Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Gerîla ji 4 baskan ve lê da: 9 dagirker hatin kuştin

Hêzên gerîla li qada Werxelê ya Avaşînê ji 4 baskan ve li leşkerên tirk ên dagirker dan. Di vê çalakiyê de 9 dagirker hatin kuştin, 2 kozik û çekek bombeavêj hatin îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

16’ê tîrmehê li qada Werxelê, 3 yekîneyên artêşa tirk a dagirker ku dixwest li derdora Geliyê Şehîd Canşêr kemînê deynin, serê sibehê ji aliyê gerîlayên ve me hatin kontrolkirin. Saet di 07:50’î de ji 4 baskan ve bi çalakiyeke koordîneyî ya gerîla li dagirkeran hate xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê li kozikekê xist ku çeka bombeavêj û 6 dagirker tê de bûn. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin, kozik û çeka bombeavêj hatin îmhakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li kozikekê xist ku 4 dagirker tê de bûn. Li vê derê 3 dagirker hatin cezakirin û kozik hat îmhakirin. Dagirkeran xwestin dest li qada çalakiyê werdin lê baskên sêyemîn û çaremîn ên çalakiyê li van dagirkeran dan. Dagirkerên ku gelek kuştî dan neçar man ku vekişin. Di dema çalakiyê de dagirkerên li derdora tunelên şer ên li qada Werxelê ketin nava panîkeke mezin, dest ji kozikan berdan û reviyan. Piştî çalakiyê helîkopter li ser qadê geriyan û artêşa tirk a dagirker saet di 20:30’î de kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê bir.

Di encama vê çalakiya serketî de ku bi taktîkên gerîla yên serdema nû hate kirin, herî kêm 9 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û çekek bombeavêj hatin îmhakirin û gelek dagirker jî birîndar bûn.

16’ê tîrmehê artêşa tirk a dagirker derdora Werxelê bi obusan bombe kir. Şewata ku ji ber vê bombardûmanê rû da hîn jî dewam dike.

17’ê tîrmehê saet di navbera 00:00-01:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser qada Qaşûra geriya, her wiha derdora gundên Kêste û Hirorê yên nehiya Kanîmasî ya navçeya Amediyê bombe kirin.

17’ê tîrmehê saet di navbera 00:10-01:00 de artêşa tirk a dagirker bi helîkopterên êrîşê bombe li tunelên şer ên li qada Werxelê barand.

17’ê tîrmehê saet di navbera 23:45-01:00 de helîkopter li ser qadên Mervanos û Banistayê firiyan.

17’ê tîrmehê saet di 21:30 û 01:20’î de artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyan êrîş bir ser tunelên şer ên li qada Werxelê.

Ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar