîla ji Metîna heta bi Avaşînê, ji Zapê heta bi Xakûrkê û ji wê derê jî heta çar parçeyên Kurdistanê bendên parastinê ava dike.

Çavkanî: Hêlîn Harûn Çekdar – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar